|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Feremez Xerîbo
Mêrxasa Êzîdîyan - Zerîfa Ûso

          

Yek ji pesnên êzidiyan mêrxasîye , wextê em bêjin mêrxasi ,nayê wê yekê go ji mêra tê gotin ,ji ber geilk jinén êzidiyan hena mêrtir ji silamên wanin,ü cudayi di nav jin ü mêrên êrzidiyan de nina wek civakên din .

Ev mêrani ne nuya  lê belê ew ji beri sedên salaya,wexê  em navên ê niha binin ser ziman ü wek nimuna em karin halo bêjin bê di her wari de ev mêrani hatiya ditin wek:

di warê sher ü berxwedanê de em karê navê bêrivan (binefsh agal) ya di berxwedane cizirê de diji tirkan pakrewan bu em bi bir binin di warê siyasi de viyan dexil ,ya li perlemana araqê di ruyên dijmnên êzidiyan de sekin ü qir de ü got (hün di bin sibere alah ü ekber de gelê min qir dikin)bê tirs ji kesi . Di warê qanuni de beyda salim elnejar ,ew parêzere go bê tirs berê xwe da bexdayê ü deriyê dadgehe kuta ü got :hün mafê gelê min dixwin . Di warê diblomasi de  nadiya mirad ,ya go dinya li hevda ji bona qirkirna hati serê êzidiyan di 3-8-2014z de .

 

lê wek min got ev mêrani ne niha di nav jinên êzidiyan de hebu lê belê ji beri sedên salan hebu ü yek wek nimuna ezê navê :

 

ZERIFA USO  binim bira me

Zerifa Ûso kîya?

Navê wê zerifa navê bavê wê usiv a ü ew kurê Doxo ya  ji ber wilo di bêjinê usivê doxa  ü bi quti di bêjinê zerifa uso  .

Ev malbat ji kundê bekra ne ,ê dikevê quntare chiyayê shingalê ji aliyê bakur ve ,roj avayi mezarê sherfedin ,ü ew ji êla ciwana ne .

Li kor dirokê ya bi devki min bihisti ,ew malbat di vekirin pêshiyê xwe ê bi navê  XALID ,ew kes bi SHERFEDIN re hatibu herêma shingalê wi 2 jin hebun ü 6 kur hebun ji yek 5  hiseyin-hesen- xem- xifsh-usif ü ji ya din 2 ,wextê xalid hemrê xwedê kir ,2 zarokên wi ê ji hevjina wi heyshê hatin chewsandin yan zilim li wan hat kirin ü ji miratê bavê xwe  hat bê behir kirin ,daka wan heyshê chu cem wekilê sherfedin  ü gilhê xwe kir ,hingi wekil gotiyê herin wi cihi ê niha kundê bekira lê hatiya avakirin ,bere ji were bê ü li wêdê bi cih bun ü ew nav ji navê bekir kurê heyshê tê ji ber 2 kurê heyshê hebun bi navê  BEKIR Ü MISQUR.

 

Zerif bi xwe 4 kur hebun ji zilamê xwe  ê bi navê  xelef hiseyin naso  ü navê zarokên wêji evin  qaso-seydo- ferê ü bircun    4 bira hebun bi van navan mehmud-hiseyin- ali –ü hevdo     

 Kundê bekira 3 ferman ditin 1-xafiz pasha ê kurd 2-firiq pasha 3-dahish lê ew di her sê fermanan de bi serket .

 

Wextê hafiz pasha di sala 1835-1737z bi 7 pasha re hêrishi shingalê kir ü chiyayê

shingalê dorpêch ki ,milet xwe veshart  ,usiv chu ta ava ji wanre binê ,leshkerê hafiz pasha ew kirt ,wextê ew birin cem pashê wi bapir axa li wir dit ü dest li ser ,ew fikiri ka wê chilo xwe xelaskin ,usif got hafiz pasha :pasha êzidiyan gelik zêr hena wextê ti destura min bidê ezê herim wan qayil bikim ü wan ü zêra ji tere binim ,lê divê ti meznê wan bi minre bishinê,hafiz pasha jê pirsi kiya meznê wan ?gotiyê bapir evê li cem te ,hafiz pasha herdu usif ü salih  berdan ta herin milet ü zêra binin ,bi rêda salih ji usiv pirsi :chima te wilo kir?usiv gotiyê ta em xelas bibin ,wextê min wilo nekiribuya wê em herdu bi kushtina ,hingi herdu chun ü ketin nav milet ê xwe di berihkê de veshartibun  ya bi navê QULA DIRÊj ,leshkerê hafiz pasha ew dorpêch kirin ü chekan li wand an lê ti tisht ji wan nekirin ü chun ü êzidi bi serketin ,hingi her 7 tawis li cem wan hatin veshartin ü xelas bun  .

 

Di fermane Firiq pasha de 1892-1893z de ,zerifa uso rolik mezin list ,ji bili nan ü ava go ji milet re hazir dikir ,wê sher ji dikir ,her 4 bira ü 3 kurê wê di sher de bin ,di wi wexti de ,wê dit va mehema ê hevdo bi serê hespa xwe girtiya ü temasheyi sher dikê ,wê gotiyê :ti chi dikê mehema ?milet di shere deye ü ti li vir chixarê di vexwe!

Wi gotiyê ka malbata te ?zerifê gotiyê keremke ezê bi tere werim sher ,hingi bircun kurê zerifê ê bi chuk got mehma:va ezê ji bedêla daka xweva bi tere werim shere ,hingi mehema bi xencerê hêrish kir ser topa firiq pasha ü stand ü leshkerê firiq shikest ü vegeriha musil ü ewji bi navtêdan ü mêraniya zerifa uso.

 

Ez hêvi dikim ,ê kêmayiyê di virda bibinê temam bikê.

 

Feremez Xerîbo

5-7-2016z


   

 

 

Feremez Xerîbo3290

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com