|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eşîrên Kurdan‘ dest danîn ser karên krîmînal

Li bakûrê Almanyayê

Koln (Rûdaw) - Ev demeke ku li bakurê Almanyayê saziyên ewlekariyê balê dikişînin ser komên Mihelmiyan ku di karên krimînal de çalak in. Ya balkêş ew e ku ew eşîrên Mihelmiyan wele “Kurdên Mihelmî“ yên ji herêma Mêrdînê tên binavkirin.
 

Li gor raporteke bernameya Panorama ya televizyona NDR, her ku diçe eşîrên Mihelmiyan karê xwe yê krîmînal bêtir li bakurê Almanyayê û bi taybetî li eyaleta Niedersachsen berfireh dikin. Li gor wê raportê di deh salên borî de hejmara bûyerên krîmînal yên îspatkirî ji 100 bûye 600. Herwiha tê diyarkirin ku ew malbat berê tenê li bajarên mezin yên weke Hannover, Hildesheim, Braunschweig, Osnabrück û Salzgitter çalak bûne, lê wan karê xwe ber bi bajarên biçûk yên weke Stade, Achim, Wilhelmshaven, Peine, Göttingen, Hameln, Lüneburg û Delmenhorst jî berfireh kirine û di hemû karên krîmînal û neyasayî de, weke firotina narkotîkê û laşfiroşiyê, çalak in.
 

Herçiqasî Mihelmiyên li Almanyayê xwe weke “Kurdên Mihelmî“ didin nasîn û saziyên almanî jî wan wiha binavdikin, lê ew bi erebî diaxivin û Kurd Mihelmiyan weke Kurd nabînin, herwiha li herêma Mêrdîn û Sêrta Bakurê Kurdistanê jî Mihelmî xwe weke Kurd nabînin.
 

Li gor berpirsên almanî, li Almanyayê derdorê 15 eşîrên Mihelmiyan hene û hejmara wan derdorê 15.000 e. Pirraniya wan li bajarên Berlîn, Bremen û Essenê dijîn.


   

 

 

333

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com