|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Bedel Feqîr Hecî
BEYTA MÊZÎNÊ


 
Bi destûrî Xwedê

1. Heçî têlê mêzînê xwar bikşîne,
Duwazdeh pût hesin heft sala ser pişta xwe digerîne,
Mîre mezin dibê: «hela heqê wî temam nîne!»

2. Heçî darê mêzînê bigre xware,
Bandê li ber mîrê xwe bêzare,
Xenîmê wî mareke hare.

3. Dibe têl û destmale,
Binê linga heta serî diale,
Rojê sê cara xûna wî dixare.

4. Ji ezmana mêzîn hate xware,
Têlê mêzînê ketin destê bendane,
Heçî kesê qelpiya mêzînê dildane,
Ciyê wî ne erde û ne ezmane.

5. Mêzîn ewe li erşane,
Kirîye neqş û danîye ber çavê bendane,
Ez dibêjme we şêxan û pîra , koçek û beden miskînane,
Xêra Şîxadî min ra bêjin, çika têlê mêzînê kê badane?

6. Mêzîn heye du birane,
Bi nîrekî heft têlane,
Têlê mêzînê destê Horîya bin Henane.

7. Mêzîna min ya biçûke,
Li ber qulix dike yeke cahile bûke,
Bi gumana Xwedê ewê dergê bihuştê bi destê xwe ruhê xwe veke.

8. Mêzîna min ya mezine,
Li ber qulix dike yeke pîrejine,
Ciyê wê tu yêr û welata tunene.

9. Mêzîna min ya mezine
Ji erşê ‘ezîm nazil bû, hate erdane,
Ez dibêjme şêxan û pîrane,
Ew çi mêre, ku şiklê mêzînê di sa’etekêda bela kir herçar qulbane? 

10. Çi mêzîneke helale,
Malê dinyayê dikşîne misqal-misqale,
Mêzîn raste ne derewe,
Heçî kesê mêzînê rast bikşîne
Ew cinetê bi çavê xwe bibîne.

Em kêmîn û xudê temame 

Ev beyte lêkolînvan û qewilbêjê hêja û qedirgiran ( PIR DIMA ) ji minra şandîye ,ez jî li çend malperên înternêtê di weşînim ,hîvîdarim sud û mifa jê bête wergirtin .

 

   

 

 

Bedel Feqîr Hecî1536

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com