|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Gotinên Pêşiyan

[1] = "Agir berda konê xwe da zomê."
[2] = "Ji milka aş, ji haceta sim tiraş, ji mêra mêrê dike hîsabê pêş û paş."
[3] = "Varikên nû rabûne hêkên sor dikin!"
[4] = "Welat xweş e ,bi welatiyan!"
[5] = "Kalo nemir buhar tê, pîrê nemir pincar tê."
[6] = "Bav hersim dixwo, diranê law diseqînin"
[7] = "Li dû bîhna kebabê çû, rastê daxkirine lingê kerê hat"
[8] = "Kesê jinek bîne, divê an tûrek perê wî an jî barek derewê wî hebe"
[9] = "Tim kirasê hesûdan kin e "
[10] = "Merî pîvazê nexwe bin devê merîyan nayê. "
[11] = "Xebera xweş bi cîranan re,feyda xweş bi nasan re."
[12] = "Ya em bixemlînin ya biqelînin"
[13] = "Nan û pîvaz û nexweşî,çavreşî ye"
[14] = "Biçûk ku ligora mezina nekevin, wê lingê wan timî li keviran bikevin."
[15] = "Şoreta kerê palasawiye."
[16] = "Cîranê xerab bihêle, diranê êşyayî bikşîne."
[17] = "Peşka tarî zalimek î,belav bû li welatek î!."
[18] = "Çav ji çavan şerm dike bertîl keviran nerm dike."
[19] = "Roj tê hêk ji hêka mirov xurttir dertê."
[20] = "Quling dibê kundo:tu çima ketî xerab cihan,kund dibê:ji dengê deng seran."
[21] = "Zimanê sor digere bê dor ? ."
[22] = "Daweta mîran agirê feqîran."
[23] = "Dermanê xwestinê dahane."
[24] = "Emerê çelengdar, xulamî kir ji hakim re sî û sê sal, tu car ji mêrê hakim nekir bawer û îhtîbar."
[25] = "Fermana devan hat, rovî reviyan."
[26] = "Gava xwedê bide ha rakeve, ha rakeve, gava nede ha li bakeve, ha li bakeve."
[27] = "şêr şêr e, çi jin, çi mêr e!."
[28] = "dîkê çê, di hêkê de bang dide!."
[29] = "Gere Çar lîtir qûna mere hebe, mera karibe bi Çar qurişa têde cî bidê."
[30] = "Heke mirov ji rezek tirê xwaribe, nabe mirov pişta xwe bidê."
[31] = "Siwar siwar e,li siya xwe guhdar e,li nava serî nexe dîn û har e."


   

 

 

335

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com