|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eskerê Boyîk
Ji Hemîdiya heta DEȊŞ

                                                            

Kevirê enîşka pirsgirêkên bȗyaran ku niha Rojhilata Navîn da diqewimin  pirsgirêka Kurdan e. Pirsa kurda cihanê da hatiye naskirin, dewletbȗna Kurda cihanê ra êdî bȗye pêwîstîk, mecbȗrîk . Dewletên xweyê berjewwendiyên mezin , êdî nikarin çavê xwe  van neheqiyan ra  bigrin ȗ bo kara dagerkirên Kurda tê kiri. Ȇdî rind divînin bê çareserkirna pirsgirêka Kurda berjewandiyên wan heremê da nikarin mîaser bibin. Kurd jî netewa berêye nezan e razayî  nîne. Boy destxistina azadiya xwe, şerê hebȗn-nebȗnê dimeşîn e. Eva yeka  bȗye  sancȗke bi êş kitye zikê dagerkirên Kurdistanê, berê ewlin dewleta tirk.  Ne destê wan diçe mafekî sivik  bidin Kurdan ȗ bi xwe pirsgirêkê çareser bikin, ne ji destê xwe ji Kurda dikşînin.

Tê xanê Dewleta tirk bi xapandin, menya /têrorîzmê/  dixweze  vê tevlihevyê da,  bi destê xelkê ȗ dewletan  gelê Kurd bişkêne,  qirke,  pirsgirêka Kudan  bi tunekirn-gênosîdê   safîke, çawa dîrokê da  pirsgirêka ermenya Abdil Hemîdê II ȗ Can tirka  bi komkujyê-gênosîdê  „holê rakirin“.

Bȗyarên niha heremê ȗ Tirkyayê da diqewimin dema komkujya ermeniya tînine bîra mirov.

Em dîrokê binhêrin. Rewşenbîrya Kurd/, nivîskar,  dîrokzan, sîyasîmedar…/   van pirsa ji min çêtir zanin ȗ nizanim çima rastya pirsgirêkê xelkê Kurd ra nabêjin. Ev şerê ku Bakȗrê Kurdistanê da dibe, şerê Erdoxan ȗ PKK nîne, eva şerê bi qirkirinê temirandina tevgera gelê Kurd e. Heta Kurd bi xwe rastya xwe eyan nekin, bi xiyal, hîvyên derew xwe ȗ gelê  bixapînin, hîvya rehma dilê dewleta Tirk bin, ji vê zulmê rizgar nabin ȗ ev pirsgirêk  jî bi dewî nabe.

Dewya sedsala 19 a  halê împêratorya Osmaniyê wek hale  niha, yê vê navçê bȗ. Dewleta Osmanyê hildişya. Navbera Osmanyê ȗ dewletên cînar da konfilîktên mezin, şer ȗ pevçȗn  hebȗn. Dewletên rojava, wek xeysetê sîyasya xwe  di nava wê tevlihevyê da ketibȗn pey berjewandiyên xwe.  Her yekê dixwest ew bikeve nav karê wê dewleta rizyayî, rola wê bilind be. Wek niha gor kara xwe dixwestin bi rêform ȗ hinek guhestinan wê sazîmana rizyayî  li ser piya bihêlin. Çawa niha Ȋreq ȗ Sȗryê , herd dewletên nexweşe ber mirinê dixwezin xilazkin. Gelên wî walatî  jî li nava tevgerek dijî  deshilatdarya Osmanyê da bȗn. Derba here giran salên 1831-1832 hukumdarê Misrê Mehmed Elî gîhande eskerê Osmaniyê, mecbûr kir ku tesmil bin.

Sala 1833 a  şerê Osmanyan bi  Rȗsayê ra  bi peymanek  sosret dewî  hat. Sultnan ȗ der dorên wî sebebê têkçȗnên xwe Kurd didîtin.  Bi serokatya Mehmed Reşîd Paşa ordiya Tirka ya 20 hezarê  berê xwe da  Kurdistanê ȗ çawa dîrokzan dinivîsîn bi şȗr ȗ agir temamya Kurdistanê ra derbaz bȗ.  Derbeke giran gelê Kurd ȗ Mîrtiyê Kurda da.

Wusa  nîvê sedsala 19 da Osmanyê ra li hev hat kurda qels bike.  Lê çiqas jî Kurda derba giran xweribȗ  dîsa wextê mecal çê dibȗn  radibȗn. Halê kurda ya civakî ȗ aborî jî ne ser bingeheke mehkem bȗ.

Wê sedsalê  Kurdistan timê dijî Osmaniyê nava serhildan ȗ tevgera da bȗ. Em hinek serhildanên Kurda yê wan sala bîr bînin: Ya Mîr Mehmedê Rêvandȗzî, Bedirxanya,  Yêydanşîr, têkoşîna  lawê Bedirxan: Huseyn ȗ Osman, têkoşîna Ubeydulla Nahrî, tevrabȗna Mȗsa Beg li ser hidȗdê Ȋranê… Eva yê mezin in, le yê biçȗk ȗ herêm?.

Bȗyarên dîroknî  nîşan didin hale wê sazîmana hedimî ya hundur ȗ der çiqas diçȗ berbi wêranbȗnê diçȗ. Sultan-der dorên xweva dixwestin bi  çi cȗreyî jî hebe hukumdarya xwe biparêzin.

Tevgera here aktîv ȗ bo Osmaniyê bi qezya ya Ermenya bȗ. Sultan, der –dorê wî ji wê tevgerê ditirsyan. Çima?

-Ermenî dewletê Ewropî va girêdayî bȗn. Dewletên rojava xirîstyan bȗn, tevî Rȗsyayê sozê alîkaryê didane Ermenyan.

-Ermenî xwendî bȗn, nava hukumat, deshilatdar ȗ civakê welêt da ciyê berbiçev digirtin.  

-Xweyî sermayî bȗn. Li nav bazirganya walête ya der ȗ hundor da giranya wan hebȗ.

- Rewşenbîrya wan ya netewîye xurt pêşda hatibȗ, tev oldarên dêra, dersdarên dibistanên gund ȗ bajaran, bȗrjȗazya hȗr   gel xwe gîhandibȗn femdarya netewetiyê.

-Nava wê sazîmana fêodalye paşdamayî da bȗrjȗazya ermeniyaye netewparêz pêşda hatibȗ.

-Ermenî koçer nîbȗn, bajara de girîngya wan hebȗ.

Tevgera ermenya piştovanî ji dewletên Ewropî û Rûsyayeê digirt. Xala 16 ya peymana Bêrlînê da nivîsar bû: “Tirkiya… borc hildide li ser xwe bi lez li wan wîlayêta da rêforma bide derbaskirin, li ku ermenî  lê dijîn, ku wan destdirêjaya çerkeza ȗ kurda biparêze”.

 Ermenya sozên wan dewletan bawar dikirin, sale 80-90 î Anadolya Rojhilat  bi van hîvya şerkarya xwe  geş  dikirin. Lê fikira dewleta Tirk jî tunebû sozê xwe bi cî bîne. Pêra jî tevgera ermenya xof dikire dilê rayedarên dewletê, ku kare gelê ne tirk ê blindest, nav wanda wusa jî  kurd bigihîjin wê tevgerê . Ji ber wê jî Ebdul Hemîdê  II  û koma dorê biryar dan, ku pêşî li wan bȗyara bigrin ȗ carekê va pêsîra xwe ji pirsa ermenya xilaz bikin, biryara here hovana dan,ya bi qirkirinê.

Ji pey şerê Rȗs-Tirka yê 1877-1878 ra Sultan der dorê xweva  rȗyê gelek egeran va, pirsgirêka Ermeniya jî navda  mecbûr ma siyaseta xwe himber Kurda biguheze.

Ji  bo xebitandina wê pilana xweye hovane dijî Ermeniyan wan hewl dan   serekeşîrê kurda yê nexwendî ȗ nezan, hîmlî serokên eşîrên  koçer bikşînin nav  lîstikên xweye qilêr, yên ku Ermeniya ra tevayî li ser wî  erdî dijîtin.

Bi wê yekê wan dixwestin  bi gulekê du nêçîra bigrin, hin pirsa ermenya hin jî ya  kurda welêt da ji hole rakin. Hukumata Tirkiyê dest pê kir serokên Kurda ra bilîzin, ew bi ritba, nîşan ȗ pera xelat kir. Gazî hineka kir ku hukumatê da bixebitin. Sala 1892 li Ȋstembol ȗ Bexdayê jib o zarokên serokê kurdan ȗ ereban“dibistanê qebîla “ hatin vekirin. Ebdul Hemîd li ser wê bawaryê bȗ,ku bi wan dibistanan  serokê Kurdan time wê li ber cave wî bin, dema lazim be kare wan ȗ ewledê wan girav bigre..

Hinek kurd kirin nav serkatiya ordiyê.

Sala 1891 ji Kurdan /li îraqê jî ji ereban/ li ser navê Sultan Hemîd siyarê Hemîdyê hatin sazkirin.

Armanca wergirtina kurda di nava quluxa eskeryê ew bȗ ku tevgera azadixwezya kurda bidine temirandin , kurda bikin bin kontrola serokatya Tirk. Sultan li ser wê bawaryê bû hemîdiyê karibe hemû kurdan milahîm bike. Sultan bi xwe bîranînên xwe da dibêje,- armanca mezintirîn ewe “ Bi her teherî em gerekê Kurda bihelînin“.

Niha dema kiryarê DAȊŞ ê dijî  gelê Kurd mirov dinhêre, zulma „Alayên  Hemîdiyê „ dijî Ermeniyan têne bîra mirov : fanatîzma olperestya tȗnd, kuştin , talankirin, piştovanî bi çek ȗ sîlihan, ji alyê dewleta Tirk va bi her cȗreyî wan xweyî derketin.

Çiqas jî serokên Kurdan nexwezin rastyê bibînin, Tirka DAIŞ çê kir dijî Kurdên Rojava ȗ Başȗr, ku ew ser nekevin. Her tişt li ber çavan e, DAȊŞ ê carekê va berê şȗrê xwe da wan hereman. Ȇzdî bê pişt bȗn, musulman nî bȗn, qir kirin, telan kirin, ku kurd gişk ji zulma wan  bitirsin ȗ carekê va tesmîl bin.

Lê ne serok ȗ rêvabirên Kurdan, gelê Kurd, bi alîkarya hêzên navnetewî DAȊŞ şikênandin.

Çawa niha rewş kurda ye, wê demê rewşa Ermenya pir xirab bȗ. Sala 1894a,ermenyan mecbȗr navça Sasȗnê da dest bi serhildanê kirin.  Eskerê ordiya Tirka ra tevayî  komên Hemîdiya jî  tevî „temirandina“ serhildanê bȗn. Sasȗn ȗ der –dorê we hatin wêrankirin: bi deha hezara ermenî hatin qetilkirin.  Samsȗnê da 102 gund hatin talankirin, ji wana 89 gund hatin şewitandin. Salek pey ra li Bitlîsê, Xarpȗtê, Diyarbekirê, Erzirȗmê, Tirabîzonê, Ȗrfayê ermenî xeza kirin. Lê sala 1896 a sebebê ku partîya daşnaka* êrîşî li ser banka Osmaniyê kirin e paytext da jî ermenî qir kirin. Jiwê gelkujiyê 300 hezar ermenî hatin kuştin, gelek jî her tiştê xwe hîştin revyane welatên dereke.

Şedê wan bȗyaran dinivîsin, ku  hukumata Tirka  her mecal dida kêranîn ku hemîdyan  bişînin  ser Ermeniyan, li nav hemîdyan da fanatîzma olî bide gurkirin, , Hemîdî didan bawarkirin, ku tu kes nikare dest bide wan.

Ew zulm ȗ zora Ermenya dihate kirin cihanê da gelek nerazîbȗn  dijî Tirka ȗ hemîdiya  pêşda tanî: Sultan  Ebdul Hemîd, ku xwe bipareze her tişt dikire ustiyê  Kurdan , digot: … Şikyatên Ermeniyan derheqa zordestyan da ne rastin.  Kurd berk û şerȗd in. „Kurd berê da axa bȗne, lê ermenî xulam. Ji ber wê jî ew rêformên dewletên mezin dewê dikin nikarin pêk bên“.

Lê gerekê bê gotin  Sultan di xwestinê xweda şaş derket, hemîdî gelek ciyan ji bin kontirola dewletê derdiketin, Gorî xwestinê Sultan  tev nedigeryan, zordarî, talan ne ku tenê ermenya, lê gelek ciya tirka, kurda ȗ ereba jî di kirin. Rayedarên dewleta Tirk ji hemîdiyan aciz bȗn:  „ku qir nakin, nakujin, tek talan dikin“. Kirinê Hemîdyan ordiya Tirka  jî xweş nedihat. Li nav Kurda bi xwe jî dijîtîk çê bȗ himberî  Hemîdiyên talançî, Serokên hemîdiyan bi xwe jî hêdî- hêdî  fen ȗ fêlên Sultan fem dikirin.

Sala 1903-1904 Sasȗnê da carke din serhildana Ermeniya dest pê kir. Menî ew bȗ ku Sultan dixwest Ermenya ji wur derxe ȗ ji Rȗsyayê musulmana bîne li wur cîbike. Vê carê êdî piranya Kurda bi qencî berbirî  têkoşîna Ermenya dibȗn. „Dema hincirandina tevgera Ermenya ya dewî,- dîtindar dinivîsin,-Tirka bi resmî qedexe kir, ku Kurd tevî wê temirandinê bibin ȗ temamya karê temirandina tevgera Ermeniya danîbȗne ser eskerên ordiyê ȗ cenderman“.

Hewldanên Sultan, der dorê wî, qir-bir, telan,bi  şer ȗ konfilîktan ku bikaribe xwe ȗ împêratorya xwe xilazke nebȗ  23 ê tîrmeha sala 1908 a Ebdul Hemîdê II a, ew hukumdarê xȗnxur ji ser hukum hate avîtin.

Pey Sultan ra Canturk derbazî ser hukum bȗn. Sîyasya wan jî berdewama ya Sultan bȗ:  Pantȗrkîzm , nijarperestiya here berk dijî netewên wek ermenî, kurd ȗ yên din  .

Helbet ji text avîtina Sultan Hemîd ra zȗ dewî Hemîdiyan nehat, çiqas jî Canturka dixwestin pêsîra xwe ji Hemîdya xilazkin dew ȗ doza wan ȗ hemîdiya çend sala kişand. Gelek serokê hemîdyan girtin avîtin hebsan, sirgȗn kirin. Gelek ji destê dewletê ȗ hevalên wan hatin kuştin. Pêşya da gotine: „Gunê vî destî destê din ra namîne“.

Wan di pirsa Ermenya, çi ku Ebdȗl Hemîd dest pê kiribȗ, bi cȗrê tirkîtiyê,  gênosîd-komkujiya mîlyon nîv ermenî, bi  seda hezara Ȇzdiyan „çareser“ kirin.

Bi fikira min Hemîdî jî DAȊŞ jî ji alyê sazîmanekê ȗ bi meremêkê hatine demezirandin.Wan herda jî di dîrokê  da riya  reşe, nelet   ji pey xwe hîştin e ȗ dihêlin. Ewê ku DAȊŞ demezirandin “Alayê  Hemîdiya“yên Sultan Hemîdê II a  xwera  kirne mînak ku bi wê hêza xurt  pêşya demezirandina Kurdistanê bigrin.

Helbet mirov nikare Hemîdiya ȗ DAȊŞ ê weke hev bike. Hemîdî hêzeke herêmî ya nezan, nexwendî , talançî  bȗn, bi piştgirî ȗ gotina Osmanyan tev digeryan. Sultan ji wan ne razî bȗ ku wak eskerê Romê kujar, zalim ȗ zulmkar nînin,  Tevî Ermeniya li ser erdekî dijîtin  cînar bȗn, nikaribȗn wê weşîtiyê  bikin çawa WEȊŞ dikin. Hema pêşyê da gelek malmezinê Kurda ȗ gelê kurdî sade,  wusa jî hinek oldarê Kurd yên pêşverȗ begemya xwe nedan e kirinê Hemîdiyan,  rewşenbîrên Kurd, çiqas jî wê demê ne xweyê hêza xurt bȗn derketin dijî wan. Serokê Hemîdiyan bi xwe jî zȗ  nêta Sultan tê derxistin, ku wana bi karê xweye gemar ra kêr tîne…

DAȊŞ hêzeke navnetewî, fanatîk, olperest ,payê pirê ji der hatî,  ji bo kiryarê  nerind, talankirin-wêrankirinê, bi cȗrên hovîtî kuştina evdan  ȗ her cȗrê pêkanîna têrorîzmê ra perwerdekirî ne.Rêvabirê wan karê xwe bi zanebȗn- pirogiram dikin, bin şibera dewlet ȗ hêzên musulmana yê sereke da nin.  Fînansa ȗ alîkaryê ji  wan distînin. Gelek ji wan pispor ȗ  zaneyên karê leşkerî ȗ siyasî  ne.

Hemîdî êl ȗ eşîrê wan, cî ȗ warê wan wê dewletê da hebȗn, ji pey belabȗnê ra êdî hêzeke xeter nîbîn.

Ya DAȊŞ ê cȗrekî din e. Eger heremê da têk herin, xweyê wan wê wan bibin ku?Kîjan weletî? Pêşya kê?. Çawa pêşya gotye: „Kê hevalê xwera gorê dikolê bi xwe dikevê“. Bi texmîna min ewê bibin bela serê xweyê xwe…

Wusa jî heye. Xweyê DAȊŞ a niha dest wanda ketine belayê…

***

Ji wê demê bawarkî 100-110 sal derbaz bȗne.

Bi xapandina ȗ sozên Can Tirka ȗ Kemal Atatȗrk ê derew Kurda  ew dewleta mirî sax kirin, dane ser serê xwe ȗ bi konfêrans  ȗ peymanê Sêvr  (20 tebaxê 1920 î) - Lozanê (23 hezîranê 1923 a) hilbirîn danîne ser textê hukumdariyê ȗ serê xwe ȗ ewledaê xwe kirin bela.

Ji wê rojê heta niha ew dewlet aşkera, ber çavê temamya cihanê ketye pey holê rakirina gelê  kurd ȗ Kurdistanê.

Navê Kurd, ziman, nasneme, dîrok, perwerde, çi ku Kurd ȗ Kurdistanê va girêdaye ji sala 1923 a virda bi qanȗnnema wane  bingehîn ya pêşin  bi dewletî hatine qedexekirin, înkarkirin.

Ew hê gişk nîne, nahêle ji erdê wê  der da jî tu ciya çira kurda bişxul e.

Kurd jî  bo destanîna mafê xwe  vala nesekinîne:

-Serhildana Kurdan li navçeya Koçgirî –Dêrsimê  1920-1921

-Serhildana Şêx Seyîd -2025

-Serhildana Araratê  1927-1931

-Serhildan li Dêrsimê „Tȗncelî „ ya Seyîd Riza- 1936-1938

-Eva sî salî zêdetire şerê ku Bakȗr da, navbera PKK ȗ dewletê da tê meşandin

Eger em serhildanên Kurda li Başȗr, Rojhilat ȗ Rojava yê mezin, tevî wan wusa tevgerên bi çapa xwe orta ȗ biçȗk jî hesab bînin, bawarkî tu rojê şerkarya Kurda dijî zulm ȗ zora dagerkira nesekinye. Dagerkiran bi deha caran dijîtyê li nav xweda   dane alîkî, peyman çê kirin e, ku bi hêza tomerî Kurda bêdeng bikin, kerkin, tunekin. Bi deha komkujî ȗ gênosîd mezin anîne serê gelê Kurd.

Zulma ku anîne serê gelê Kurd, ziyana ku gihîştye Kurdistanê, bi çapa xwe serê mirovê normal da cî nabe. Eger gênosîda Ermanya mîlyon nîvek bȗ… Hesavê undayên Kurdan kê zane çendik-çend mîlyonin. Cendik-çend hezar gund hatine wêrankirin, bi deha mîlyona kurd hatine nefîkirin-sirgȗnkirin

***

Eva demeke dirêje Dewleta Tirk bi hêza leşkerê xwe, bi çek ȗ sîlihê cihanê yê here modêrn e kujar   ketiye gund ȗ bajarê kurda, xelkê Kurd yê dewleta xwe qir dike. Heta niha jî ez menîke wî şerê neheq nizanim. Xelkê qir dike ku ew Kurdin. Ku cî warê xwe bihêlin koçber bin.

Hemin Kurdistana Başȗr bi menya PKK hero topebaran dike.

Nahêle pirsgirêkê Kurdên Rojava da çareser bibin…

 Dewleta Tirk dijî hebȗna gelê Kurd e.

Ji dewya salên Osmaniyê heta îro tu rojan şerê Dewleta Tirk ȗ Kurdan ranewastyaye .

Dewleta Tirk gaveke biçȗk jî navîtye bo hema sivikkirna  pirsa Kurd.

Serokê Tirkiyê di pirsa Kurdî da yek ji yê din xirabtir bȗye.

Yê ku dibêjin ev şera yê Dewleta Tirk ȗ PKKê ye nava şaşîke mezin da ne.

PKK menî ye, Têrorîzm jî wan bi xwe çê kirye, ku bi wî navî cihanê bixapînin ȗ Kurdistanê xirabkin Kurda qirkin bi destê zorê bihelînin.

DAȊŞ çê kirin ku pirsa Kurda bingeva holê rakin, çawa Osmaniya ȗ Can Kurda serê  Ermenya kirin.

Lê gelê Kurd DAȊŞ şikênand.

Niha jî , di heremê da hebȗna DAȊŞ ê  serê xweyê xwe bȗye bela.

Şer çareserî nîne. Evê yekê gerekê  Dewleta Tirk femke.

Rojekê jî bê wê êdî dereng be.


   

 

 

Eskerê Boyîk3229

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com