|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Bedel Feqîr Hecî
QEWLÊ ÇI SIBEYEKE TARÎYE

 
 
Bi destûrî Xwedê

1. Sibeyeke ji tarîye,
Karê wan û mirinê kirîye,
Ka werin ji me ra bêjin: xêrê we ji me ra kirin çiye?

2. Sibeyek ji hale,
Ser wan bûye qîr û qale,
Ji me ra bêje: xîret û namûs çi heye li bale?

3. Sibeyek şeve,
Birime cîyê heqan û hisêbe,
Wan hisab nîne ji mêl pêva.

4. Bin Ademê mal şirîne,
Her roj vedihewîne,
Ewî hisab bi mirinê nîne.

5. Bin Ademê zinêkare,
Bi şev û roj guhdare,
Lê emin nabe şermezare.

6. Zinêkar û kifar her du buxtane,
Li dinyayê belane,
Li axretê windane.

7. Heta nîva emrî li dinê bî,
Ji nîvê û paşî li ser rê bî,
Ji wê paşî tevlî dojê bî.

8. Di nîvê emir da îlm kir,
Li gel tolazên gundî xwe keşxe kir,
Ji wê paşî xwe ji axretê bê mefer kir.

9. Ka ev çavê li sertaserî?
Ka ew dewra xweş bi te ra dibuhirî?
Te hisab nedikir diçî nav agirê gurî?

10. Ka ew çavê te yê îşaretê?
Ka ew yarên te digirtin ji neyî, ji qewmîyetê?
Te hisab nedikir ji axretê?


11. Birime baxê gula, gula sor ewicî,
Gul di baxan da qurmiçî,
Yî bê temen bû, ne di dericî.

12. Birime baxê gula, gul navê,
Dostên Xwedê têne silavê,
Bê esil ketine davê.

13. Gula bînin û bixemilînin,
Gulên baxa temen tê nînin,
Rezên bê şûrhe nehevînin.

14. Hatî cêşê atqatê,
We heq nîne li vê qewmîyetê,
Fexir gêle wê li pey me tê.

15. Wan bigrin û bînin,
Hisab kin, wan bihesibînin,
Ji telpên giran ew şûn va dimînin.

16. Zebênîyên zav vehizirîn,
Şûrê zirav seqa kirîn,
Ser nezana hezin û girîn.

17. Ew dembûzê girane,
Şerqînî tê ser nezane,
Dembûs heqê ruhê dizane.

18. Behişt heye li ser xweşîya,
Tijîye ji telpên ewlîye,
Ew hemû xelkê dîn dinasîye.

19. Min li wê dîtin qesrên sor û sipîye,
Telpên xasa pişt telpên horîye,
Ew hemû xelkê dîn nasîye.

20. Ew çi dare şewq pêva?
Nuxteke dgehê ew yeke bi rê va,
Sibe bû, dibû şêve.

21. Sebeb çiye, ew naçinê?
Ew dewrana xweş birin ji rûyê dinê,
Çend dimeşin nagehinê.

22. Çendî dimeşin ber bi jêre,
Ewan xwe ji alima vedişêre,
Ew ji bê esla nedibûn têre.

23. Alim yî fere ser sunetê,
Ew gule li nav ometê,
Ew dihesilîne li axretê.

24. Ew kîye dibêje: alima fêde nîne,
Ew însan dierifîne,
Ji axretê dihesilîne.

25. Ew alim li qeda we ye,
Hukimê xweş li pêşiya we ye,
Di zêde bin fêda we ye.

26. Here û were xûna te ye,
Darek li nîva hewşa te ye,
Mêrê lê xe, fêda te ye.

27. Mêrê lê xe ne bi nezanî,
Ewê darê ber girt û xilfek dibirî,
Xilfê dikire erzanî.

28. Ew civate li pêşî mala we ye,
Wêda neçe, ne rêya te ye,
Ew çi bêjin, bê feyde ye.

29. Ew çi bêjin rêya dinê,
Kevlê giran qube li dinê,
Qesra zêrîn neqeb ketinê.

30. Xatira wî birayî,
Tev de rabin bi tebayî,
Temametî bi navê Şîxadî, Melek Şêx Sin û Xwedayî.

Ev têkiste qewilzan û lêkolînvanê hêja û qedirgiran ( PIR DIMA ) ji welatê Gurcistanê ji minra şandibû . sopas û daxwaza serketinê ji wîra dikem :


 
 
 
 
 

   

 

 

Bedel Feqîr Hecî1532

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com