|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Cercûr Cemîl
GOTÎN Û KIRIN JI HÊV DÛRÎN!!

Xwendevanên hêja

Birêz Cercûr Cemîl berîya demekê ev nivîsa li jêr ji me re şandibû, lê mixabin di nava maîlan de ji ber çavan hunda bûbû û nehatibû weşandin. Em niha wê li vir diweşînin û daxwaza lêborînê ji Birêz Cercûr dikin. 

 

Bahzani.net/kurdi

------------------------------------------

GOTÎN Û KIRIN JI HÊV DÛRÎN!!

Rêzdar û Xwendavanên hêja berî ku ez werim ser mijar û nîqaşa ku ez dixwazim bahsa wan li jêr bikim, Di serîda ez Kongra FKÊ ya 9 Emîn ku we di 8.6.2014 da pêk were li gelê kurd,civaka Êzîdî ,malbatê şehîda, tevahîya merovahîye û li serok APO pîroz dikim,

ez lê borîna xwe ji hemû dost û hevala dixwazim ku ez îro ji ber kare teybet vega diçim welat û li welatim,ji ber ku ez di kongre FKÊ ya 9 emîn da nikarim amedê bivîm û nê amedê ma,ez dubarê lêborîna xwe ji hemû dost û hevalan dixwazîm.Ez hevî dikim ku ev kongra FKÊ ya 9 emîn we bivê bersîva hemû kemasî û şaşîyê derbasbûyî,

Bi Navê Êzdane dilovan û tawisî melek;

Xêmxwar û ketkarên kurd ye hêja

Bi rastî piştî vê pêvajoya dawî ku gelê kurd dest pê kiriye, bi taybetî Şoreşa Rojava,Hilbijatîne li Bakûr û Kongra Netewî, teybetî pêvajoya ji nûva xwe avakirin ku vêga civaka kurdê êzîdî çi li rojava, Bakûr,û çi ji li Ewropa dest pê kiriya, min ne xwest têkevim van niqaşên vala. Lê mixabin di vê dema dawî de,

her kes qala yekîtî û tifaqê dikin, bi salana vê gotîne wek beniştê devê xwe bikar tînin, Lewma bêyî xwesteka xwe, ez xwe mecbûr dibînim ku beyî ez navê wan tekakesan bidim ez bawerim ew xwe nasdikin,hin rastiyan bînim zimên,

Di serî de dixwazim bêjim ku ji aliyê min ve tu tiştekî min şexsî li hemberî kesî tune ye,pirsgirêk me bîrdozî ye û meşandina xeta rast e.

Ev nêsî 20 sala ye ku ez wek welatparêzekî kurd xizmeta ol û netewa xwe dikim ez bawerim gelêk dost û heval min ji nêsva nasdikin, ev cara yêkmîne ku ez li hemberî capemenî û rêya gistî hîn nêrîn û ditîne xwe tinim zîman,

Ji vê bonê ez dixwazim çi weke xebatkarekî vê civakê çi jî weke welatparêzekî kurd bîr û baweriyên xwe di derbarê rewşa civaka kurdê êzîdî a dawî de bînim ziman. Helbet beriya min jî gelek kes û hevalan fikrê xwe anîne ziman.

Bi têkoşîna rizgariyê re, ji bilî saziyên siyasî û kultûrî, saziyên olî hatin damezrandin. Yek ji van jî Yekîtiya Êzdiyên Kurdistan (YÊK) bû. Ev yekîtî di sala 1993an de ji bo xebatên ol û çanda êzdiyan hat damezrandin. Di demeke gelekî kin de cîhê xwe di nava dilê êzdiyan de girt. Gelek xebatên ku mirov pesnên wan bide kir. Ji ber ku xeta wê, siyaseta wê, hedêf û armanca wê diyar bûn û baweriyêk dabû gel û civakê.

Ev kar û xebat heya astekê hat û ez karim bejim ku heya sala 2004an berdewam kir. Lê piştî ku Yekîtiya Êzdiyen Kurdistan sîstema xwe guhert û bi navê Federasyona Komelên Êzdiyan xebat hate meşandin dikare were gotin ku rêxistîn ji xêta xwe derket. Ji ber ku hin kesên niyeta wan xirab û ne layîkî vê sazîyê bun xwestin veguhertina çêbûyi û derfetên heyi,,li gor berjewendiyên xwe xirab bikar bînin. Niyeta wan kesa nê wîsa be ji, lê di pîratika wan de wisa xwuya dikir,

Her ku diçû vê saziyê xwîn winda kir. Car carnan gotin, em kare olî dikin em nikarin kare olî û siyasî tevlî hêv bikin. Lê her ku dûr ketin, ewqas ji ketin xizmeta dijmin. Ji ber ku dijmin di got divê hûn xwe dûrî siyasetê bikin.!!!!

Gelêk cara ji hevalên meyî ku destê xweyî alîkariyê dirêjî rêxistina giştî dikirin re digotin hûn nikarin bi du(2) nasnama kar bikin! Ev tê çi wateyê???? Pratîk jî vê yekê nîşan dide!!

Hin Minakê din ji,ji ber ku kesên bi helwest, tevger û hemû danûstandinên xwe rêzik, prensîb û rêbazên rêxistinê nas nêdikirn ketîn nav,

kesayetiye xwedî kariyerîzmeke nexweşwarî ye. Naxwazen hesab bidin û xwe wek kesen ku hesab jê wan neyê xwestin. Xwedî karakterekî nerûniştî û bêserûber. Zeraren mezin dabûn û didin civaka me ketîn nav û bûn xebatkar.

Jibo ku ev sazî disa bivê sazî were xêta xweyî rast ya 1993 pewîsta Encamê Kongra FKÊ ya 9 Emîn baş were xwendin!! bivê ji nûva xwe avakirin û li gor rihê pêvajoyê xwe amedê bike

Êdî divê em civaka xwe bi gotinên vala nexapînin,û pewîsta civak ji sere xwe rake û rast bi axivin.ev kes di nava partiyên Alman û partiyên li başûrê Kurdistanê de cîh digirin. Ji bo berjewendiyên xwe, xwe weke berpirsiyarên êzdiyan nîşan didin. Ev kes bi kar û xebatên xwe ji aliyê êzdiyan ve baş tên naskirin û divê hejî werin naskirin. Ji ber ku dema pêwîstiya êzdiyan bi alîkariyê heye, ev kes li meydanê nîn in. Lê belê dema rant hebe, dema berjwendiyên wan tê de hebin, serê xwe bilind dikin.

Xewendevanên hêja jibo ku ev tistê ku min li jor anina ziman were famkirin

Ez Çend Pirsê weha dikim?

 

Dema ku sazîya we bi navê Yekîtîya Êzdiyên Kurdistan Kar dikir,hin ji Biryar.Rêzigname,û Pivanê we evûn.

1.Xêta welatparêzî,

2.Girêdana bi cand û kultîra kurdî.

3.Wekhêvîya jin û mer.

4.Qêdakirina Qelên,

5.Dijî halandin û asimlasyonê civakê

6.Vêgera jibo welat

7.Dij bertîya hesê meyî siyazî bi dismin ra,

8.divîya bu ku Be berjewendiyên xweyî şeqsî jibo civaka xwe kar bikin


 

Vega Cîya??çend xal wiha dikarin werin rêzkirin:

 

1.sazi û kesên ku dijberiya rêxistina giştî dikin,karin bi awayêkî Azad û serbst werin bivîn xebatkar.beyî ku rewsa wan diber cav ra neyê derbas kirin, mixabin!!

2.kesên Bi fikrê xwe jî li dijî felsefa Zerdeşten ev dixwazîn di şeqsê felsefa zerdeştiyê da li dijî xêta Rêber Apo derkevîn,xwendevanên hêja ez nabejîm bila êzdî bejin em têv zerdestîna lê gotîneka bav û kala hêya dibe wexta merov got kêw divê ti zanibe nikil zora!!!!Gava mirov kurdên êzdî ji zerdeştiyê qut bike, mirov wan ji kurdayetiyê jî qut dike.!!

3.bi dêhan xebatkarê ku bisalan kar kirina vega dêv ji karên vê saziyê berdana ma ev nê sebeba ku rêxistîn ji xêta xwe dûrketîya ya ?? Mixabin!!

4.ma dema Yekîtîya Êzdiyên Kurdistan kesên ku qelen-next bistandina karibûn bivîn xebatkarên vê saziyê??mixabin kesên ku ez karim nav ji bidim ku qelen-next 25.50 hazar € stadina bûn andamê vê saziyê ??. Mixabin!!

5.ma ku em ligor destûr,rêzkima YÊK ê, têv hêvbigerin, ma serokê hin mal û komelên ku vega xwe wek berpîsyare êzdiya nisandidin karibûn îro qelen qizê xwe bistînin û em ji bicîn tifaqê bi wan ra çêkin??hêta ku hisab ji wan nêhata xwestin.?? mixabin!!

6.ma ku em ligor destûr,rêzkima YÊK ê, têv hêvbigerina, ma kesên ku ji texrîbatê bêhtir tu karên bi kêrhatî naken.tevlîhev. Kesên sekter, serhişk, jixwerazî û xwedî ramanek paşverû karibûn hisab nedin û bivîn andamê vê saziyê??Mixanin

7.ma ku em ligor destûr,rêzkima YÊK ê, bimesîna hîn kesan karibûn îro vê rêxistine jibo bersêwendiyê xwe bikar binin û têxin xismeta xweyî seqsî û malbatî??? Mixabin!!

8.ma ku ev rêxsitin ji xêta xwe dûrnekta û rota we xwarnebûya her kesî karibûn bi awayêki kefî nesî van nîrxa bivûna,?? hin kes bixwazin bin qahreman,bixwazin bin berxê koza êzîd!!mixabin

Xwendevanên Hêja;

em dejin pewistî zêda niqaşê nake??

Ji ber ku kongra FKÊ we di 8.6.2014 tê lidarxistîn û nes dibe!

Divê encamê kongrê baş werin xwendîn,jibo ku şaşiyê hatina kirin dubare nebin

pêşiya hin çewtî û nexweşînên dema derbasbûyî de û hin kesan bê girtin.

Jibo ku meşandina kar û xebatek durûst ben mesandin , . Ez vê agahdarkirinê wek peywîrek mirovî û welatparêzî dibînim û hêvîdar im peyam wê cihê xwe bigrê û pêşiya hin çewtî û nexweşînên dema derbasûyî de bê girtin.

Pesniyar

1.Navê FKÊ were gûhardin bivê Yekitiya Êzdiyên Kurdistan (YÊK)

2.divê kesên ku ne welatparêz bin,cihê wan di nav saziya FKÊ anku YÊK;tunabê.

3.divê kesên ku qelen-nextê bistinin cihê wan dinav saziya FKÊ anku YÊK tûnabe

4.vegara welat cidî were girtîn.

5.kesên ku bi salana xwe wek Qahreman û berpisyarê civakê nisandidin bicîn xebatên êzdiya li rojava bikin,ji ber ku pewistî pê heya!!

6.rêxistina êzdiya li cihê ku civaka êzdiya lê heyî were xûrt kirin.

7.komîsyone jina û ciwana li herema werin xûrtkirin

8.divê heyta rûhanî li ewropa were xûrtkirin,jibo pirsgirekê civakê derbarên olî da

9.divê lêkolin li ser ola êzdiya were kirin

10.divê projûr û kovar li ser ola êzdiya werein lidarxistin bi zimanê kurdî,tirkî,almani,û erebî,

11.divê pistgirtina cira tv were xûrt kirin cî madî û cî ji manevî ji alyê hemû civaka êzdî va,

13.divê ola êzdiya bi fermi li Ewrupa were qebul kirin,û serlêdan cebivîn,

14.divê bi awakî xûrt û aktif civaka kurdê êzîdî pistgirtina şoreşa kurdistanê bikin û tevlîbûn pêk were,

15.pewista kesên ku xwe zana û berpisyarê civakê bisalana dibinin, li heremê, xwe didin jiyan kirin ji van herema derkevîn bicîn cihê ku pewistîya civakê bi wan heyî!!!

Tibinî:

Dost û hevalên hêja ez wek Cercûr Cemîl ji van pesnyarê ku min li jor anina ziman ra amedê ma.

Ez hemû kesên ku ez bejim û ew xwe nasdikin dawetî vî kare pîroz dikim!!Fermo werin ser kar!!!


 

Divê Edî Di Vê Kongra FKÊ ya 9,Emîn da,


 

Em Jibo Sal Bî sal Xwezi Bî Par Bejîn Edî Bêsa!!!!

Bi Silav û Rêzên şoreşgerî

Bimînin di nav xêr û xweşiyê de û ji were serkeftin.

05.6.2014

Cercûr Cemîl

 


   

 

 

Cercûr Cemîl3322

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com