|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Feremez Xerîbo
Siwarên Hemîdîyê

                           

Gelek caran em dibihîzin û his dikin go tê gotin: Siwarên Hemîdîyê, lê mixabin gelik nizanin ka ew kî ne û çi ne, ji ber wilo ez divim di vir de vê meselê zelal bikim ta herkes tê bigihê û zanibê ka ew yeka çî ye.

 

1-Çima ev nav, yanî çima dibêjin wan ”siwar” û çima ”Hemîdî”?

 

Navê Hemîdî ji Siltan EBDIL HEMÎD 2 go ew siltanê osmanîya bû tê, û wek tê zanîn 36 siltan di Dewleta Osmanîya de rabûn û hebûn. Ev siltan ê 35 bû, yekî go zavê wî bû hat û siltanet bi dawî bû, ji ber Siltan Ebdil Hemîd ew çêkirin, navê wan bû Siwarên Hemîdîyê.

 

Navê siwar jî, ji siwarî tê, ji ber ew siwar bûn, ne peya bûn, yanî li ser hespan bûn. Her kesê tevlî wan dibû, bi hespê xwe tevlî dibû.

 

2-Kengî ew hatin damezrandin?

 

Ji xwe Siwarên Hemîdîyê hêzik leşkerîbû û siwar bûn, ew ji hozên kurd hatibûn ava kirin. Wek tê zanîn Siltan Ebdil Hemîd 2 di salên 1876-1909z hikim kir. Di wextê wî da ev hêza leşkerî hat ava kirin, û tê gotin ew hêz di destpêkê de di salên 1878 -1880’yan de û di salên 1890 -1891 de hat ava kirin.

 

3-Kê ew hêz ava kir?

 

Tê gotin:

1-Şakir Paşa

 2-Zeki Paşa, zavayê siltan, ew hêz ava kirin.

 

4-Çilo ew hêz hat ava kirin?

 

Ew hêz ji hozên kurdan hat ava kirin. Her hozê hin kes tevlî hespên wan da siltan, serkêşê wan kurd bûn, lê cîgirên wan tirk bûn, ji bona kurd nikaribin tiştkî bi xwe bikin, û tim bimînin di bin çavên tirkan de, her kes 3 salan dima di wî cihî de û piştra di çûn nav leşkerê normal.

 

Li gor dîrokê, ji 51 hoz ji hozên kurdan 13 hozan kes dan ji bona wê hêza leşkerî, û ew kes temenê wan di navbera 17 û 40 salan de bû, çek û silehên wan ên sivik bûn, piştî Îttihad û terakki hatin ser hukum ew avêtin nav leşkerên normal û hêdî neman wek Şiwarê Hemîdîyê, hina ji serok hozên kurdan ew yek qebul nekir, wek Kor Hisên Paşa serokê Hoza Heyderan û bi hoza xwe re bazdan û çûn Îranê.

 

5-Erkê wê hêzê çibû?

Ew hêz ji kurdên misilman ên sinî hatibû ava kirin, ê erkê wan ew bê:

1-qirkirina filihan bû.

2-qirikirina êzîdîyan bû.

3-qirkirina elewîyan bû.

4-qirkirina her kesê li dijî Siltan Ebdil Hemîd bû.

5-Li dijî Rûs bû.

 

Wek sefîrê Ferensa li Stanbolê POL KAMPON dibêjê, wê hêzê qirkirin ji herkesî ditanî, kuştin, talan kirin, qebhet kirin ……

 

Ji ber wilo mirov karê bêjê bê karê wan xera kirin bû.

 

   

Feremez  Xerîbo

25-5-2016z

 


   

 

 

Feremez Xerîbo3261

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com