|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Tariqê Heso
Duwa li ser sivrê , xiwarnê

Ya rebî tu dayimî , tu kerîmî tu ershê ezîmî

Ji anzilda tu yê qedîmî , hevtîu  dû  melata bêyî rehmê

Serê ser balgîya

Girtiyê hebsîya

Rêwiyê rêya

Kesên belingazû hêsîrê mejî pêra

Hûn mash bin , berat bin , xelat bin

Kur u qîz , dewletu îmanû axret bin

Xem neba  derd neba

Risqê hazira kêm neba

Sîyarbuya  peya neba

Shînû shaya kêm neba

Dostû dijminara shermîn neba

Xanî bê derî neba

Mêr bê serî neba

Ciya bê kerî neba

Ava gelîya û Kaniya ziha neba

Nan ji xizîna Shêxadî ba

Hêvên ji Kaniya Sipî ba

Sivra bi destê Celîl ba

Bi bereketa Brahîm Xelîl ba

Em di kêmîn Xwedê yê temama

 

Jêder /  perên ji edebên dînê Ezîdiyan 2      Dr. Khelîl Jundî


   

 

 

Tariqê Heso1285

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com