|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Musa Kaval
BIZAVA AŞTIYA NAVXWYÎ -BAN - PEYMANA AŞTIYA NAVXWEYÎ (MÎSAQ)

 

PÊŞGOTIN

 

Ji ber sebebên cuda: tarîxî, ceosiyasî û ceositarejî, her dem, xeterên mezin  li dijê gel, welat û Asayişa-Netewiya Kurdan hebûn, hene   û  bi pir şêwazan  dê bidomin.  Lewma, fere ku gelê me bikarît xwe li hember van xeteran biparezît, bo vê armancê  baştirîn çareyan bibînît û zincîra bê tubahiyê û lawaziyê  biqetînît û di encamê de,  xwe ji  bin nîrê zordarîyê û bindestiyê derînît.

 

 Bi hizaran salin ku gelê Kurd hatiye bindest kirin, welatê wî hatiye parçekirin, ji mafên xwe hatiye bêparkirin, hemû curên zordarî, bêbextî, qirkirin û koçkirin li dijê wî hatîne kirin û hêj niho jî berdewamin.

 

Netewa kurd li hember vê zulmê, bi şêwazên cuda tekoşîn daye û hêj di vê tekoşînê de berdewame. Lê mixabin ne kariye, azadiya xwe bistînît, ne jî yekîtiya xwe biafirînît.

 

 Pir caran di dîroka kevin û nû de, guherînên mezin, di Rohelata navîn de, çêbûne, di encamê de derfetên pir baş bo  yekbûna gelê kurd û avakirina dewleta Kurdî peyda bûne,  lê mixabin ji ber nakokiyên hundurî,  Kurdan nakarîbûne van derfetan bikar bînin û yekîtî û azadiya xwe bi dest xwe ve bînin.

 

Ev guherînên ku  di salên dawî de, li Rojhelata-Navîn  qewimîne û didomin,  derfetên zêrîn bo Kurdan diafirînin.  Lê mixabin her weku em dibînin, li her parçekî Kurdistanê, nakokî, didomin, carbicar gurtir dibin wek agirî  navmala Kurdan dişewitînin. Tirs heye ku ev derfet jî wek yên berê,  ji dest gelê Kurd biçjn û ew çu  mifan jê nebînîn.

 

Eger gelê kurd vê carê jî rizgar nebît,  bindestî û xwelîserî    dê carek din  dubare bibît.  Bêguman berpirsyar û gunehkarên  sereke akter û hêzên siyasîne, lê ne raste ku bêjîn, ji bilî wan kesek din  jî, nîne. Herwesan, û di heman demê de,  akterên ne siyasî jî, di van erk û berpirsyariyan de, beşdarin û  di ast û rewşên xwe de gunehkarin.  Lewma ew pirsek netewî, welatparêzî  û hevbeşe, eger gelê Kurd azadiya xwe bistînît, herkes pê bextewar, serbilind û keyfxweşe, lê ger ew, bindest bimînît,  her kes,  serşûr,  pûsîde û rureşe. 

 

Bi sedan salin ku gelê kurd , bi şêwazên cuda li berxwe didet.  Bi dehan serhildan kirîne û hêj niho jî didomînît, lê nekarîye, azadiya xwe bistînît, ne jî hevbendiyek û stratejiyek hevbeş li dijê dagirker û dijminên xwe biafirînît. Ji ber vê yekê her  bêçare û parçekirî maye  û belingaz û ruswaye.  Gelo binasên (sebeb) sereke kîne ? Dijminên biyanîne, yan fakter û akterên xweyanîne ?  Bawerîn ku binasên sereke hundurîne, di serî de, kurdo-kurdîne û di çand û zêhniyeta hevbeşa siyasî û civakî de  de veşartîne.

 Lewma di kevin de,  Aştiya-Navxeyî di nav  akterên siyasîyên Kurdistanî de  ne bûye û mixabin  niho jî,  nîne.

 

Ji ber vê yekê, fere ku her kes û her akter: rewşenbîr, hunermend, kesatiyên siyasî, civakî, aborî, zanyarî, bi erkên mirovîtî, netewî û welatparêzî rabin  û bi hevre  bixebitin da ku Aştiya-Navxweyî peydakin û zêhniyeta wê di jîna siyasî û civakî de avakin. Herwesan fere ku  ewe hemû b.ixebitin da vî kevirê dijminîtiyê  ku bi hizaran salin di demarên mejiyê hevbeşê Kurdan de, bi cihbûye û zêhniyeta-Aştiya-Navxweyî, xetimandiye, zu biferikînin.

 

Ji bo ku Aştiya-Navxweyî di nav hêzên siyasî de, di nav civata medenî  de, belavbibît û zêhniyeta wê jî, di bîrûbaweriyên  siyasî û civakî de cih bigirît, fere ku bizavek  taybet hebît û bo  vê  armancê û felsefê , bixebitît

 

 

A. BO ÇΠ GELÊ KURD  HER PARÇEKIRIYE Û DEWLETA XWE NE ÇÊKIRIYE ?

 

Berî ku li ser vê pirsê biaxivîn, fere ku îşaret bi hind rastiyên dîroka kevin û nû bikeyin. Di van sê hezar salên borî de, bi dehan dewlet û impiratorî li vê herêma ku bo tête gotin Rojhelata-Navîn, hatine avakirin. Hindekan ji wan, bi sedan salan domandîne, paşê wunda bûyine. Herwesan pir gelên biyanî ji walatên pir dûr hatîne vê herêmê dagirkirîne, tê de dewlet çêkirîne, bi sedan salan, tê jîne, paşê bi dawî hatîne. Kurd yeke ji kevintirîn gelên vê herêmê, belê mixabin, nekariye, ne yekîtiya xwe biafirînît ne jî dewletek bihêz li  Kurdistanê bidamezirînît. Gerçi  di hind midehên dîrokî de, hindek begên kurd, bihêz ketîne, mîrnişîn avakirîne û mercên dewletê peybûnê,  lê dîsan jî, nekarîne,  ne hemû kurdistanê azad bikin ne jî demek dirêj dewam bikin.  Di demên cuda de û bidirêjiya dirokê, bi dehan mirnişînên Kurdî avabûyine,  bi sedan salan domandîne, paşê kitkit bi destên dewletên biyanî, herifîne û wunda bûyine. Herwesan ji sala 1914 heta niho, 140 dewletên nû, li Cîhanê  avabûyine.  Lê mixabin  Kurdan, ne yekîtiye netewî çêkirîne  ne jî li parçeyekê Kurdistanê dewletek avakirîne.

 

Di gel ku gelê Kurd  nekariye yekîtiya netewî çêket û dewleta xwe avaket, belê, wî, bi dirêjiya tarixê li dijê, dagirkeran bi şêwazên cuda, tekoşîn kiriye, di encamê de,  kariye, li welatê xwe  bimînît, ziman, çand û nasnameya xwe biparêzît û bidomînît.

 

Ji vê  dîroka hezaran salîn û ji  berxwedan gelê kurd,  du regez û rastiyên dijhev diyar dibin. Ew herdu bi hebûna gelê me ve girêdayîne. Yek  ji wan, xurtiye  ya din jî lawaziye, ew herdu fakter, di kevin de, hebûn û  niho jî berdewamin:

 

 

  1. Regezê yekemîn xurtîtiya hêza Kurdiye.

 

Bi saya vî fakterî gelê Kurd kariye, bidirêjiya dîrokê li ber xwe bidet û hebûna xwe li welatê xwe  berdewam biket.  Bi rastî, di van sê hezar salên borî de, bi dehan xelkên mezin di vê herêma ku bo tête gotin  Rojhelata-Navîn, peydabûn, lê jiber guherînên giran û dijwar, ew   heliyayne, wundabûn û di dawiyê de, ji holê rabûn. Lê Kurdan karine xwe û welatê xwe, di hemû rewşan de, biparêzin û li ser erdê xwe bimînin. Bi vê yekê diyar dibît ku  hêzek zindî û canek vaşartî, li cem gelê kurd heye, kes neşêt wan bibînît, ne jî bişkênît, jiber vê yekê gelê kurd, di dawiyê de, dê bi ser bikevît û azadiya xwe bistînît.

 

 

b. Regeza duyemîn lawaziya navxweyiye.

 

Herweku me işaret pêkir, bi saya fakterê yekemîn, gelê  Kurd, tekoşînên berdewam kiriye, hebûna xwe li ser erdê xwe parastiye, lê ji ber fakterê duyemîn, nekariye yekîtiya xwe misoger biket û welatê xwe ji bindestiya siyasî û îdariya biyaniyan rizgarbiket.  Evro gelê Kurd yeke ji kevintirîn û mezintirîn miletên bê dewlet di cihanê de. 

 

Rigezê xurtîtiyê bûye binas  ku gelê Kurd,  karîye li welatê xwe bimînît û jiyana xwe bidomînît, regezê lawaziyê jî, bûye binas ku gelê Kurd , bindest bijît û bêdewlet bidomînît. Bi sedan salin ku lawazî di civata Kurdî de, bi cih bûye, semyanî û serweriyek hov û zalim çêkiriye.  

 

Vêca  niho dem hatiye ku Aştiya navxweyî bête afirandin û  sebebên  lawazbûna Kurdan  bête qewutandin, zincîra wê bête pelixandin. Herwesan, xurtbûn cihê lawazbûnê dagirît, rewşek zêhnî, siyasî civakî, madî û manawî  biafirît ku ew lawazî carek din ne zivirît.

 

 Bizava Aştiya Navxweyî dixebitît û bi şêwazên cuda  hewul didet ku binasên vê lawaziyê bibînît,  wê ji nav civata Kurdî derînît û  di şuna wê  de,  fakterên xurtîtiyî  biafirînît. Bi vê yekê Kurd dê bişên xwe ji bindestiyê derînin.

 

Ji bo vê yekê,  fere ku em  van pirsên jêrî  ji xwe, bikin, bihizirin û li bersiva wan  bigerin: 

 

« Gelo bo çî gelê  Kurd nekariye, yekîtiya netewî  pêkbînin  xwe ji bindestiyê derxînin û  dewletek serbixwe  li welatê xwe  biafirînin ? »

 

Di gel vê pirsê, pirsek din  jî heye û pêve girêdaye: « Gelo çewan mumkune ku netewa Kuristanî  xwe xurt biket,   hêzên belav kom biket  hêzêt nû jî çêbiket,  da xwe azad biket  û dewlata xwe avabiket ?

 

 

Eger mirov bi kûrî û bi gora zanistiyên, siyasî, civaknasî, li bersiva van pirsan bigerhît, yek bersifa sereke bo wan herduyan dibînît. Lewma bersiva herduyan  di Aştiya navxweyî de tête dîtin.

 

Anku, nebûna Aştiya-Navxweyî, bibû binas ji bo ku gelê kurd nekarît yekitiya xwe avabiket û dewleta xwe çêbiket.  Bersiva pirsa duyemîn jî disan her Aştiya-Navxweyî ye. Anku eger ew di nav netewa kurd de    hebûya, di zêhniyeta hevbeşa ya rêveberên siyasî de, avabibûya, hingê fakterê lawazbûnê  ku yê me li jor behsê wî kiriye, ne dima û fakterê      bihêzbûnê  dê bikarîbûya rolek mezin bibînît û di encamê de, gelê Kurd, dê bikarîbûya   maf û azadiya xwe bistînît.

 

Bê guman, ji bo neçêkirina dewleta kurdî hindek binasên (sebeb) din jî hene wek, komplo  li dijê gelê kurd û  wek binasên cegrafî, ceosiyasî,  dewletên biyanî, belê ew ne binasên sereke ne. Herweku me  li jor îşaret pêkir,  fakrerî sereke  nebûna Aştîya Navxweyiye. Fakkterên din harikarin ne bingehîne. Lê ji bo nebûna Aştiya-Navxweyî jî,  sebebek sereke heye, ew jî zêhniyete. (mentality)  

 

Zêhnîyet, dikarît bête nasandin wek  hişdariya (conscience)   ku endam û akterên civaka medenî  (Civil society)  û akterên siyasî  gora wê, bihayan (Value) didene kiryar, hizir û  gotaran û wan pê dinirxînîn, ji aliyek din ve, heman akter, kiryar, hizir û gotarên xwe jî, diafirînin û ankuyan bo wan dibînin. Herwesan mirov dikarît bêjît ku zêhniyet wek mejiye, bi hizir û bî baweriye, kesatiya netewî tê de  veşartiye.  Ji ber vê yekê, her netewek  gora zêhniyeta xwe, bihêze yan lawaze. Eger netewek bi qebare (hecim), bicûkbît, lê  zêhniyetek  mezin, pêşkeftî û  baş hebît, Aştiya-Navxweyî tê de bicihbibît ew dikarît, xwe pêşve bibet  û bi madî û manewî xwe xurt biket.  Lê eger netewek  çend mezin jî bît,  lê  xudan zêhniyetek biçuk, paşkeftî û ne baş bît, ew dê her  vemayî û lawazbît.

 

Zêhniyet, di rewşa gelê Kurdistanê de, binasek  du alîye : Aliyek  nebûna Aştiya-Navxweyîye, aliyê din jî hebûna dijheviye. Vêca di encamê de, her aliyek, aliyê din xurtir diket û gelê Kurd û hêzên wî yên siyasî û civakî  lawaztir diket.

 

Ji ber vê zêhniyetê, di dîrûka kevîn de, Kurdan,  nedikarîbûn, aştiya navxweyî misoger bikin, arêşeyên xwe çaresser bikin, dijheviyê puçbikin, tifaqê û tubahiyê binecih bikin, hêzên xwe yên belav kombikin, hêzên nû peyda bikin, xwe ji nîrê bindestiyê azad bikin û dewleta xwe çêbikin.  Eger ev zêhniyet  berdewam bît, niho jî Kurd   nikarin û di demên werin de jî dê na karin vê yekê bikin, heta, eger ew  Dewletekê biafirînin, dê ni karîbin, ne  wê xurt bikin û ne jî  bidomînin.

 

Bizava Aştiya Navxweyî-BAN, Peymana Aştiya Navxweyî  (PAN)amade diket, bingeh û binyatên hevkarî û hevbendiyê, tê de bicih diket û pêşkêşî gelê kurd diket.  Lewma  fere ku Kurd ji zêhniyeta dijhevî, dijminîtî, rizgar bibin û di şûna wê de,  zêhniyeta aştîyê, hevkariyê  û hevbendiya  netewî  û civakî danin. Ev erk û berpirsyarî  dikevîne ser hemû   Kurdan,  bi taybetî  dikevîne ser hêzên siyasî û rêveberên wan.  Fere ku ew  li her paçeyekê bi taybetî û li her çar parçên Kurdistanê bi giştî, dest ji rikberî û ji dijminîtiya hev berdin, vê zêhniyeta heyî  wundakin û zêhniyeta Aştiya-Navxweyî û Netewî peydakin  û  sitratejiyek hevbeş avakin.

 

Evro erkên neslên nû yên  Kurdistaniyan ewin  ku  kêmasi û xeletiyên neslên berî xwe dubare nakin. Bi zêhniyeta Aştiya-Navxweyî, civata xwe  ya nû avabikin û  radestî neslên piştî xwe bikin. Vêca   Aştiya-Navxweyî û netewî,  dikarît, di karin, gotar û hizrên hevbeş de  cih bigirît, bi taybetî li cem akterên siyasî  û civakî  diafirît û didomînît. Hindî ku ev zêhniyet baştir bîbît, netewa Kurdistanî jî, dê xurtir bibit, herwesan hindî  ku ew  hebît, netew û dewleta Kurdan dê bidomînit. 

 

B.  PEYMANA AŞTIYA NAVXWEYΠ Û ERKÊN HER KURDEKÊ.

 

Peymana Aştiya navxweyî, bingehek hizirmendî, felsefî û exlaqiye. Ew bi taybetî, giringiyê didete pêsxistinên zêhnî, hizirî û têgehestinên zanîstî û eqlanî yên kitane, (ferdî) û  hevbbeş.  Ewên ku dikarin gelê Kurdistanê, di hemû rewş û barodoxan de,   pêş ve bibin,  kesîtiyek   bihêz, serwext  û berpisryar biweribînin (çêket) û bi vî şêwazî  kesatiya netewî û Aştiya-Navxweyî, biafirînin.

 

 Hrwesan, Bizava Aştiya-Navxweyî, dixebitî ku babetên pabend bi berjewendiyên netewî ve, bibin bilindtirîn nirxên civakî, exlaqî û siyasî ji bo xelk û hêzên siyasiyên Kurdistanî. Bi şêwazek wesan ku herkes  wan pîroz bibînît û rêzê bo wan bigirît. Erkên bicihkirina vê yekê  bi taybetî dikevine ser hêz û akterên siyasî û  rêxistinên civakî. Lewma fere ku ew hem rûmetê bo bigirin, hem jî, bi endam, bi terefdarên xwe û bi herkesê bidin pejirandin û rumet girtin.

 

 Binyatên (prensîp) Peymana-Navxweyî  dikarin zêhniyet û çandek kêrhatî, demdirêj biafirînin, tovê serkeftin, tifaq û bihêzbûnê biçînin û bi vê yekê, zêhnîyet û çanda, rikanê (rikberî), hevkujî û dijminîtiyê di çanda siyasiya Kurdistanî de bimirînin.

 

Ji bo ku ev armanc bi cih bibît, her kesên Kurdistanî li her derekê, dikarin  di Peymana Aştiya-Navxweyî de, cih bigirin, lê pêwsîte ku wê di  jîna siyasî, civakî, ferdî de, wek bawerî û  bingehên hizrî û felesefî bipejirînin û bixebitînin. Hingê Kurd dê bikarin baştirîn çareyan  bo hemû   arêşe û kêşeyên  navxweyî bibînin û stratejiyên pêwîst bo azadiya gelê Kurdistanê,  biafirînin û bikar bînîn.

 

Mixabin ev rewşa ku evro li Kurdistanê heye, eger hosan, bidomînît,  çu mizgîniyên xêrê  bo gelê me naînît.  Bi berevajî metirsiyek mezin heye, ku ev rewşe helomercên arêşan, alozîyan  û girifdariyên  berdewam û tund biafirînît. Em dibînin, çewan, li Başur, li Bakur, li Rojhelat û li Rojava Kurdistanê, nakokî, dijîtî, hevlawazkirin, di navbera partî û hêzên siyasî de hene . Çawan ew ji hev ditirsin û di encama vê yekê de,  arêşe û rewşên wesan çê dibin ku  di bin astengên mezin  ji bo xurtbûna  gelê kurd û ji  bo damezirandina  dewleta Kurdî. Ji ber van arêşan, siyasetek, projeyek û sitratîjiyek hevbeş, di navbera partiyên Kurdistanî de, ne di hundurê çu paçên Kurdistanê de, ne ji di navbera her çar parçeyan de,  nîne.

 

Bi dirêjiya dîrokê, zêhniyetek pir metirsîdar li cem rêveberên   gelê kurd çêbûye û di çanda siyasî û civakî de, bi cih bûye. Ew ji bo paşeroja netewa kurd û ji bo tifaq û  yekîtiya partiyên siyasî yê Kudistanî  pir bi xetere. Ew zêhniyet  bi kurtî eve :

« Ez û bes ez, eger ne ez ne kes » 

 

Vê zêhniyetê, di peywendî û di jîna siyasiya Kurdistanî de,  hêlîna xwe çêkiriye. Lewma piraniya semyan, mîr û begên Kurdistanê, di  demên borî de, ji bilî  xwe, kes ne dihebandin, ji bo semyaniya dewleta kurdî, kes ne dipejirandin  û her dijîtiya hevdikin, harîkariya  dagirkeran û dijminan dikirin. Bi vî shêwazî, her yekê yên din  dimirandin yan didane hilweşandin. Çi zu, çi direng dora hilweşandina her yekê ji wan  bi destên dijminan dihat. Ev zêhniyet wek ejdehayek yek bedenî û duseriye, têr nabît, her birsiye,  xudanê  xwe didete kuştin û kuştinê  bi wî jî, didete kirin. Ew her dem hosan  kar diket, xwudanên xwe bihev didete pelixandin, paşê  wan dadiûrît û dixwet.

 

 Eger di paşerojê de,  zêhniyeta Aştiya-Navxweyî çênebît, bêguman xelkê Kurdistanê, dê herdem, bêçare, bindest, parçekirî û bêrumet, bijît. Gerçi, carnan Aştî  çêbibîtîn jî, ew dê lawaz bît,  bes tektîkî û  ji bo  xizmeta  berjewendiyên demkî û taybetî bît. 

 

Ji aliyek dine ve, aştiya berdewam û durust ewe ya ku, bi hesta aştîperwer, bipeywendî û  çalakiyên dadwer, di civatê de bibîte serwer.  Eger dadyarî (edalet) ji bo aştiyê  bibîte can, herwesan jîna civakî û siyasî jî, bo dadyariyê,  bibîte  cendek, (kelex) , ew dê  li ber arêşeyan, aloziyan û girifdariyan bibine xendek.Vêca aştî dê bibîte  serwer û  dadyarî jî, dê bibîte rêber. Hingê, gelê Kurd di Rojhelata-Navîn de, dê bibîte hêzeke serwer.

 

Dema ev zêhniyet çêbibît û hêvênê wî di civat û siyasetê de, belavbibît, hingê,  ew dê bikarît, kesatiyên aşt, malbatên aşt, kesûkarên aşt,  cîranên aşt, gundên aşt, taxên aşt, bajarên aşt, herêmên aşt, gelê aşt, netewa aşt biweribînît (çêbiket),  di encamê de, welatê aşt, dewleta aşt biafîrînît. Vêca  xelkek, bihêz, pêshkeftî û tifaq peyda dibît, di encamê de, her kes  bi aramî û bextewar dê bijît. 

 

Aştiya-Navxweyî,  girêdaye bi  piraniya  babetên jîna siyasi, civakî ve nexasime bi evên li jêr :

 

Zêhniyet ; Aştî ; Aştiya-Netewî; Netewparêzî; Netewperestin; Welatparêzî; Berjewendiyên-Netewî; Xweza û jîngeh;  Cografiya Kurdistanê; Ceosiyasiya Kurdistanê; Dewlet; Siyaset; Demokrasî ; Diktatorî; Partiyên siyasî; Berpirsyarî û  Erk; Semyanîtî (leaderşip); Azadiya ferdî; Azadiyên  giştî; Dîn;  laîkîtî (sekolarism) ; Peywendî di navbera Dîn û siyasetê de; Heramkirina xuna Kurdan bi Kurdan; Çareserkirina arêşeyên navxweyî; Malbat; Civat; Civata Kurdistranî;  Hemwelatî; kesayetî; Dadyarî  (edalet); Dadyariya civakî (edaleta civakî); Wekhevî  li hember qanûnê; Çanda Tolvekirin û  Zerera wê ya civakî û siyasî;  Top of FormBottom of FormLihevborîn; Tundrewî; Maf; Wekheviya jin û mêran;  Ziman û çanda Kurdî; Perwerde; peywendiyên dostane  di gel Netewên ciranên Kurdistanê;  Piştgirtina diyalogê bo çareserkirina doza gelê Kurd, li Tirkiye, Iran, Iraq û Suriyê. Herwesan Aştiya-Navxweyî giringiyê didete hemû  babetên din yên ku pabendin  bi berjewendiyên gelê kurd ve.  

 

Ev babet û çemik (konsept) hev temamdikin, sîstemek zêhnî û hemaheng,  di asta siyasî û civakî de,  avadikin. Ew sîstem, bandorên erênî û binirx  li ser shêwazên hizirînê, kirinê û axiftinê, diafirînin û tovê kesatiyek  berpirsyar, hêjayi û jêhatî, di nav neslên nû de û di civatê de, diçînin. 

 

Lê  fere ku ew çemkên he, gora berjewendî û hewcehiyên gelê kurd bêne xandin, fehmkirin û bikaranîn, ne gora hindek teoriyên biyanî ku di gel taybetmendi û berjewendiyên Kurdan na guncin. Herwesan fere ku ew  bi armanca, pêşketina civata Kurdistanî û aştî û yekîtiya netewî, bêne lêkolîn û belavkirin û xwandin. Bizava Aştiya-Navxweyî, vî karî bi erkên xwe  dibînît û bi berpirsayarî pê ra dibît.

 

C. NETEWA KURDÎ Û AŞTIYA NAVXWEYÎ.

 

Ji ber sebebên cuda: tarîxî, ceosiyasî û ceositarejî, her dem, xeterên mezin  li dijê gel, welat û Asayişa-Netewiya Kurdan hebûn, niho jî hene   û dê  bi pir şêwazan di dema were de jî dê bidomînin. Lewma fere  ku gelê me xwe li hember van metirsiyan (xeteran) biparêzît, bo vê yekê baştirîn çareyan bibînît . Bi hizaran salin ku gelê Kurd hatiye bindest kirin, welatê wî hatiye parçekirin, û ej ji mafên xwe hatiye bêparkirin. Hemû curên zordarî, qirkirin û koçkirinan li dijê wî hatîne kirin û hêj niho jî  têne kirin. Kurdan li hember vê zulmê, bi şêwazên cuda tekoşîn daye û hêj di vê tekoşînê de berdewame. Lê mixabin di gel vê yekê jî, ne kariye azdiya xwe bistînît, ne jî yekîtiya xwe biafirînît.

 

Herweku me li jor îşart pê kir, binasê  sereke,  ew bû ku Kurdan ne dikarî aştiya navxweyî misoger bikin, arêşeyên xwe çaresser bikin. Ji bo ku Aştiya-Navxweyî, di nav hêzên siyasî  û civata kurdistanî de, belavbibît û zêhniyeta wê jî di bîrûbariyên siyasî û civakî de bicihbibît pêwsite ku bizavek taybet hebît  û bo vê armnacê  bixebitît.

 

Ji bo ku Aştiya-Navxweyî, baştir bête fêhmkirinn, lazime ankuyên sê peyvan bêne zelal kirin : Aştî, Netew û Aştiya-Netewî. Gerçi ew her sê gotin ji hev  cudane, lê ew bihev re girêdayî ne. Ew sê çemkên  xweşin,  wek sê stêran geşin pêwîsite ku di esmanê Kurdistanê de, biteyîsin û geş bin.

 

 

 

 

  1. Aştî.

 

Aştî berîtiye ji aramiya giştî, ku  bipêkkirin, bihevhatin û bihevrumetgirtin, di nav endamên civatê de cih digirît. 

 

Peyva aştî, di zimanê Kurdî de,  bingehek hevbeş di gel peyva Aşa heye. Di  Avesta de, ev gotin, bi pir ankuyên ayînî hatiyê, ankuya pirtir nêzikî aştiyê eve ye : Aşa yeke,  ji şeş  çemkên xudayî di dînê Zardeştî de, ew bi ankuya  rêbaza pîroz û adil hatiye.  Bi vê yekê  Aştî  raste rast girêdaye  bi nîzâm û  dadyariyê ve (edalet). Ji vê wateyê diyar dibît ku aştî, sistemek civakiye li ser baweriya pîroz û dadyar( adil) ava dibît. 

 

Di dînê Îslamî de jî, peyva   Selam  ku bi ankuya aştî ye û peyva  Îslam  ji yek bingeh tên ku peyva SLM. (silim). Di  civaknasiyê de. (sociology) : aştî berîtiye ji lihevhatinek dostane di navbera  endamên civatê de.

 

b. Netew.

 

Çemka  netew, bi pir şêwazan, hatiye nasandin, lê mebesta me di vê nivîsê de, eve ye : « Netew, berîtiye  ji civateka mirovan  ku endamên wê, di encama pêvajoyek dîrokî de, di welatê xwe de,  pêkve dijîn û hejmarek peywendiyên hevbeş yên madî,  manawî û xwezayî  wan bi hevre girêdidin, wek : hemwelatî, esil, ziman, çand, bîrûbaweriyên ayînî yan  pêkvejiyanek azad». Simayê  netewa Kurdistanî ji vê nasandinê  tête dîtin  û  ev rastiyên li xarê diyar dibin:

 

1.Netew ne bes hizrek abstrat (mucered) lê kesîtiyek  zindiye,  ji civateka marovan pêk têt û ew civat bi hind têkiliyên heveş û  taybet  ku li jor hatîne diyarkirin, bi hev re girêdaye.

 

2 Endamên wê civatê, di encama  pêvajoyek tarîxî de, li welatê xwe dijîn û peywendiyên taybet afirandîne. Bi vê yekê  diyar dibît ku dagirker û kesên biyanî yên bi sebebên cuda têne welatekê, nabine edamên wî netewî.

 

3. Ev peywendî, di navbera endamên civatê de, li ser bingehên dîrokî, xwezayî, madî û manawî  çêbûyine : wek esl, ziman çand, dîn  yan bihevra jîna azad. Bi vê yekê diyar dibît  ku mumkune dîn, ziman yan eslê pêkhatiyên netewekê cudabin, lê  welat  yeke, ew pêkve jîne, pêkve dijîn, dê  pêkve bijîn û ev pêkvejiyan ne bi kotekî û zorê ye  lê bi heskirin û daxaza hebeşe.

 

4. Herwesan ji vê nasandinê diyar dibît ku eger xelkek serdest, xelkek din bindest biket, qanûn, ziman û çanda xwe li ser wî  bisepinînît (ferzbiket, welatê wî dagirbiket, ew xelkê bindest nabîte parçeyek ji netewa serdest û ji herduyan yek netew peyda nabît.

 

c. Bingehên  Netewa kurdî :

 

Ji bo her gelekê û netewekê taybetmendî û xwemalî hene û ew, gora  wan ji netewên din têne  cudakirin. Ew taybetmendî dikarin wek bingehên avabûna wî ya netewî  jî, bêne pejirandin. Dema mirov bi kûrtî, li borî û nihotiya ( vê gavê)  netewa kurd biponijît (analiz biket), diyar dibît ku  ew li ser  çar bingehên  (esas) sereke avabûye : bingehê corafî,  bingehê  çandî û dîrokî, bingehê etnîkî û demografî  û bingehên  berxwedan li dijê zordarî û dagirkirinê.

 

I.Bingehê cografî.

 

Kurdistan welatek bihevre girêdaye, ku di merkezê Rojhelata-Navîn de cih digirît, herweha  giringî  û zengîniyek piralî heye.  Nexasme, di warê ceosiyasî de, ew yeke  ji giringtirîn herêmên cihanê. Di vî derbarî de, Kurdistan welatek şeş dergehiye :  Dergehek ber bi  Anadulê û Ewropa ve diçît ; yek li ser Qewqasiya û Rusya vedibît ;  yek li ser Asya-Merkezî ;  yek li ser Alema Îranî ;  yek  li ser welatên şamê  û   dergehê şeşemîn li ser welatên  kendavê vedibît .

 

Hebûna netewê kurd   bi dirêjîya dîrokê, girêdaye bi welatê wî ve,  ji ber vê yekê di hemû helomercan de,  Kurdan, ne welatê xwe berdeye, ne welatên xelkên din dagirkirîne, ne jî qebulkiriye ku gelên din Kurdistanê bo xwe  bikin welat.

 

Piştî ku belgeyên arkeolojî hatine dîtin û xwandin, dîroka pirtir ji şeş hizar salên borî yên vê herêma  ku evro bo tête gotin Rojhelata-Navî,  baş  tête naskirin.  Ji van belgeyan diyar  dibît ku di vî midehê dîrokî de, dora sih gel û netewan, li vê herêmê  hebûyine, beşekê ji wan  Dewlet û şaristaniyên mezin çêkirine,  bi sedan salan domandîne,  lê mixabin di dawiye de,  bi sebênên cuda helhayîne û wunda bûyîne. Gelê Kurd  yeke  ji wan gelên kevintirîn di vê herêmê de.  Berî nivîsîn bête afirandin û tarîx bête nivîsin û zanin, gelê me  li vê herêmê  hebûye û hêj berdewame. Ji ber vê yekê,  bi berevajiya piraniya gelên din, çu belgeyên dîrokî yan arkeolojî, heta niho, nikarin diyar bikin ku gelê kurd, ji deverek din hatiye.

 

 

II.Bingehên çandî û dîrokî .

 

Taybetmendî û zengîniya çand û dîroka Kurdan, yeke ji  bingehên sereke yên  ku  heyîn û berdewambûna netawa  Kurd, pêve girêdaye.

 

Lêkolînên arkeolijî diyar dikin ku ev herêma ku evro  navê wê Kurdistane, yek ji zengîntirîn landikên şaristaniyên mirovîtiyê.  Bi dehan şaristanî lê peydabûyine, ji ber vê yekê çand, hoy (adet), bermayên  zengin û mîratên van şaristaniyan li Kurdistanê kom bûyîne. Gelê kurd bi dirêjîya dîrokî ev şehristanî  dîtine, bi van çandan jiyaye û  ew jiyandîne.  Ji ber vê yekê netewa kurd, bûye mîratdarê rewa (waris) yê van şaristanî û çandên zengîn û  kevin ku di heman demê de, mîratên mirovatiyê ne jî. Beşek mezin ji van çandan bi saya  Kurdan û zimanê wî, di çîrok, metelok, serhatî, efsane, govend, stran, mitolijî, edebiyat, floklor, di hoy û bîrûbwerên gelerî yên xelkê  Kurdistanê de, hatiye parastin. Heta  di hunerên gelerî de wek : nexş û nîşanên li ser berik, mafûr, kepene, tatî  û mêzerên Kurdistanê jî,  pir sembol û ankuyên şaristaniyên, û ayîni  kevin yên vê herêmê ifade dikin, lê mixabin ew evro na êne fehimkirin. 

 

Herwesan, ayînên cuda wek Zerdeştî, Misrayîtî, Mezdîtî, Yehodîtî, Êzdîtî, Mesîhîtî û mezhebên wê, Busulmanîtî û mezhebên wê,  Elewîtî, Kakeyîtî, (yarsanîtî)  Şebekîtî û pir bîrûbaweriyên din yên  ayînî li Kurdistanê peydabûyine û beşek ji wan hêj berdewamin.  Bi vê yekê  çand, filklor û şaristaniya  Kurdistanê  zengîntir bûyîne.

 

Bi saya zimanê Kurdî navên pir cihên tarîxî yên ku di belgeyên arkeolojî de derbaz dibin hatîne parastin û  dikarin di paşerojê de, pir zanyariyên  giranbiha  li ser şaristaniyên kevin aşkere bikin.

 

III.Bingehên etnikî û demografî.

 

Bingehek ji bingehên sereke yên netewîtiya Kurdî, ewe ku gelê Kurd, xudan demografiyek mezine, di welatê xwe de. Kurd  ne kêmnetewe, lê birastî, digel netewên Erebî, Farisî û Tirkî, yeke ji çar netewên mezin di Rojhelata-Navîn de.

 

Gelê Kurd,  wek gelên Farisî, Almanî, Frensî, Ingilîzî, Rusî û pir gelên din li Ewropa û li Asya,  yeke ji xelkên  Hindo-Ewropî ku bi gelên  Arî jî  têne naskirin. Di pêvajoyên dîrokî de, pir refd (grop)  û xelkên kevin di vê herêmê de, jîne, yan bi sebebên cuda hatîne û jê çoyîne.  Wek hemû xelkên cihanê,  xelk û çandên din jî tevlî Kurdan bûyine. Gelek kes ji wan xelkan hatîne Kurdistanê,  di nav gelê kurd de, helane. Bi vê yekê çand, folklor û  şaristaniya Kurdistanê zengîntir bûye.

 

Ji aliyek din ve  pir refdên (grob) kêmjimar ji xelkên din jî li Kurdistanê dijîn, wek Asûrî, Kildanî, Sûryanî, Ermenî, Turkmen, Ereb, Laz û Çerkez û HD. Netewa Kurdistanî ji  gelê Kurd û van  xelkên din,  hemûyan diweribît(pêktêt), di encama vê yekê de, hoy (adet), çand, ziman, edebyat, ayîn û folklorên Kurdan û yên van xelkan hemûyan pêkve dewlemendî   û şehristaniyek  pir  mezin bo hemû netewa Kurdistanî diafirînin.

 

IV.Berxwedan li dijê dagirkerî û  zordariyê.

 

Gelê Kurd  bi hezaran salan, bi şêwazên cuda û gora zeman û rewşên cuda, li dijê dagirkeran, tekoşîn kirîye.  Ev  berxwedan bûye fakterek giring ji fakterên çêbûn û taybetmendiyên  netawa Kurdî. Di pêvajoya weribîn, (formation) netewan de, pir fekterên cuda hene. Eger pir bi kurtî behsê wan bikeyin  dikarin di çar curên bingehîn  de kombikin. 1.Dîn ; 2. Dagirkirin ; 2.Dîn û dagirkirin bihevre ; 4. Berxwedan  li dijê dagirkerî û zordarî.  Berî ku bêyine ser fakterê berxwedanê, pêdviye ku bi kurtî, behsê hersê fakterên din jî bikeyin.

 

1.Dîn.

 

Fakterê Dîn pir caran rolê kariger leyîztiye  di  weribandina (formation)  netewan de. Di vê rewşê de, bawermendên bi dînekê, dînê xwe li ser xelkekê yan li ser birekê xelkên din disepînin (ferz dikin)  yan bi wan  didene pejirandin (qebulkirin). Paşê, ew  xelkên duyemîn tev lî xelkê yekemîn dibîn,  ziman û dînê wî bo xwe pîroz dibînin û di pêvajoyek dîrokî de, di helhin, lewma li ziman û çanda xwe na bin xudan û  di encama vê yekê de, dibin perçeyek ji xelkê yekemîn. Bi vî şêwazî netewek nû ji wan diafirît.  Pir netew bi vî şêwazî, di  mideh û cihên cuda de çêbûyîne. 

 

2. Dagirkirin.

 

Wek dîn, dagirkirin jî, di pêvajoyên dirokî yên cuda, bûye fakterek serekî  ji bo peydbûna netewên nû. Di vê rewşê de, xelkek, xelkekî din, bindest diket, welatê wî didagirît û bo xwe dikete welat, herwesan zordariyên madî, manewî û çandî li dijê wî diket,  ziman û çanda xwe li ser wan disepinînît (ferzdiket)

 

Di encama vê yekê de, xelkê yekemîn nirx, bihayên civakî, çandî û zimanê xelkên duyemîn diperçiqînin, binpêdikin, biçuk û kêm qîmet  dihesibînin. Ji ber vî sebebî  rewşek civakî, saykolojî  û zêhnî diafirît gora wê, xelkê duyemîn li biha, nirx, çand û zimanê xwe nabîte xudan. Herwesan xelkê bindest  ji nasnameya xwe ya resen, şerim diket yan ditirsît ku lê bibîte xweyî û  wê biparêzît, bi vê yekê ew   hêdî hêdî dest ji nasnameya xwe  ber didet. Paşê, xelkê bindest di nav xelkê serdest de dihelît û ji wan herduyan    netewek  nû  diafirît.

 

Di Dîroka kevin û nû de, pir dewletên dagirker, bi vî şêwazî, hewil dayîne ku gelê kurd  bihelînin, çand û zimanê wî biroxînin. Hemû curên zulim û zordariyan li ser gelê me bi kar anîne. Bi taybetî piştî şerê cihanê yê yekemîn û damzirandina Dewlet-Netewan li  Rojhelata-Navîn,  her çar Dewletên ku Kurdistan parçekirîne ev siyaset li dijê gelê kurd bikar anîne. Lê gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê, ev plan û proje qebol ne kirîne, bi dehan raperîn, li dijê wan  kirîne  û niho jî berdewamin.

 

3. Dîn-dagirkirin.

 

Dîn û dagirkirin du fakterên cuda ne, belê di hind rewşan de, ew bihevre komdibin û fakterek  pir bihêz û bibandor ji wan peyda dibît. Di vê rewşê de, ew dibin du fakterên bi hevre girêdayî û  wek yek fakter  têne bikar anîn bo bindestkirin û helandina xelkên bindestkirî. Bi vê yekê ew hev xurtirir dikin. Di vê barodoxê de, dagirkirin û helandina xelkê bindest, rewabûna  xwe raste rast  ji ayîn  digirît.

 

Gelê kurd, bi dirêjiya hezaran salan û di pêvajoyên dîrokîyên cuda de, rastî van  rewşên borî, hatiye. Dagirkeran, ji bo vê armancê her curên zordariyê, zulim û  qirkirinan li dijê  kurdan, bi kar anîne, ev cure hewildan, bi şêwazên cuda, hêj niho jî berdewamin. Belê berxwedanên gelê Kud ne hêlayîne ku ev hewildan bigehin armancên xwe. Ev yeke  diyar diket ku gelê  kurd pir faktên hêza xurt, nebpenî  û nerim hene. Lewma Kurd ne helayîne, ne welatê xwe bicih hêlayîne  ne jî dest ji tekoşînê bo azadiya xwe berdayîne.

 

4. Berxwedan li dijê dagirkirinê.

 

Berxwedan jî, li dijê dagikirinê yeke ji fakterên durustbûna netewan. Di vê rewşê de, hestên netewî û çanda fîdakarî û xwebexşînê li cem  xelkê bindest xurt dibin.

 

 Pir kêmin ew xelkên ku karîbûne  wek Kurdan, bi hezaran salan li dijê dagirkirinê, tekoşînê bidin û li ser erdê babûkalên xwe hebûna xwe bidomînin û di encama vê berxwedanê de  bibin yek ji netewên dînamîk. Mumknune ku numuyên wek Kurdan di dîrokê de nînin yan nemabin.

 

Bi dirêjiya dîroka hezaran salan, pir caran xelkên  cuda hatîne û  Kurdistan dagirkirîne, bixwere ayîn, çand û zimanên cuda anîne.  Beşek ji wan  ji welatên  dûr  hatine, bi demên dirêj li  Kurdistanê mayine û hukumrani jî lê kirîne, dewlet û impiratorî avakirîne, belê  Kurdan bi şêwazên cuda  li dijê wan tekoşîn û  berxedanên dijwar û demdirêj kirîne, nasname, ziman, welat û çendên xwe parastîne, û di dawiyê de, ew ji welatê xwe derandîne.

 

Tekoşîna gelê kurd bûye fakterek kariger  ji bo xurtbûna hestên netewî di nav xelkê de, herwesan ew bûye  sebebê danûstandin û  peywendîyên siyasî, ideolojî , di dem û astên cuda de.  Kurdan, bi sedan salan, bi şêwazên cuda, di dem û herêmên cuda, li dijê dagirkerên cuda, berxwedan kirine.  Ev berxwedan carnan çekdari bûye, carnan bi aştî bûye, carnan bi hêz  bûye, carnan lawaz bûye, carnan bi serokatiya mîran, şêxan, melan û serokeşîran bûye.  Di dawiyê de,  niho partiyên siyasî rêveberiya vê tekoşînê dikin. Belê, mixabin ji ber nebûna Aştiya-Navxweyî ev  partî û  hêzên siyasîyên Kurdistanî, nikarin  yekîtiya netewî misoger bikin, gelê Kurd xwexeser bikin û  welatê xwe azad bikin.

 

Van tekoşînên cuda, bandorên xwe, rasterast û ne rasterast li ser hemû gelê Kurdistanê kiriye. Lewma wan, cihek mezin li ser hest û wucdana  hevbeşa gelê Kurd peyda kiriye. Ji ber vê yekê,  van berxwedanan di cîrok, serhatî, stran, filklor û  efsanên  gelerî de, cihek mezin girtiye û  çandek netewî  û edbiyatek zengîn afirandiye. 

 

Piştî şerê yekemînê  cihanî,  gelê Kurd, di navbera Turkiye, Iran, Iraq û Suryê de, bê îrada wî û bi kutekî û zordarî  hate parçekirin. Lê vê yekê  rastiya netewbûna  kurdan ji holê ne rakiriye û neşêt  raket. Bi rerevajî,  hestên netewî, xurtir û kûrtir bûyine. Bizava ideolojî, siyasî û çekdarî bo azadiya  gelê Kurd, berî damezirandina van dewletan hebû, di pêvajoya demezirandinê  de jî, dewam dikir û heta niho hêj berdewame.

 

Netewbûna  kurdan rastiyek sosyolojî, siyasî, tarîxî, demografî, çandî û corafiye jî. Kurdan qet  parçekirina welat û gelê xwe qebul nekirîne. Ji ber vê yekê  ev bûye sed sal  ku  gelê kurd, li her çar parçeyên Kurdistanê, bo azadî û mafên xwe yên rewa tekosjînê didet. Vêca dem hatiye, belkî  bi direngî  jî ketiye,  ku netewa kurd  vê tekoşînê bi encam bixîne, xwe ji bindestîyê derîne  û azadiyê bi dest xwe ve bîne.

 

Erk û berpirsyariyên siyasî û exlaqî yên mezin û berdewam, bi taybetî  dikevîn   li ser parti û hêzên siyasî  û rêveberên Kurdan. Lê herwesan, bi şêwazek giştî, her kurdistaniyek jî  di asta xwe de, erkdar, û berpirsyare. Vêca fere ku Kurd, bikarin encamên erênî bo vê tekoşînê bi dest bixînin, maf û azadiya xwe bistînin û vî mîratê xwe yê  dîrokî, vê zengîniya mirovîtiyê, şehristaniyê  bi parêzin û zengîntir bikin. Ji bo ku serkeftin bibîte para Kurdan, fere ku ew tuba  û tifaq bin.

 

 ç .Aştiya-Navxweyî.

 

 «Aştiya-Navxweyî berîtiye ji rewşek siyasî û civakî ku peywendiyên aram û hevkariyê, di çarçoveya sîstemek zêhnî  û çandî de, di nav hemû  akterên siyasî û civakî de peyda diket »  Ev nasandin di heman demê de, ji bo aştiya netewî jî duruste.

 

Dema ku aştiya navxweyî,  di welatekê de, di nav ferdên gelekê de  cihê xwe bigirît, hingê, çandek giştî, sîstemek û rêbazek  zêhnî û civakî, bi rêkupêk  û qahîm, durist dibît. Gora vî sistemî, tenahî û tubahî, li hevhatin, pêkkirin avadibîn, dînamîkek hundurî diafirît û  her dem, xwe nû diket. Sebeb û delîve  ji bo  şherê navxweyî, gengeşe û nakokiyên mezin  yên dikarin bibin  xeter li ser  îstiqrar, berjewendî û Asayişa-Navxweyî, namînin. Ew sistemê zêhnî, dibe sebeb ku  peywendî di navbera pêkhatiyên civakî,  hêzên siyasî, ideolojî û bîrûbaweriyên ayînî, de, bi şêwazek medenî û gora berjewendiyên gişhî bêne  meşandin. 

 

Di rewşa evro de, çewan av, ba û xwarin bo berdewamkirina  jîna her ferdekê giringin û ferin, wesan jî Aştiya Navxweyî û netewî, bo  aramî, pêşketin  û xurtbûna gelê kurd,  pêwîst û giringin. Ev giringî ji bersiva vê pirsê diyar dibît : Gelo Aştiya Navxweyî çê diket ? 

 

Aştiya navxweyî :

  1. Arêşeyan pûç diket,
  2. hêzên belav kom diket,
  3. hêzên nû peyda diket,
  4. gelê kurd pê xurt diket,
  5. ji belengaziyê dûrdiket,
  6. ji bindestiyê azad diket.

 

Eha aştiya-Navxweyî  ho diket.

 

Dr. Musa KAVAL

Tel. 009647503623671

VIBER :  0033698259242

E-Mail : musa.kaval@gmail.com

 

                     ***********************

 

 

 

 

 

 

BINGEH Û BINYATÊN ( PRENSÎP) GIŞTÎ.

 

BEŞÊ YEKEMÏN:  BIZAVA AŞTIYA NAVXWEYΠ.

 

 

BEND 1. NAV.

 

I. Bizava Aştiya-Nevxweyîî, bi kurtî dibîte  BAN.

 

II. Pabende bi binyat û bingehên Peymanan Aştiya-Navxweyî  ve û bo binecihkirina armancên wê dixebite.

 

BEND  2.

BAN :

 

I. Ji ber ku bizavek hizirmendiye, xebata xwe li ser binhegê Kurdistanitiyê diket û hemû Kurdistanê wek yek cografî dibînît û hemû Kurdistaniyan wek yek netew dihesibînît.

 

II. Dabeşkirina  çalakiyên li ser bingehên pîşeyî yên cuda dabeş diket.

 

BEND 3. BAN : 

 

I. Bizavek felsefî, rewşenbîrî û hizirmendiye.

 

II. Aştîperwere, bawerî bi tundutîjiê nîne,  wê  na ket  û na  pejirînît.

 

III. Saziyek  medeniye, serbixwe ye,  ne  girêdaye bi çu  saziyên din yên siyasî û civakî ve.

 

IV. Ne hevrike, ne  jî girew e (alternetîf) bo ço hêz û partiyên siyasî

 

BEND  4.

BAN, li ser binyatên  (prensp) bi hevşêwirîn, hevkarî, danûstandin û diyalogê avabûye û dixebite.

 

BEND 5. BAN :

 

I .Bizava Astiya-Navxweyî  saziyek Kurdistaniye, ne li ser binemayê parçebûna Kurdistanê, çêbuye.

 

II. xebata xwe li hemû Kurdistanê û li derveyî welat diket. 

 

III. Ji bo  xizmeta Aştiya-Navxweyî  navend û   desteyên xebata xwe  li her cihê pêwîst vediket.

 

 

BEŞÊ  DUYEMÎN:  BINYAT  Û BINGEHÊN  BIZAVAV AŞTIYA NAVXWEYÎ.

 

BEND 6.

 

BAN, bawer diket ku misogerkirina Aştiya-Navxweyî,  mercek serekeye bo rizgarkirin, aramî, pêşvecûyînên siyasî, civakî, aborî  herwesan madî û manewî ji gelê Kurdistanê re.

 

BEND 7.  BAN bawer diket :

 

I. Ku bi kûratîya dîrokê, astenga sereke, ji bo yekirina Kurdistanê  û serbixwebûna Kurdan, Nebûna Aştiya-Navxweyî, bû, di navbera semyanên Kurdistanî de,

 

II. Ku ji ber  nebûna zêhniyeta Aştiya-Navxweyî di nav hêzên siyasiyên Kurdistanî de, gelê  kurd li herçar parçeyên Kurdistanê, nikarît ji derfetên heyî, mifa bibînît û yekîtiya  welatî  çêbiket, xwe ji bindestiyê rizgar biket û  mafên xwe yên rewa misoger biket.

 

BEND 8. BAN bawerdiket ku zêhniyeta Aştiya-Navxweyî   dê bikarît :

 

I. Bilez, gelê Kurdistan  ji vê rewşa heyî,  nakokî, hevrikî, dijminîtî û gingaşeyên hundurî derînît, herwesan ji paşveman, ji girifdariyên siyasî derînît.

 

II. Gelê  Kurdistanê bigehînînîte asteke bilind  di nav refên natewên pêşketî û bi hêz de.

 

BEND 9. BAN bawer diket ku :

 

I. Heta aştiya naxweyî di zêhniyet, xebat û di têkiliyên nav partî, sazî û hêzên Kurdistanî de, cihê xwe negirît, gelê Kurdistan na karît, bi hêz bibît.

 

II. Heta gelê Kurdistan bihêz nebît ne dikarît  mafên xwe  yên netewî bistînît,  ne jî  bidete  pejirandin (qebulkirin).

 

 III. Heta gelê Kurdistanê bihêz nebît nikarît  aştiyê di gel netewên ciranên xwe  bidete pejirandin.

 

BEND 10.  BAN bawer diket :

 

I.Ku  Her dem metirsiyên mezin li dijê Asayişa netewiya Kurdî hene, eger Aştiya navxweyî ne ête misogerkirin û

peywendiyên siyasî û civakî gora wê ne êne maşandin.

 

II.Ku Aştiya navxweyî jî  misoger nabît, eger zêhniyeta wê  li cem akter û hêzên siyasî, herwesan  di civata kurdî de cihek bilind  negirît, bi taybet eger ew  li ser hemû berjewendiyên partîberestî û kesperestî re ne ête dîtin.

 

III. Pêwîsite ku  hemû babetên pabend bi jiyna siyasî, civakî , aborî,  zanyarî, gora binyat û bingehên   Aştiya-navxweyî  ji nûve bêne çêkirin û kar pê bête kirin.

 

 

BEND 11.

 

 BAN bawer diket ku eger  hêzên siyasiyên kurdistanî zêhnîyet û  çanda  Aştiya-Navxweyî  ne afirînin û di jîna siyasî de  bikar neînin,  nikarin mafên gelê kurd û azadiya wî bistînin.

 

BEND 12.

 

BAN bawer diket ku fere hemû, sazî, rêxistin û desgehên siyaysî, çandî û civakî, herwesan kesatî, rewşenbîr û hunermendên kurdistanî,  her yek di warê xwe de, û li cihê xwe, bo Aştiya-Navxweyî  û çareserkirina arêşeyên siyasî, bixebitin û fişarên erênî li ser akterên Kurdistanî bikin.

 

 

BEŞÊ SÊYEMÎN : ARMANCÊN BAN

 

BEND 13.

 

I. Armanca sereke ya BAN ewe ku zêhniyet û çanda Aştiya-Navxweyî li seranserî Kurdistanê, di nav partî, sazî, herwesan xelk û pêkhatiyên Kurdistanî de, belav biket û bidete pejirandin ( qebulkirin) û jîyandin.

 

II. BAN dixebitît  ku zêhniyet û çanda aştiyê di birûbawerî, di kiryar, di gotar û di hemû astên civata kurdî de, belav bibin, nexasime di malbatê de, di nav ferdan (çi jin û mêr) de,  cihê xwe bigirin.

 

BEND 14.  BAN hewil didet : 

 

I. Ku her arêşek, di navbera hêzên siyasiyên Kurdistanî de, bi riya diyalogê û li ser bingehên berjewendiyên netewî û  bê  tundûtîjî, bêne çareserkirin, ca çi ew arêşe di navbera hêzên parçekî Kurdistanê de bin çi jî di navbera hêzên  siyasî ji parçeyên cuda bin.

 

II.Ku  çu partiî û saziyên Kurdistanî  astengan bo partiyên din li çu parçenyên don yên kurdistan çenetin. bo tekoşîn û Bizava çu partiyên siyasî ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo  destxistina mafên netewî, di hundurê her parçeyekê de, herwesan li ser asta her çar parçeyan, ji aliyê çu hêzên din ve neêne astengkirin yan lawazkirin.

 

III. Ku hevrikiya siyasi ya rewa (mucadele li hember hev)  di navbera hêzên Kurdistanî de, nebîte binas  (sebeb)  bo tundûtîjî, ceng û  dijminîtiyê.

 

BEND 15.  BAN dixebitît :

 

I. Ku Zêhniyeta Aştiya-navxweyî û hev hevrumetgirtinê, di navbera hêz, partî û bizavên siyasî de, li her çar parçeyên Kurdistanê  misoger  û berdewam bibin.

 

II. Ku stratijeyek hevbeş, bo paraztina mafên gelê kurd bête danandin, doktrin, konsept  û pradigmên hevbeş bêne afirandin û gora vê yekê tekoşîn û  siyaset bi hemagengî, hevkarî û hevbendî, di navbera hêzên siyasiyên her çar parçeyên Kurdistanê de, bêne kirin.

 

BEND16.

 

BAN dixebitît ku peywendiyên erênî, li ser hemû astan, di

navbera gêlê kurdistanî û hemû gel û netewên Rojhelata-Navîn de, nexasime gelên Arebî, Turkî û Farisî, her geş û xweş bin, herwesan Aştî, hevrumetgirtin û dostîtî di navbera wan de xurt  û  berdewam bibin.

 

 

 

 

 

BEND 17.

 

BAN, piştevanî û harikariyê didete hemû hawildan û xebatên  ku dixazin  arêşeyan di navbera Kurd û dewletên cîran de, bi riya aştiyê û diyalogê, bê ceng û bê tundutîjî, bêne çareserkirin.

 

BEND 18 .

 

BAN giringiyê didete lêkolînên zanistî û ekademî, bi taybetî, di warên jêrîn de : 

 

a.  Hemû curên xebat  û çalakiyên pêwîst bo afirandin û bicihkirina zêhniyet û felsefa Aştiya-Navxweyî di bîrûbaweriyên ferdî, siyasî û civakî de, herwesan  bo karanîna wan  di jîn û peywendiyan  de. 

 

b. çaredîtin bo arêşeyên siyasî di navbera hêzên Kurdistanî de.

 

c. Stratejî û têkiliyên navdewletî.

 

ç. Dîplomasî û dîplomasiya netewên bê dewlet

 

d. Jeopolitik û Jeostratejiya Kurdistanê û Rojhelata-Navîn

 

e. Pirsên civaknasiya Kurdistanî.

 

f.  Pêşvebirina aborî

 

g. Pirsên girêdayî bi Asayişa- Netewî ve.

 

h. Lêkolîn li ser pêşvebirin û parastina tecribeya  Herêma Kurdistana Federal û Rojava Kurdistanê

 

BEND 19.

 

BAN,  gora armanc û baweriyên li jor diyarkirî û gora pêwistî û rewşên cuda, lêkolîn û raportên taybet amade diket û pêşkêşî cihetên peywendîdar diket.

 

BEND 20.

 

BAN lêkolîn û dîtinên xwe yên zanistî di warên li jor hatine diyarkirin, pêşkêsî raya giştî ya gelê kurd û terefên peywendîdar diket

 

BEND 21.

 

 Ev erke bi taybetî dikeve ser zimet û milên kesatyên şahreza  di warên zanîstiyên cuda de : felsefî, siyasî, siyaseta navdewletî, diplomasî, civaknasî, qanûnî, qanuna navnetewî, ayînî, dîrokî, aborî, stratejî, jeopolitikî û hemû babetên din yên peywendîdar .

 

BEND 22.

 

Ji bo ku felesefe û zêhniyeta Aştiya-Navxwî, di nav Kurdistaniyan de, belav bibin û encamên erênî  peyda bibin, BAN, dîtîn, proje û pêşniyarên xwe, di nav hêz û kesatiyên  siyasî, civakî ayînî de,  her wesan di nav  gelê Kurdistanî de, belav diket  û bo vê  armancê  birên  (grop) xebatê li her derekê  ava diket.

 

BEND  23.

 

 BAN  giringiyê didete gencan, zanyarî, perwerde û edebiyata  pabend bi Aştiya-Navxweyî  ve pêşkêşî wan diket.

 

BEND 24.  BAN bi riya semîner, konferans û wesileyên ragehandina hemdem, felsefe, bîrobawerî, û prensîpên pabend bi Aştiya-Navxweyî ve , di nav gel  û hêzên  kurdistanî de belav diket. 

 

 

BEŞÊ ÇAREMÎN: ENDAMÎTÎ.

 

BEND 25.

 

 I.Her Kurdistaniyek, ku Peymana Aştiya navxweyî  bipejirînît û bo armancên wê bixebitît, dikarît bibîte endamê Bizava aştiye navxweyî

II. Ji bo endambûne ferqucudahî di navbera   jin, mêr,  ayin mezheb, eslên etnîkî, bîrûbaweriyên  siyasî û ideolojî de naête kirin.

 

BEND 26 

 

Di peyrewa hundurî de, mercên taybet  bo çewatiya endambûnê, ji emdam ketinê,  bo temen û  bo saloxetên taybetên endaman  dê bên destnîşankirin.

 

 

 

 

BEND  27 .

Endamên BAN :

 

 I. Bo Aştiya-Navxweyî dixebitin û xizmeta berjewendiyên   hevbeş bo netewa kurd dikin.

 

II. Çu caran berjewendiyên xwe yan berjewendiyên partî yan saziyên din li ser berjewendiyên giştî û Aştiya-Navxweyî,  re negirin.

 

BEND 28.

 

I. Her endamek,  bi sifetê xwe yê ferdî  di vê Bizava-Aştiya Navxweyî de cih dihîrît û bes xwe û dîtinên xwe temsil diket.

 

BEND 29. 

 

Endamên BAN dikarin serbixwe bin yan endam û tagirên partî yan saziyên kurdistanî bin. 

 

BEND 30.

 

Her endamek  serbixwebûna BAN û armancên wê diparêzît û  zêhniyeta Aştiya navxweyî  di asta  siyasî, civakî û di nav gel de, belav diket. 

 

BEŞÊ PÊNCEMÎN ORGANÊN BIZAVA AŞTIYA NETEWΠ:

 

 

Ev  beşe,  hêj temam nebûye ew di dema were de,  dê bête amadekirin.

 

 

Dr. Musa KAVAL

Tel. 009647503623671

VIBER :  0033698259242

E-Mail : musa.kaval@gmail.com

 


   

 

 

Musa Kaval3238

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com