|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eyup Kurt
ŞENGAL XWÎN DIGIRÎ

 

Careki din Şengal carek din birina xedar .Roj,mehr, sal derbasbu lê Şengal hêji dinale hêji ne azade.hin bi hezaran Qizên me dil girtine aqubeta wan ne diyare bi hezaran Êzidi wendane kes bi cihê ew lê ne nizanin .Ki miriye, ki ,girtiye,ki birindare kes bi tu tișteki nizane, Eve Şengala bê xwedi eve Şengala buye qada siyaset û berjewendiyan.

Ev du sal derbasbun ser komkujiya Şengal, re hin tirs,xof ,Hoviti, li ber çahvê meye hin xewnên me li ser fermanêye. Ev bu du sal ka yekitiya Êzidiya? Ka tifaqa Êzdiya.? Ka ew soza rizgarkirina Şengal?

Ev bê tifaqî hêviyên Êzidiyan dişkênine .Êzidi li bendebun ku hemu şervanên  Êzdi bibin yek dil yek deng li diji xwinvexwaran, xwedê nenasan. Lê mixabin îroj hêza Êzdiya ne yeke û bi yekdengi tev nagerin.

Xuyaye Êzdi xwe bi xwe yekîtiyê naafirinin. Ji ber irada wan ne di destwandeye. Her hêzek bi alîkîve hatiye grêdan ger ew ali bên ba hev Êzidiji wê bên ba hev ger ew ali şerê hev bikin Êzdi ji wê şerê hev bikin. Ev nêzikbuna Êzdiya nabe derman ,nabe hêvi ji bo pêşerojê.

Ji bo Êzdiyan rêçek heye gringe yekdeng daxwaza xweseriyê bike û xwe ji herema Kurdistan  cuda neke. Ji bo vê gringe bi Emerika û rusya,re têkildarbin û daxwaza ewlekariyê bike û ev hêz li Şengal bi cih bibin .ev jî bo berjewendîyên Êzdiyan pêwiste elbet ji bo berjewendiyê wan welatanji bazarek bê kirin di cihdeye,  ji ber bawerya Êzdiya bi welatê Islam,é nemaye islamê 73 ferman bi ser Êzdiyande anin.

Erdoğan serok Komarê welateki Îslame.  Di van du salande nêzi 4 milyon musluman ji şer revyane û xwe avêtine bextê Turkiye. Erdoğan her fersendêde tehdida dide awrupa dibêje" ger hun daxwazê me qebul nekin emê deriya vekin van penaberê musulman bi serwede bişinin "  ji ber vêye bextê welatê musulman ne cihê baweriyêye û divê em Careki din xwe nexapinin.

Sibe 03.08.2016 roja fermanêye roja Köl û xemaye roja qêrina Dayikane roja agirê bedena qizane roja xireta Êzidxane. Ez vê roja reş şermezar dikim ji Şengalre xweseri ji Êzdiyanre tifaqê dixwazim.

02.08.2016


   

 

 

Eyup Kurt3314

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com