|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eyup Kurt
ÊZDÎ ÇI DUXAZIN ?

 

Di rojhilatanavinde  bi destê Dewletên mezin û bi  hêz siyaseteke kur tê meşandin . Rojhilata navin coğrafiya islamê hatiye parvekirin. Ev hêzên terorist şereki kirêt dimeşinin . Bajar û bajarok tev dagîr kirine. Hêzên koalisyonê bi balefiran bonbebaran dikin. Bi vî awayi tiyatrok li ser xwina reben û belengazan tê leystin . Her kes dizane ger ev welatê desthilatdar û bi quwet ger bixwazin dikanin demeke Kinder terorê bi dawi bike. Lê ev welatana dixwazin ev Hoviti hinekidin demdirèjbe. Berjewendiyên  wan wisa dixwaze.

Welatê weke Emerika, Rusya, Awrupa dixwazin welatê islamê yên mezin bi çuk bikin. Ji bo tesir û tehditên wan vala derxin. U ji bo perçeyên bi çuk bi xweve grêbide piştgiriya xwe dide xuyakirin.

DEMA DIROKÎ BO ÊZDIYAN !

Êzdi di dirokêde bi fermananre ru be ru maye.Ji sedmilyona mane yek milyon.Di fermanên derbasbuyide Êzdi direviyan çiya u nav demêde disa li cih û warê xwe vedigeryan. Birinên xwe dipêçan jiyan ji nuhve destpêdikirin.

Ev fermana 03.08.2014 ji hemu fermanên derbasbuyi cudatirin. Ev car hebûn û tunebunê navaxwede dihebine. Êzdi ev car ne li çiyan ne li erda Kurdistan bi cih dibin. Bi hezaran kilometir ji xaka piroz bi dur li Awrupa bi cih dibin. Ji bo kesên li kampên Kurdistan mane ahlê wan li nava lêgerinêdeye ku wanji bighinin Awrupa. Ev metirsiyake mezine ji bo Êzdiyan.

Xeteriyake din hin mestir heye ewji eve ku weke malbata Mirê Şêxa Malbata Bavê Çawiş ,heyeta ruhanî û malbatèn serfermandarên hêzên Êzdiyan tev li Awrupa dijin. Dema ev bangi Êzdiyan dikin u dibên  Êzidxan bernedin ew banga wan bê wate dimine .

Çareseriya pirsgirêkan çiye? 1 Beri her tişti gringe navdarên Êzdiyan nên Awrupa ser wê xaka piroz biminin.2 Giringe hêzên Şervanên Êzdi hêza xwe bike yek. 3 divê Êzdi Partiyên xwe damezirinin û di politika rojhilata navin û Îraqêde bibe xwedi bandor.4 Êzdi Xweseriyê ji dest bernede û di vê yekêde bi israrbin. 5 bi welatên Awrupa u bi taybet Emerika û Rusya,re ji bo parastina Şengal u tevaya Êzidxan nava dain u stendinandebin. 6 bi partiyěn Kurdistanire têkildarbin lê irada Şengal di dest Şengaliyadebe.

Ger ev pêk were Êzdi wê li cih û warê xwe vegerin .Elbet Em kurdin Welatême Kurdistane Kurd tevayi Êzdine Musulmanti ayidê Erebaye. Kurd bi şur bi zilmê bi fermanan bimusluman bune .ji ber vê yêkê welatên islam bi çahvên Islamê li kurda nanêrin. Di rojamede gelek ji Kurdan bê esil bune û ji herkesi bêhtir Êrişî Êzdiyan dikin u her tiştê bi Êzdiyanve grêdayibe heram dibirin.

Ev yek sebebeke ku baweriya Êzdiya şikyaye û Êzdi  dixwazin çarenusa xwe bi xwe rêvebibin. Di Kurdên muslumande kesê niyet pak hene kesê Êzdiya weke bra dibinin hene kesê xwina xwe ji bo Êzdiya dide rijandin hebun û hene. Lê islamiyet roj bi roj dijwartir dibe û Kurdên di rêça islamêde xwe ji her demê bêhtir xwe bi rêxistin dikin.u tehdidek mezine bi taybet ji bo Êzdi ,xiristiyan û hemu mrohvayê.

Dermanê  hemu tişti tifaqe, tevahiye xwe bi rêxistinkirine. Demek dirokide em derbas dibin. Vê roja diroki giringe Êzdi baş bi karbinin. Evê bibe bersiva kêçên dil girti û hêstirê çahvên Dayika .

Eyup Kurt

17.08.2016


   

 

 

Eyup Kurt3357

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com