|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Celalettin Kartal
Chira TV, Bername Taybet, Mijar: Komkujiya Shengalê

Komkujiya Shengalê, Bernama Taybet Kekê Qedrî, profesorê qedirgir, min doh êvarê qedera seatekê li Chira TVî temashe kir. Mijar "Komkujiya Shengalê" bû. Tishtên cenabê te di "Bernama Taybet" de gotin, hêjayî nîqashên berfireh in. Li gor te "fetwa ya yekemîn di sala 1630an de hatiye dayîn (1), (...) herwiha di Îslama rast de mirovên li mala xwe rûnishtî be, teqez rê û maf tine, ku Misilman hicumî ser mala wî bikin; bikujin (2), (...) lê ji bo derxistina fetwa yên di barên Êzdiya de hertim kirasekî olî dihat dîtin (3)".

Mixabim berûvajî van nêrîn û tespîtên te hêj di dema Bedreddîn Lulu de (di salên 1200an de) valiyê Musilê (hingê digotin pasha) fermanekî olî li dijî Êzdiya bi karanî. Dîsa di ola Îslamê de ku mirovên "kafir" (kafirûn) Îslamê ji xwe re ne pejrîn in, kusthina wan "helal e"! Nexwe maf û micalên mirovên "murtad" (anî yên ji Îslamê veqetiyayî) û "kafir" di nava Îslamê de tinin. Dîsa li gor qanûnên Quranê mirovên kafir "neyarên Xwedê" ne û ta ji ajalan jî xirabtir in. Nexwe xwezî gotinên cenabê te, mirovê chak û bash, tev rastbûna! Lê tê zanîn, ku gellek pirsgirên "Îslama siyasi" (cihadîst) an Îslama klasîk hene. Jixwe Kurd qet nikarin pirsgirêkên ayetên Quranê û shirovekirina wan chareser bikin. Chima? Tishtên girîng shirovekirina qanûn û ayetên Quranê ne. Ta Quran li gor mafên mirovan û herwiha qanûnên navnetewî neyê shirovekirin, wê li gor berjewendiyên kom û rêxistinên cûre-cûre bê bikaranîn. Mînak, dadmendiya Quranê û dadimendiya qanûnê navnetewî ne wek hev in. Dewleteke Kurda ku dikaribe Quranê li gor qanûnê navnetewî shirove bike tine. Herwiha Kurd bi gelemperî hêj ji hishyarî û zanîna hemdemî bê par in. Di ser de jî vêga Kurd nikarin melle û miftiyên xwe li gor pîvanên kurdperweriyê perwerde bikin. Jixwe li gor Îslamistên radîkal Quran li ser Misilmanan sher ferz (cihada bichûk) dike.

Ta vêga dezgeheke yekane ya shirovekirina Quranê tine, herkes wê wek nêrinên xwe an baweriya xwe an berjewendiyên xwe shirove dike. Mînak, ta vêga gotûbêjên di barên nakokiyên Quranê de di nava civak û dewletên Misliman qedexe ne. Rewşa hemû ol û kêmaran di nava Îslamê de xeternak e, lê rewşa Êzdiyan xeternaktir e! Mînak, li gor pirraniya zaneyên Îslamê Êzdî û Xiristiyan ne yek in: Êzdî “kafirûn” in (kurdî: kafirin); Xiristiyan “ehli-kitêb” in, anî “milletê bi pirtûk” in, lê Êzdî “muşrikûn” in. “Muşrikûn” li gor Îslamê ji Xwedê re şhirîkan çê dikin. Di nava Îslamê de cihê wan TEQEZ tine, heger ew Îslamê pishtî sê vexwendinên fermî û ciddî ne pejrin in, êdî divê di pêşî de “koka wan bê qirrkirin”. Ya xeternaktir, “muşrik” mirovekî kafir e, anî xwedênenas e. Xwedênenas di Quranê de tê wateya Xwedê înkar kirinê. Ev di Îslam û Quranê de tawana mezintirîn e; rêbazeke bê sînor e ku li dijî kêmar û olên bê kitêb wek Êzdiya tê bi karanîn. Mirov dikare bibêje ku Xiristiyan dikarin jîneke kêmzede sînordar di "Axa Îslamê" (Dar al-Islam) de bijîn, lê Êzdî nikarin. Loma barên Kurda giran e, loma ew nikarin Êzdiyên xwe vêga bi parêzin. Jixwe Kurd nikarin xwe jî ji destên dagirkerên xwe bi parêz in. Gelo ez shashim? Bersiva te wê min dilshah bike.

Rêz û silav

Dr. jur. Celalettin Kartal Expert on Sharia and Migration

Chavkanî, binêr li http://www.tectum-verlag.de/deutsche-yeziden.html http://nerin.hawarnet.org/2014/09/dais-quran-komkujiya-sengale-u-ezdiyen.html?showComment=1411987792066


   

 

 

Celalettin Kartal3359

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com