|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Beyar Robarî
Ne li bîra û ne li bala

 

----------------------------------------------------------------------------------------

 

Beyar Robarî

 

Destpêka sala 2015`an têkeliya navbera min û mêrê min ve, herkî çû xerabtir bû. Piştî zivistan derbasbû û buhar poz hilda herder hişîn bûn û roj biroj padam xweştir û gerim bû. Min biryar da ez meha nûzayê herim Tirkiyê, û heftaka xwe li wir bimînim û hinekî ji rotîna kar û sergêjiya nekokiya navbera min û malxoyê min ve, bidûrkevim û tozekê vehesim.

 

Dawiya meha nûzayê, rojekê piştî kar ez û hevala xwe Anna ve, me serlêdana bîroya rêwîtiyê kir, li bajarê me Barendrecht. Bîro ji ciyê karê me ve nêzîk bû, û ew bîro çûçik bû û tenê du karkiran têde kar dikir, dema em ketim hundir kesin din berî me li wir bûn, em li ser kursiyan rûniştin ta yek ji herdû karmendan vala bû, û bane me kir û got:

-Xanimên hêja dora we kîjanê ye?

Min go: Em tevehevin.

Karmnd got: Başe, fermû ji kermeke werin li vir rûnin.

Em rabûm çûm li ba wê li ser masê rûniştin.

Karmend silav da me û got: Ez çi kanim ji we re bikim?

Anna got: Em dixwazin heftakê herin Tirkiyê, bo betlaniyê.

Karmend: Hûn dixwazin herin kîjan bajarî?

Min (Sara)got : Em dixwazin herin bajarê Bodrumê - Hotêla Bodrum Holiday Resort & Spa.

Karmend: Hûn berê ti caran çûnî Tirkiyê?

Sara: Ez berê du caran çûmî Tirkiyê, lê hevala min neçûyî.

Karmend: Ger weye jibo te Anna cara yekemîn e?

Anna: Raste, ev cara yekemîn jibo min çûndina Tirkiyê.

Karmend: Başe. Hûn bi kîjan balefireyan dixwazin herin Tirkiyê û ji ku derê dixwazin bifirin?

Sara: Bi balefireyên Tirkî û heger derfet heye, em dixwazin ji Rotterdam bifirin.

Karmend: Ev derfet li ba me heye. Bes hûn kengî dixwazin birêkevin?

Anna: dawiya hefta werî.

Karmend: Yanê dora 15`î meha gulanê.

Sara: Belê.

Karmend: Başe, ji kerema xwe pasporên we gerekê minin, da ez kaxezan dagirim ji we re û bîlêtan qutkim.

Me pasport dane karmend, û wî ji me pirsî û got:

-Hûn ke çi vexwun?

Me got: Mela qehwe be ji kerema te.

Du fîncan qehwe ji me re anîn û got:

-Ta we qehwa xwe vexwarî, ezê kaxezan dagirim û paşê hûn kanin peran bidin û mesele wisa biserî dibe.  

Me got: Başe.

 

Dora panzdeh xulikan neçûn, karmend li me vegerî û got:

-Ev kaxezên we, ji kerma xwe îmzekin û peran hun kanin birêya karta banka bidin.

 

Me kaxez îmzekirin û her yekê ji me pereyên xwe, birêya karta bankê dan û karmend bîlêt û pûltenak tev bonê kirin du cewdan û dan me û me xatirê xwe jê xast û ji bîroyê berve mal birêketin.

 

Hêvarî min ji mêrê xwe re xeber da, kû min bîlêt balefirê kirî ye, û ez derim Tirkiyê bo betlaniyê, nûçe li xweşiya wî neçû, û rûçik pîskir û di berxwe de, kire pitepit û got:

-Tu çi dixwazî bikî bike.

 

Min got: Raste, ez çi bixwazim, ez kanim bikim, lê tev wê min xwast tu bizanibî, jiber em di malekê de dijîn.

Wî pirsî û got: Tu kengî birêdikevî ye û çend rojan tu ke, li wir bimînî?

Min got: Dawiya hefta werî ez birêdikevime û ezê heft rojan li wir bimînim.

Wî bi zimanek nexweş got: himm … başe.

 

Wî nepirsî tu bi tenê derî ye an teve hevalek xwe, an tu derî kîjan bajarî ye? Yan çiqas pere te dan? Tiştek wisa neprsî û rabû çû oda xwe û derî girt. Jiber me her kesî bitenê xew dikir û jiyana me jihev cûdabû, gor em di malekê de dijîn ta roja hîro.

 

Roja 15 meha gulanê em ji balefirgeha Rotterdam yekser firîn çûn li bajarê Stanbûlê daketin. Û li wir em li balefirek din firîn çûn li balefirgeha Bodrumê venîştin. Balfirgeh biçûke û dora 15 km ji bajêr ve dûre.

Ji balefirgehê karmendên hotêlê em hemû kesên li ba wan cîh girtinî, çenteyên me kirin sendoqên kêlekên otobûsê û paşe em li otobûsê siwarbûn û em birim li pêşiya hotêlê danîn. Ta em daketin û pasporên birin û kopîkirin û kilît dane me û çente derxistin odan, demjimarê nêzîkî li dudiyan pênîvro dikir.

 

Wek tê bîra min wê rojê padem gelekî xweşik bû, û hevala min Anna hîn dema em di otobûsê de, gelekî şabû û bawernedikir kengî em bi ciyê xwe gînin û herin bajêr û xwe di avê kin. Hotêla me ji kenarê deriyê ve dora 50 mitrî dûr bû nezêde. Û li pêşiya hotêlê hewzek avcehniyê gelek ciwan hebû, û dora hêwz tijî mase û kursî û sîwan bû. Herwisa dora hotêlê hemî darbûn. Dora hotêl ji sê hêlan ve çiya ye, û hotêl dora sê km ji bajêr ve dûre. Bodrum herêmek torîstîke û biyanî ji hemû welatan tên wê derê.

 

 Roja duyemîn dema firavînê, ez di xwaringehê (bûfêt) de, rastî xortek gelek ciwan û tenikî dirêj hatim û gava çavên me lihevketin em herdû di cî de hişkbûn û me çavên xwe ji serhev ranekirin. Û yekser çirûskek di dilê min vêket û dilê min kire kute-kut, û min gotin ev hezkirin e û hezkirina kû ez bi salane lê digerime. Û ji wê xulkê de evîna me destpêkir.

 

Piştî rojekê-dudiyan me hevdû bêtir naskir, Serbest di hotêlê de kardikr û wî got:

Eez kurd im û xelkê bajarê Şirnaxê me. Birastî min pir tişt li ser Kurd û Kurdistanê nizanîn. Wî ji min re hin tişt li ser Kurdan xeberdan û bajara xwe li neqşê li min mandr. Min bala xwe dayê piraniyê karmendên hotêlê kurdin, û ew ji Tirkan heznakin. Lê ew ji neçarî hatibûn Bodrumê karbikin. Ji bilî serbest neha xizmên wî di hotêlê de kar dikirin û yek ji wan birakê wî bû.

 

Jiyana wan zehmetbe, jiber ew heftan rojan heftê kardikin û her çar-pênc mirov di hodakê de xewdikin. Û wek wan ji min re xeberdayî mehaniya wan jî pir nebaşe. Wan nikanî di hotelê de xew bikrana, ew diçûn li gundekî nêzîk wir xewdikirin.

 

Pirsgirêka herî mezin li pêşiya me, ziman bû, û di vî warî de me gelek zehmetî dîtin, jiber kû înglîziya me herdûyan newaqas baş bû. Û pir tişt dema me birêya Google ji zimanekî vedigerandin zimanek din, pir şaşî têde derdiketin, jiber wê hincaran me digirt hevdu û em hêrs diketin. Wek em hemî dizanin, bê ziman mirov nikanin bihevre bidinûbistînin.  

 

Û gava mirov ji kesekî hezdike, dixwaze pir tiştan ji evîndarê xwe re xeberde. Di rewşek wisa de, gava ti zimanê kesê din nizanî, û ew jî zimanê te nizane, gelekî li zora mirov tê û mera ji hundir ve dêşe. Û tiştê din dema me pir kinbû, jiber wê her yekî ji me dixwast gelek tiştan ji yê din re xeberde û pir tiştan jê jî bipirse û bersîva wan bizanibe. Lê mixebin me nikanî, pir tişt jihevre xeberdana wek me dixwast, jiber kesek tune bû ji me re wergerê bike. Û wek din jî mirove nikane her tiştî li pêşiya kesek din bibêje.

 

Ji bilî wê, vê carê tiştê min li Bodrumê dîtî, ew hejmara mirovên nerêwî, çi jin û çi zarok û xort û mêr. Û tiştê herî balkêş wan li binê daran xew dikir û jiyana xwe derbas dikirin.!! Min ji Serbest pirsî û got:

-Ev kînê û li vir çi dikine? Û duyemîn, çima li ew derva xewdikin û li derva dijîn?

Serbest bersîva min da û got:

-Ew penaberin û piraniya wan ji Sûriyê ne. Ew ji vir biqçaxî birêya keştiyan, derbasî Yonanê dibin. Wek tu zanî giravên Yonanî ji kenarê avê ve, 4 km dûrin.

Min got: Çawa Tirkiyê rê dide wan, ji vir birêkevin?

Serbest: Tirkiyê dixwaze, xwe ji wan xelaske, lawma çavên xwe digre.

Birastî dilê mirov bi wan penaberan dişewitî, jiber rewşa wan pir zehmet û xerab bû. Û li gor min piraniyê wan nizanin çi li benda wane, û rewşa biyaniyan li Ewrupa çî ye û bi taybetî li van salên dawiyê.

 

Piştî ez vegeriyam Holanda, ez bi serxwe de fikirîm, çawa çarakê ji kêşeyê zimên re bibînim. Ez herim korsek zimanê îngilîzî û zimanê xweyî îngilîzî xortir bikim, dîsan mesele çareser nabe, jiber zimanê Serbest nehaqas beşe û duyemîn xudan û malbeta wî bi îngilîzî nizanin. Paşê ez fikirîm, fêrî Tirkî bibim, lê wek min ji Serbest bihîst xudanên wî bi Tirkî jî pir nizanin. Min ji xwe re got: baştirîn çare ez fêrî zimanê Kurdî bibim.

Lê pirsa mezin, çawa û li ku? Û duyemîn min ji xwe pirsî, ma ezê kanibim fêrî vî zimanî bibim? Ma zimanê Kurdî gelo çawa ye? Ez rabûn bi rêya înternêt li seyên zimanê kurdî gerîm, û min dit kû li seranserî Holenda tenê dibistanek, li Rotterdam zimanê kurdî dide.

 

Min rabû ê-nameyek ji dibistanê şand û agahiyên zêde ji wan xwastin. Û pirsa mina serekî ev bû: Gelo derfet heye ez du mehên havînê fêrî zimanê kurdî bibim?   

 

Roja duyemîn min ê-maila xwe vekir, min dît namak ji dibistanê, ji min re hatî ye. Min hema bilez name vekir, min dît bersîv bi zimanek dine!! Ez seyr mam! Dema min rûpel hemî vekir, min dît di bin kurdî de, wergera wênê bi Holendî jî heye, ez gelek kêfxweş bûm û bi taybetî ew cara yekemîn bû, ku ez namak bi zimanê kurdî dibînim.

 

Di roja pê wê de, dema hêvarî telîfona min lêket, min telîfon vekir û got:

-Hêvar baş li gel te Sara ye.

Dengek hat xuyabû ku biyanî ye û yekser got:

-Hêvar baş Sara ez mamosteyê zimanê Kurdî me, û navê min Hejar Afrînî ye.

Min got: Zor sipas jibo nameya te û telîfonê.

Mamoste got: Şaye nîne.

Berî ez dengkim û derdê xwe jêre xeberdim, wî got:

Sara, baştire em hevdû bibînin û sahkin ka em çi kanim ji te re bikim. Wek tu zanî niha havîne û dibistan girtîne.

Min got: Başe.

Me jivanek bihevre danî û me piştî çar rojan li mala mamostem me

hevdû dit.

Piştî min çîroka xwe ji mamoste re xeberda, û ez bergerîm çend seyên kurdî bilez bi min de, berî ez herim Tirkiyê, meha kewçêrê, û min jê re got:

-Tu çiqas pere dixwazî ezê bi te dim.

Mamoste got: Mesele li peran nesekinî ye, tiştê herî girîng bi cî ye. Ger te kanî cîkî peydakî, ez kanim çend seyan bi te dim, berî tu herî Tirkiyê.

Min got: Başe, ezê hewil bidim cîkî peydakim û depreşkê bikirim jibûna tu bikar hûnî.

Min rabû cîyek peydakir û depreşek biçûk kirî û me destpêka meha tîrmehê dest bi seyên zimanê kurdî kir. Ta hîngê min ji Serbest re xeberneda, ku ez dixwazim fêrî zimanê kurdî bibim.

 

Rojekê em di seya zimênê kurdî de bûn, Serbest birêya bernama WhatsAppê telîfonî min kir, min destûr ji mamoste xwast ez telîfonê rakim û Serbest re çend xulikekan dengkim.

Mamoste got: Başe.

Me silav da hev û Serbest ji min pirsî: Tu çi dikî ye? Û tu niha li kuyî?

Ez kanîm hahaha……

Wî got: Tu çima dikenî ye?

Min got: Ger ez ji te re xeberdim, tu bawernekî!!

Serbest got: Xeberde ezê bawerbikim.

Min got: Başe, ez niha di seya zimanê kurdî de me.

Serbest: Tu henekan dikî?

Min got: Ez henekan nakim, û ger tu bawernakî, ev mamoste ji te re û tevê bi kurdî baxive.

Min telîfon da mamoste û jêre got:

-Mamoste ji kerema bi Serbest re denke, jiber ew bawenake kûez fêrî kurdî dibim.  

Mamoste got: Başe, û telîfon ji dest min girt û bi Serbest re, bi kurdî dengkir.

Serbest seyr ma, lê ew gelek kêfxweş bû, dema ji mamoste bihîst ez fêrî zimanê kurdî dibim û sipasiya min kir.

 

Divê ez bibêjim mamoste birastî, gelekî alîkariya min kir, û qurşek tenê ji min nebir. Zehmetiyên min dîtinî di zimên de, ta niha bilêvkirina tîpa (a, e, o, q) ye. Wek din min biryar da ez hîsal tevî korsa zimanê kurdî bibim, jiber fêrbûna alfbeyê tenê besnake.

 

Ez niha li benda dibistanê me vebe, da ez navê xwe li ba mamoste binivsînim, berî ez herim Tirkiyê ba evîna dilê xwe. Min û Serbest sozkirî bihevre em herim Şirnaxê û xudanê wî bibînin û nasbikin. Lê wek min ji Serbest bihîst niha rewş li wir pir xerabe, jiber dewleta Tirkiyê carek din şer destpêkirî li dijî kurdan. Em binêrin ka derfet heye ez herim Şirnaxê an NA? Ez hêvîdarim ta wê demê rewş li Kurdistanê baştir bibe û em kanibin birehetî herin serlêdana xudanê Serbest û malbeta wî nasbikim. Jiber ez gelek dixwazim ji wan nasbikim û bibînim.

 

Li dawiyê ez dixwazim vê bibêjim:

Piştî min Serbest naskir helwesta min ji biyaniyên li Hollanda dijîn, hate guhartin. Berî wê têkeliya min bi biyaniyan re hindik bû.

 

18 tebaxê 2015


   

 

 

Beyar Robarî3218

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com