|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Cercûr Cemîl
Şingala Doh, û Şingala Îro,?

 

Ji bo raya giştî

Ji 03.8.2014an û vir ve di nav partî û rexistinê kurda de gengeşiyek li dora şingalê tê kirin. Wek tê zanîn ji bere va pisgirek û problame siyazî li herema şingalê hebûn, le mêrov kare bejê ku ev gengeşî û tevlîhevi piştî 3,tebaxa 2014 de dest pê kirin,

Rezdar û Xwendevanên hêja, ez dixwazim bejîm ku Hûrmeta min ji fikir û ramanên cuda re ku bi pîvanên demokratîk bên kirinê heta dawiyê heye
çi çepgir û çi jî rastgir û HWD!.... lê ez nikarim wek kesêkî kurd û êzdî ku min bi sala ya xismeta Ol û netewa xwe kiriya çav û guhê xwe ji niheqî û zordestî ya ku li ser gelê me were bigrim û qebûl bikim. Teybetî Piştî fermana şingalę ya 73 ya ku vega xêrnexwazên civaka me çi wek kesên êzdî û çi Ji wek kesên hisbi ku jîbo berjewendiyên xwe, xwe weke berpirsiyarên êzdiyan nîşan didin. ... û berjêwendiyê xweyî seqsî û malbatî bikar tinin...

Birêzan Beriya ku ez bahsa rewşa şingala îro bikim, em divê hinekî vegerin salên bere anku beriya salên 2014, an daku baş were famkirin, ji ber ku ez bi dêhên caran cûma heremê yani Başurê kurdistanê şingalê,

Mirov dikare bêje li şengalê sê beşên Êzdiyan hebûn. Yek hereka Îslah bû, ku bingeheke wan a xurt li wir hebû. Dudo kesê kû di nav partîyên sîyasî de bûn wek KDP û YNK. Sisê bi navê axatî û begîtiyê kesê ku xwe nûnerê Êzdiyan didan nîşan dan û xebatên xwe dimeşandin ji xwe dema ku merov diçû heremê şingalê ji bilî ALA van partîya wek,KDP;YNK û hereka Îslah, merov qet nikaribû alaka din bi kar bine ev rastîyaka heremê bû. saziya ya herî dawî ji ya çar yemîn, tevgera Êzdîya TEVDA bû ku nû dest bi xebatên xwe li herema şengalê kiribû ku nû hatîbû avakirin û damezradin, ji xwe xebatkare tevgera êzdîya TEVDA ji çend kesa pêk dihat, hedi hedi xebatên xwe dimeşandin ji xwe ji dest pêke va KDP, re ne dida TEVDA ku bi awayêkî vekiri kar û xebatê xwe jibo civaka êzdîya li heremê bidê meşandin. Ev jî tê wê manê kû Êzdî bûbûn çar perçe û her partiyek sîyasî jî wan bi alîyê xwe ve dikişandin. Li wir ne weke hûkûmet, lê weke partî tevdigeriyan. Hewl didan alîgirên xwe zêde bikin û nûnerê xwe yên Êzdî tenê muxatab digiritîn. Ev yek jî dibû sebeb ku hereka Êzdîyan ango Îslah xurt bibe.ji ber ku hûkûmeta navendî ya Baxdadê li pişt wan bû û alikariya wan dkir, Ew jî weke nerazîbûneke li hemberî hûkûmeta Kurdistanê derdiket holê û îdîa dikirn, ku Êzdî ne Kurd in. di nav gel da dest bi probaxanda dikirin û di gotîn Êzdî ne û Kurdên,

Şingala Îro,?
Bi rasthatîna 3,tebaxê yani fermane 73 ke jibo êzdîya kir???

Ez dixwazim çend pirsan ji van sê partîyê dest pêke ku vega li hemberî gelê xwe rûrêşîn û hevalbendê wan, û hîn saziyên êzdîyan ku di gotîn emê dinê jibo êzdiyan xirab û fetîh bikin û êzîdî kurdê resanin, bikim!!
Dema ku Çeteyên musulmanên têrorîst yên DAIŞ`ê herêma Şengalê dagirkirin û wêran kirin…hun li ku bûn û gelo hun bi kuva çûn?

ku Pirsa şermîyê tê tunebe kanên ew pêşmerge û parazvanên we!..».
kanên ew 12 hezar pêşmerge, ku berî çend sala xwedê giravî devera Şangalê diparastin?
kanên we digot êzîdî kurdê resanin??
xwezî ez rastî başiya ka we di dirokê da bîhatî ma ku min vega besne we bida ya....mixabîn.....
ji xwe wê jibo civaka kurdê êzîdî hêya vega ji bilî ÇEND gotinên qelew, û xweş we hêya vega jibo vê civaka êzîdî tiştêk nekiriya!! ku balgîyê nerm dida li ber serê êzîdîyên Şengalê! herî dawî we şeref û namûsa êzdîya firot hûn nikarin bejîn ku we ev nekir?? piratîka wê vêya isbat dike,

Hêsa çara ji, tevgera Êzdîya ku bi navê TEVDA tê naskirin çîkir?
1.ji dest pêke va evê saziyê helwdida ku civaka êzdîya li heremê bi rexistîn bike.
2.tevî ku îmkan û derftê TEVDA weki ye we li heremê tûna bû ji, timî ev heval dinav gelê xwedê bûn û xismeta gelê xwe dikirin.
3.di karesata şingalê da we û pêşmerge xwe basda û êzdî tenê hiştîn.ev van kesan TEVDA gelê êzdî bi tenê ne hiştîn,û bi sed hazara êzdî ji fermanê xelaskirin,
4.TEVDA, YBŞ ,YJÊ,MÊŞ , ava kir, ku îro êzdîya di parezên.piratîk vê ya isbat dike,
divê tî kes li ser van nirxan şovan û hisabên biçûk nekin. Wê roj bê ku, xwêsiya wan kesan di qiriqa wan de bimînê.

Ez bang dikim ku em tev hişyarbin û neyên leyistika van kesên ku bi salana vê tevlîheviyê dikin. Bila hemû kes zanibe, taybetî jî civaka me,ya êzdî Tu hêzên tarî wêhedi nikaribin civaka me bixabîne.

Ez li vîr bangî civaka kurdê êzdî dikim ku em hêz û qewata xwe bikin yêk pîstgirtîna Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ ê,bikin û Xweseriya Şengalê Silav Bikin....
ez cara ka din bi rasthatîna 3,tebaxê hemû Şehidê Şengalê û Azadiyê bi birtinim,
Bijî Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ ê,


3.8.2016
Cercûr Cemîl


   

 

 

Cercûr Cemîl3323

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com