|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Kemal Tolan
Cejna Çarşema serê Nîsanê û Basinbarê 2016 li we Pîroz be!

Dost û hevalên hêja,
bi hêviya em Kurd bikaribin hêjî zêdetir ji erka parstina kevneșopiyên Êzdîtiya ku HAVEYNÊ MIROVATIYA MEZOPOTAMIYA YE Û BI TAYBETÎ JI XIZNA NASNAMA GELÊ KURD E ra xwedî derkevin, ez cejna Çarşema serê Nîsanê û Basinbarê 2016 li we Pîroz dikim !

 

Kemal Tolan
Wate, rojî û wextên pîrozkirina hinek cejinên me Êzdiyan

Hêjayan,

ez gelekî dilxweşim ku di van demên dawî de gelek nivîskar, dîrokzane, heval û nasên me “Kurdên Resen”yên rêzdarin, hinek pirsan li ser pêşxistin, parastin, ragihandin, nasandin û tomarkirina dîroka Êzdîtiyê ji min dikin!

 

Ezê niha dîsa li goriya derfetên xwe û bi taybetî jî li ser daxwaza  birêz  Dijwar Ûskan, Zana Farqînî û birayê min yê rêzdar Têmûrê Xelîl, van agahdariyên ku min li ser Wate, rojî û wextên pîrozkirina hinek cejinên me Êzdiyan berhevkirine pêşkêşî we birêzan bikim!

 

Wate, rojî û wextên pîrozkirina hinek cejinên me Êzdiyan

 

Hêjayan

 

ji xwe hûn jî dizanin ku , ez eva serê 39 salan  vî karê berhevkirina zargotin(dîrok û kevneşopiyên ku di hiş û mejuyên endamên civaka Êzdî de mane), lêkolînkirin û nasandina ola Êzdîtiyê dikim. Min heta niha çar pirtûk û gelek gotar li ser vî karê xwe, di gelek kovar, malper û rojnamên Kurdî de  weşandin e.  Min di hemû berhemên xwe yên ku hatine weşandin de gotiye û ez vêga jî dibêjim, “Ez gelekî xemgînim, ku hêjî piraniya  akademîkkar“, birêvebirên  ol, mal, komel û medyayên me hêjî  nebûne hêzeke civakî û netewî.  Û piraniya wan hêjî nizanin ku; ”EZDA navekî Xwedê ye û EZDAHÎTÎ jî maka hemû mîtologiyên xwezayî û pirtûkên pîroz e û gelek wan hêjî navê Xwedênasîn(Ezdahîtî)a me li goriya zanîn û zimanên xerîban şaş didine xwanêkirin…

Ez jî timî li goriya dîtina xwe dibêjim, gava meriv dîroka xwe ya kevn baş nas neke, meriv nikare dîrokeke nû jî rast baş biafirîne. Her çiqas hinek dîrokzane û lêkolînvanvên di dinya yê de pir bi navûdengin, di nav lêkolînên xwe yên li ser mirovatî, mîtologî(qewl, duha, beyt, sed û hed), ziman, civak, çande, xak, stêrk, efsane, destan, çîrok û akademînasînê de li ser afirandina dinya yê rawestiya bin jî, tu kesî nikarîbuye-nikare vê kuraya ku di nav baweriya ilmê(zargotina) Êzdî(Ezdahî)tiyê de hatiye gotin û vêga hêjî tê gotin, „di kaînat û dinya yê de Xwedê yek heye. Gava Milyaketan li ber heyiya Xwedê, kaînat û dinya ji bona berjiwendiyên giyanderan xemilandine, ewan hingê pêwîstî bi alîkariya tu beṣer anjî pêxemberan tûnebû ye. Xwedê û Milyaket vêga hêjî ne hewceyî alîkariya tu qazid anjî hêza giyanberên ku wan bi xwe ew afirandine. Xwedê û Milyaktan baṣî û nebaṣiya jiyana giyanberan(ne ya mirovan tenê) ji kiryarên wan ra hîṣtine “ ṣîrove bikin. Lewma ez jî dibêjim, xêr û ṣerên mirovan di dilê mirovan de ye. Gava kî ji bo Xwedê be, Xwedê jî ji bo wî/wê ye !. EZDAHÎTÎ maka hemû mîtologiyên xwezayî û pirtûkên pîroz e!.

Li aliyê din, weke ku di nav hinek rûpelên dîroka derbasbuyî û zargotina me de tê xwanê kirin, gava mîtîngehker hatine Kurdistan bi şûrê zorê dagir kirine pêve, êdî ewan bi alîkariya hinek olperest- begên Kurdên paşwerû û şêwirdarên Ewrûpayiyan, tovê bêtifaqî û neyartiyê jî berdane nava civaka Kurdî ya herî qedîm. Lê, XWEDA ṣada ye ku, piraniya bav-kalên me ÊZDIYAN di her wextî û di her cîhî de, li himberî zilm û xezeba mîr, beg, axa û artêṣên dagirkeran li ber xwe dan e, ew teslîmî wan olperestên fanatîk, bêbext, nijadberestên xwînxwar û hovane nebûne. Lewma divê em ŞARİSTANİYA KU ÊZDİYAN Lİ SER ERDNÎGARİYA KURDİSTANÊ DESTPÊKİRYE NASBİKİN Û BİPARÊZİN! …..(berdewam binêren li çavkanî: *1)“

Gelek dîroknasên Kurd, yên birêz dizanin ku di wexta beriya xaçparezî û îslamî bê bikeve nava welatê me , hingê gelek cejn û îdên me Êzdiyan hebûne. Lê mixabin, ji ber zilm û zora dagirkerên welatê me û neheqiya di heftêdû fermana de bi serê bav-kalên me de hatine, îro kes ji me hew dikare bitevayî derheqê pîrozkirin, hebûn û yekbûna cejnên me Êzdiyan de agehdariyên temam bide. .......

Ji ber ku di Êzdiyatiyê de gelek Xwedan, Xas û Qelenderên dînî hene, ew gelekî bi xof û rahmên û ew gelek îd û rojiyan ji bo Xwedan, Xas, Qelender, Paresgeh, silavgeh, Ziyaret, Cemayî, dawetnebî û whd.ê ku di herêmên wan de hene û pîrozin digrin û cejnên wan pîroz dikin.

Min derheqê wate, rojî û wextên pîrozkirina hinek cejinên me Êzdiyan de weha gotiye û dêjim: weke ku ez di jiyan û ilmê Ezdahîtiyê de dibînim, em Êzdî hêjî vê ” salnameya ku 13 rojan derengî salnameya mîldalî” destpêdike pîrozdikin.

Wate, rojî û wextên pîrozkirina hinek cejinên me Êzdiyan

Nav  û wate ya cejnê

Weke cejina tevayî

anjî ya herêmî ye

Wextê cejinê

ji bo  her salê

Di sala 2014 de wextê rojiyên vê cejinê

Herêma ku ev cejin lê tê pîrozkirin

Roja cejinê

di sala 2014 de

Îda Belindê

« Tê zanîn rêwresmên vê cejnê vedigerin serdemê hinga ku mirovan çandinî naskiriye.Li gorî çavkaniyên dîrokî someriyan û Babliyan ev cejin hebû û bi hêviyek mezin pîrozdikirin wate li gorî bîrûbawerên wan ew dendika dexil û danê ku hatî bin axkirin, xwe gorî jiyanek nû dike lewre pêwîstî bi pîrozî rêzlênanek taybet heye, heyanî îro jî li cem Êzidiyan rêwresmên vê cejna bi hezarên sala kevin tên gêran. Berdewam binêrin li (*2.)»

Niha tenê li başûrê Kurdistanê tê pîrozkirin.

“Ev cejin li dawiya werzê çandinê wate li binaxkirina tovê dexl û danî têgêran.(*2)”

 

Niha tenê li başûrê Kurdistanê tê pîrozkirin.

05.01.14

Batizimî,

Cejina pîrê Alî .

Berdewam bînêren li (*3)

 

Ya Êzdiyên ji herêma Çêlka(Torê) û Çolî(Qelaçvanî) ye

Îna duyemîn ya piştî Îda Êzî destpêdike.

27.12.2013

- 04.01.2014

Her devera ku Êzdiyên Çêlka(Torî) û Çolî(Qelaçvanî) lê dijîn.

05.01.14 ya Çêlka(Torî) û

12.01.14 ya Qelaçvan(Çolîyan)e

Serê sala kurmancî

Di nav tevaya Êzdiyan de

Hersal di roja 14.01.(salnameya mîladî) de cejine

Kes jê ra rojiyan nagire !

Di nav tevaya Êzdiyan de

14.01.2014

Çilê Zivistanê :

Dawiya sir, seqem, cemed û serma zivistanê Berdewam bînêren li.(*4)

 

 

Tenê hinek dîndarên Êzdiyan( yên weke Feqîrên Şêx Adî û whd.) vê îdê çêdikin

Piştî çil rojiyên çilê zivistanê, yên di dawiya meha çile anjî di destpêka meha sibatê, ya her salê de ye.

Li goriya salnama zayînê, hersal di (25.12.? yê meha Kanûnê de destpêdikin.

Her devera ku dînadaran lê rojî girtine de

02.02.2014

Xidir Elyas û Xidir Nebî

Weke Xwedanê Miraza (hizkirin, evîn û hêviyê), mirad xwazan, xefûrê rêya, piştevan(hêviy)ên kesên nexweş, hêjar, xîzan, girtî, sembola jiyîna nû(ava hayatê, zemzem e), li her deverê zindî-amade ne pîrozdikin. Berdewam binêrin li (*5)

Ne ferze ku hemû Êzdî  van sê rojiyên Xidiryas û Xidirnebî bigrin. Lê, evdê ku van rojiyan digrin, divê heft sala li ser hevûdinê bigrin.

Di heftiya meha Sibatê(meha 2 ya salnama kurmancî) ye yekemîn de, di roja dûşembê, sêşembê û pênçşembê rojî bigre û roja înê jî cejna wan çêke.

17.02.-19.02.

Di nav tevaya Êzdiyan de

20.02.14 Xidir Elyas

21.02.14 Xidir Nebî

Kiloçê serê salê (Çarşemê hesava).

Berdewam binêrin li(*6):

 

Her devera ku Êzdiyên ji  Qafkasiya yê lê dijîn.

Çarşema meha sibatê ya ewlîn û li goriya salnama kurmancî.

 

Di nav tevaya Êzdiyên Qafkasiya yê de

19.03.14

Çarşema sor

Li gorî mîtolojiya Êzdîyatiyê, çend kevneşopên ku roja çarşemê pîroz dikin evin:

Tawisî-Melek hersal carekê di roja çarşema yekemîn ku di keve serê meha nîsana rojhilatî de ji ba Xwedê tê dahirî ser erda Lalişê dibe û ev roj dibe sersala Êzîdiya.

 

Milyaketan di roja çarşemê de ruh berdaye qalibê Adem.

 

Roja çarşemê roja cimayî, dawetnebî û hemû cejnên pîroze.

 

Roja çarşemê roja şûştin û gera cin, perî û milyaketa ye.

 

Em Êzîdî hêjî bi taybetî hemû rojên çarşemên di meha nîsanê de dikine cemayî û dawetnebî.

 

Em Êzîdî hêjî di tevaya meha nîsanê de tû dawetan çênakin û di hemû rojên çarşemen salê de jî tûcarî mahrê na birin.

 

Roja çarşemê roja betlana Êzîdiyan ne

  1.  

Çarşema Sêre Nîsanê
Şixadî Şêxalê Şemsa xweste dîwanê
Da qayîm bikin dîn û îmanê 
Ev e îda Kurdistanê.“Berdewam binêrin li(*7)

Ya  tevaya Êzdiyan e.

Li goriya hesabê salnama kurmancî , Çarşema ewlîn bikeve meha nîsanê

 

dawtnebi

Di nav tevaya Êzdiyan de

16.04.14

Basinbar

Ev ji hiriya miyan tayikekî bi teşiyê dirêsin. Dûre benikê xwe bi her sêh rengên pîroz di rengînin û ji vî benikî re dibêjinbasinbar. Merivên Êzdî vî benikê basinbar bi qevda destê xwe ve girêdidin û hêvîdikin ku nezer, nexweşî, bela û kêmasiyên sala nû neyê ne serê wan. Wekî din jî benikê basinbar, li ba me Êzdîan  symbola bereketa demsala biharê, zad , pez, dewar û hemû zêdebûnê ye. Lewma, hêjî gelek Êzdî di roja heftê nîsanê de basinbar bi hemû dewar û pezên xwe vedikin. Hinek jê jî basinbar bi serê darikê ku pelora Xidir Elyas û Xidir Nebî pê li hevûdinê xistine vedikin û dibin di nava hemû zad û çandiniyên xwe de diçikînin.  

Rengên li ba Êzdîyan pîroz kesk,sor,zer û sipî ku rengên all û tabîat(xwezay)a Kurdîstanê ne.Berdewam binêrin li (*8)

Di nav piraniya Êzdiyan de.

Em Kurdên Êzdî ji berê ve, basinbar timî roja îna ku dikeve piştî sersala kurmancî, di roja heftê meha nîsana Kurdî û nihajî gelek jê di roja cejina Çarşema sor de û di meha nîsanê deçêdikin..

 

Di nav tevaya Êzdiyan de

20.04.14

Tuwafên Welatşêx

 

 

 

 

 

20.04.14

Cejina Memê Şivan

Di zargotina me de tê gotin, “Berê li herêma Xaltiyan de gelek navê xwedanê Memê Şivan hebuye , lê mixabin em niha nikarin zêde agehdariyan li ser wate û vê ocaxê bibêjin.”

 

 

 

Li hinek herêmên Xaltiyan de, li goriya salnama kurmancî, hersal roja îna ku dikeve dawiya meha Gulanê de dawetnebiya vê cejinê çedikir. ?

16.05.14

Çilê Havînê

Dawiya rojên germ û dirêj.

Berdewam binêrin li(*4)

Tenê hinek dîndarên Êzdiyan(yên weke Feqîrên Şêx Adî û whd.) vê îdê çêdikin

Di nav meha tîrmehê ya her salê de destpêdike.

 

Li goriya salnama zayînê, hersal di (23.06.? yê meha Hezîranê de destpêdikin.

Her devera ku dînadar Êzdiyan lê rojî girtine de

02.08.2014

Bîranîna Cangoriyên Êzdiyan

Di Kronolojiya dîroka hinek ferman û tevkujiyên ku berê li Şengalê pêk hatinede jî têxwanê kirin ku, tevaya tûnekirin, zilm û zora ku desthilatdar, dagirker û olperestên di nav û derveyî Êzdîxanê de bi serê bav-kalên me Êzdiyan ve anîne û wan misiyonerên ku bi malê dinya yê pêşiyên me Êzdiyan xapandine. Berdewam binêrin li (*9).

Divê di nav hemû Êzdiyan de bê pîrozkirin.

Di nav meha Tebaxê ya her salê de ye.

 

 

Her devera ku mal û komelê Êzdiyan lê dijîn

14.08.14

Cimaî ya Şerfedîn

Qewlê Şerfedîn
Ciwabê bidne Kurdistanê
Bila qayîmken Îmanê
Şerfedîn mîre li dîwanê

….

Di berdewama vî Qewlî de  diyar dibe, mîr Şerfedîn çawa daxwaz û du`aya ji Siltan Êzdî(yanî Xwedê) dike  ku bo Êzîdiya bibe mehdî.”Berdewam binêri li (*10)

 

Ev cejina li ba Ezidiyên ku xwedanê wan Şerfedîn e têye pîroz kirin. Êzdî di vê rojê de li ser ziyareta Şerfedîn nêzikî hevdibin, dua dikin, xwarin û vexwarin bi hevre dixwin û vedixwin. Xêra miriyan ji aliyê malbatan têye belav kirin.

Li nav Êzîdiyên Xaltiya de, Ziyareta Mezela Kekê (jire digotin Ziyareta Şerfedîn), di nav aqarê wîlayeta Sêêrtê de li gundê Êrenzê ye. Di wexteyekî de piraniya bineciyên vî gundî tevdek pêşîmam bûne. Berdewam di " . Berdewam binêrin li(*11).

Li devera Ezidiyên ku xwedanê wan Şerfedîn e têye pîroz kirin

Di nav meha tebaxê ya her salê de ye.

 

 

Li devera Ezidiyên ku xwedanê wan Şerfedîn e têye pîroz kirin

19.08.14

Cejna Qurbanê

“Zargotinên me Êzdiyan dibêjin, wexta bedena meriv di nava axê de hate veşartin û şûnde jî ruhê merivnamire. Wexta ruh ji bedenê derdikeve û nikarîbe derbasî axretê bive, ew cardinê vedigere ser ruyê vê dinyayê û di nava qalib(şiklek)ekî dinê de dijî. Ji bo ruhê miriyên meriv li ser ruyê vê dinyayê zû paqij bive û biçe li axretê heta ebedî sax bimîne, divê meriv hergav li gorî mecalên xwe zad (hemû şiklên xwarin û vexwarinan) û qurbanan (weke ser jêkirina ga, golik, gamêş, beran, berx, nêrî, karik, -elok, qaz, ordek û whd.) ji bo xêra(şîv û taştiya) miriyên xwe bide...”Berdewam binêrin li(*12).

-Êzdî qurbanê ji pez, dewar û teyredeyên nêr didin. Nabe çêlek, mirîşk an mî bikin qurban. Ango, gerekê nêr be, wek ga, beran û dîk...” Birêz Têmûrê Xelîl.

Ya  tevaya Êzdiyan e.

Hesabkirina bapîran a berê hatiye ji bîrkirin, lê niha hinek Êzdî dibêjin,” 50 roj piştî cejina Ramazanê dikin Îd.?”

 

Her devera ku mal û komelê Êzdiyan lê dijîn

04.10.14

Cimaî ya Şêx Adî

“Koçek Merwan li ser Cimaya Şêxadî

 dibêje, “gava Şêx Adî qedim(kiras)guhastiye, hingê Êzdî ji hemû heremên Êzdîxanê hatine geliyê Lalişê û hevûdinê li cem merasîmên kirasguhastina Şêx Adî dîtine. Lewma ev peyva cema ji gotina cem hatiye,

piraniya merasîm, rê û rismên di cemaya Şêx Adî de ku li Geliyê LALIŞÊ têne meşandin, bi kirasguhastina Şêx Adî ve girêdayî ne.”Berdewam binêrin li(*13 û 8)

Tenê li başûrê Kurdistanê tê pîrozkirin

“Her sal roja şeşî çirya êkê(06.10…) li mêjûwa zayînê de destpêdike…

Berdewam binêrin li çavkanî *10 rûpel: 46:-57”

06.10.-13.10.14

Tenê li başûrê Kurdistanê

06.-13.10.14

Îd û rojiyên Şêşims

Êzdî dibêjine rojê Şêşims-Şems û gelek duhan ji bo rojê dikin. Wate û pîroziya Şêşims di hemû duhayên Êzdiyan de tê diyarkirin. Mînak:

Çend sebeqe ji Beyta Subê

Hê hê ji wê hiltêtin roje,

Şêxê Nurî bişkoje,

Destê Şêşim selat û doje..

 

Ji wê ku roj hilate,

Ji  berî mang der hate,

Şêşim zeynan di bû welate.

 

Ji wê hilêtin tave

Şêxô Nûri Zer bave

Sûnet kir bu tebabe

……..

Çend sebeqe ji Beyta Şêşims

Wê kim, ro hiltê ye
Menga zere pê ye
Şêşims dîvanbegê Xwedê ye

 

Wêkim ro hilat e
Mizgîne welat e
Destê Şêşims daye pira doje selat e

 

Wê kim, hiltê şems e
Me wê nedîye tu kes e
Weke bave, weke pise
Sunetxane nav dikrê Şêşims xalis e

 

Ro hatîye érşa jûr e
Şêşimsî xefûr e
Nûr nedera Şêşims daye masîyê behrên kûr e

 

Ro çûye érşa teng e
Şêşimsî pereng e
Mêra wê danî oxilme ceng e”

Berdewam binêrin li(*4 rûpel:52.72)

Ev bi piranî di nav herêmên ku Êzdiyên Xaltiyan lê dijîn de tê pîrozkirin.

Pêwîste meriv van her sê rojiyan dû hefte berî roja îna ku yekemîn dikeve meha kanûn(bi hesabê kurmancî meha 12 ye)ê, di roja sêşem, çarşem û pênçşemê de bigre û di roja înê de jî îd(cejin)a Şêşims çêbike.Berdewam binêrin li(*4).

Êzdiyên ku Xwedanê wan Şêşims be, ew tenê van sê rojiyan digrin.

02.12-04.12.2014

Hersal li hemû herêmên ku Êzdiyên Xaltiyan lê dijîn de.

05.12.14

Îd û rojiyên Xwidan

 

Li gorî kevneşopên me her evdên Êzdî  be, Xwedanekî wan heye.Berdewam binêrin li(*4).

Ev bi piranî di nav herêmên ku Êzdiyên Xaltiyan lê dijîn de tê pîrozkirin

Pêwîste meriv van her sê rojiyan, hefte yek berî roja îna ku yekemîn dikeve meha kanûn(12)ê de, di roja sêşem, çarşem û pênçşemê de bigre û di roja înê de jî îd(cejin)a Xwedanê xwe çêbike.Berdewam binêrin li(*4).

 

09.12, - 11.12.14

Divê her  evdekî Êzdî be ji bo Xwedanê xwe

Bigren. Niha hêjî li hemû herêmên ku Êzdiyên Xaltî dijîn tê pîrozkirin.

Berdewam binêrin li (*4).

12.12.14

Îd û rojiyên Êzî

 

 

Di zargotinê me de xwanê dibe ku ev rojî ji bo afirandina dinya yê jî tê ne girtin û dibe Îda afirandina dinyaye.

 

Girîngaya navê Êzî di van gelek sebeqên Qewlên Êzdiyatiyê de hatiye diyarkirin:

 

Çend mînak :

„Xwedawendê me gemî ajot
Ji kinar ço ber kinar e
Ajote Lalişe got."heq war e"
Siltan Êzî xweşrêber e
Lalişkurkî beşer e
Niha êzdî jê xeber e…

Siltan Êzî bi xwe Pedşa ye,

Hezar û yek nav li xwe dana ye,

Navê mezin her Xweda ye….

 

“Padşê min bi hezar û yek nav e
Ev dinya li ba wî seat û gav e
Ew dizane li behra çend keşkûl av e
Li besta çend kevir dinav e

 

Pedşê min surr li sema

Berî ne lewh hebû, ne qeleme

Ya Siltan Êzî, li ba te ew se’ete ew deme.


Ewî Hewa kir e bûk
Adem kir e zav e

Çendî panîye çendî pesar e çendî berî ye çendî behr e
Hemû li ser kefa Siltan Êzî ye “

 

Riya siltan Êzî bihevîn e
Xasa pê hatî bawer û eqîn e
Mîro muhbeta Xwedê gelek şirîn e “ Berdewam binêrin li(*4).

 

Ya  tevaya Êzdiyan e.

Pêwîste meriv van her sê rojiyan, di heftiya meha kanûn(12)ê ye yekemîn de, di roja sêşem, çarşem û pênçşemê de bigre û di roja înê de jî îd(cejin)a Êzî çêbike

16.12.-

18.12.14.

Li ser hemû evdên Êzdî  ferze ku van her sê rojiyên Êzî bigrin.

19.12.14

 

Wekî din jî, di şûnwarên me Êzdiyan de xwanê dibe ku, me Êzdiyan berê ji wan dever(cîh)ên ku Milyaket û Xwedanan xwe şanî  qenc, Xas û Qelenderan kiriye û ewan lê sur û keremet girtine yanjî lê kiras guhartine re gotiye: „Silavgeh, Ziyaret, Nîşangeh, Qub, Parêzgeh, Zêw, Mal, Gor, Mezel û whd.  

 Ev cîhên Silavgeh, Ziyaret, Qub, Parêzgeh, Zêw, Mal, Gor, Mezel û whd. li ba me Êzdiyan gelekî pîrozbun. Me Êzdiyan ji ber baweriya xwe, hemû tiştên xweza (ax, av, dar, kevir, agir û whd.)ku  li wan cîhên pîroz hebu diparast û ji bo roj ji tengasî û tariyên zivistanê zu derkeve û dinya ji me hemû ruhilberan re xweş bive, em bangî hemû Xwedanên (Tawisî-Melek, Şêx Adî, Şêşims, Êzî û whd.) xwe dikin. Her weja ji destpêka meha kanûnê şûnde de gelek rojiyan ji bona wan digrin û cejnên wan pîroz dikin. Her wusa, gava roj ji tengasî û tariyan xelas dibe jî, em dîsa gelek rojiyan ji bo Xwedanên xwe digrin û cejnên wan pîroz dikin.

Ezê gelekî dilşad bim , eger ku min karîbû bi van agahdarî û berhevkirinên xwe jî, hinekî alîkarî dabe we nivîskar, dîrokzane û hemû çalakvanên Kurd e  rêzdar, yên ku li ser pêşxistin, parastin, ragihandin, nasandin û tomarkirina dîroka “Kurdên Resen”-Êzdîtiyê lêkolîndikin! 

Her wisa, gava ku hinek ji we hêjayan bikaribin kêmasiyên hene tamambikin, şaşîtiyan  bi min û raya giştî re parvebikin, ezê hîn zêdetir dilxweşbivim!

“Emî kêmin, yê tamam Xwedê ye”!

Kemal Tolan – Berhevkarê Kevneşop û Zargotina Êzdîtiyê  10.05.14

 

*Çavkanî :

  1. Kemal Tolan - Nêrînek li ser maka dîroka Ezdahîtî û -Kurden resen : http://www.welatperwer.com/nerinek-li-ser-maka-diroka-ezdahiti-u-kurden-resen-kemal-tolan/
  2. Azad Kurdo- http://www.kaniya-sipi.de/kurdish/azad-kurdo-belinda070107.htm
  3. Dr.xelîl Cindî Reşo -http://www.yeziden.de/44.0.html?&tx_ttnews[pointer]=158&tx_ttnews[tt_news]=125&tx_ttnews[backPid]=22&cHash=a7bb1a1d5f9406c588e1a0d6cc60054e û Mejdîn Kurt, http://www.ciwanen-ezidi.de/pdf/Batizmi.pdf,
  4. Kemal Tolan , Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Weşanên Perî 2006 Istanbul,
  5. Kemal Tolan, http://www.mezopotamya.gen.tr/cejna-xidir-neb%C3%AE-%C3%BB-xidir-eylas-makale,699.html Anjî "Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê"rûpel:75
  6. Eskerê Boyîk, http://www.lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=167
  7. Kemal Tolan- http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/carsema-sor.html Û Pîr Xidir : http://www.lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=213
  8. Kemal Tolan- http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/carsema-sor.html û

#http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/rengen-li-ser-ala-kurdi.html

  1. Kemal Tolan, http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/di-diroke-de-gelek-tevkujiyen-li-sengale.html
  2. Bedelê Feqîr Hecî- Bawerî û Mîtolojiya Êzîdiyan , Dihok 2002, Rûp. :97- 112
  3. Kemal Tolan , « Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê"rûpel:86
  4. Kemal Tolan , http://www.kaniya-sipi.de/kurdish/tolan-hec-qurban.htm û  

Di êzîdiyatiyê de li ser buyer û qurba na Birayîm Xelîl :

http://www.denwan.de/Briefe/Di%20ezidiyatiye%20de%20buyera%20serbir%20u%20qurbana%20Birayim%20Xelil.pdf

  1. Kemal Tolan- http://www.peyamaazadi.org/modules.php?name=News&file=article&sid=2528 û binêrin li çavkanî *10 rûpel: 46-57.

 

Xembarî:

Min jî bi dilekî xemgîn bihîst, ku hinek kesên Xwedê ne nas(terörîstan) di 08.05.14 de, dîsa hinek cotkarên kurdên Êzdî yên li devera Rebîa ku nêzîkî Qeza Şingalê ye qetilkirin(https://www.facebook.com/photo.php?v=864768423550089&set=vb.100000508187792&type=2&theater )!

Ez hemû qetlîamên teroristan û Xwedê ne nasan bi tundî şermezardikim !

 

Bila rahma Xwedê li hemû şehîdên Kurd-Kurdistanê be, sersaxiyê û sebrê ji hemû merivên malbat, dost û pismamên şehîdan ra dixwazım !

Ez hêvîdarım ku berpirsên Hikumeta Herêma Kurdistanê, Hikumeta Federal a İraqê, Mîr Tahsîn beg, Bavê Şêx, Nûnerên Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî-Civakî, mal û komeleyên Êzdiyan(http://www.dergush.com/modules.php?name=News&file=article&sid=4419)

li hemberî van wahşetên grûpên çekdar, yên ku li ser navê dîn mafên gelê Kurd tûne dikin û Kurdên resen qetildikin, bê deng ne mînin!

Divê em li hemû tevkujiyên ku li şengalê û tevaya Kurdistanê de pêk hatine ra xwedî derkevin

http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/di-diroke-de-gelek-tevkujiyen-li-sengale.html !


   

 

 

Kemal Tolan3223

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com