|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Cejina Newrozę li berxwedana rizgarkirin ű yekîtiya Kurdistanę pîroz be !

Cejina Newrozę 
li berxwedana rizgarkirin ű yekîtiya 
Kurdistanę pîroz be !


 



Şev bi ser Amedę de

 

Şev xwe berdide, weke kefenekî,

bihnę li her tiştî diçikęne,

li Amedę.

 

Heyv li koçberiyę ye

Stęr di girtîgihęn Tirkan de
 

Diz xwe di nav bajęr de vedidizin

Dixwazin jiyana me bidizin

Bi tirs in ew.

 

Ji kela dilę me, xwe di tankan de

vedişęrin.

 

Dixwazin serę te bitewęnin, Amed !

Xwînręjiyę veşęrin, di tariyę de.

 

Boz in ew, weke paşiya guręn xwe yî bęhedan

Dixwazin mirovęn te

ű desmalęn kesk ű sor ű zer

yęn li ser aniyęn keçęn te yî delal

bişewtęnin
 

ű stranęn wan

Birevęnine nav bajaręn Tirkan.

 

Didine xwe, da agiręn me ji çirűska pęşî ve

vemiręnin.

 

Belę perengęn agiręn Te di dilęn me de ne.

 

Ya dilę xwe me îro

hilgirtiye bin zimanę xwe.

 

Lę wę em ji bîr nakin, Amed !

Her şevek carekę diçe serî
 

ű sorayiya hilata roję

wę kulîlkan bi xwe re bęne.

 

Dr. Zerdeşt Haco

 

 


   

 

 

3195

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com