|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Cercûr Cemîl
Êzdiyatî Bûya MEYDANA çeqel, (rovî) û Guran!!!

 

Teybetî ez karim bejim ku ev çeqel û rovî piştî 3,tebaxa 2014 an de Xwe dan der,mîna mozê Biharê!!

Ez dejim wext hatîya ku divê hin tişt werin zelal kirin û binav kirin.!!

Bi rastî piştî vê pêvajoya dawî ku gelê kurd dest pê kiriye, bi taybetî Şoreşa Rojava,û şingalê,ji xwe rewşa bakûr ber çava ya,min ne xwest têkevim van niqaşên vala. Lê mixabin di vê dema dawî de hin kesê bê ahlak û bê kultûr.êrîşi hin nirxan dikin,Lewma bêyî xwesteka xwe, ez xwe mecbûr dibînim ku beyî ku ez vega navê hin kesan bidim,hin rastiyan bînim zimên, û gemariya hin takekesan bilêv bikim.ger ku wextê wê hat ezê binim zimên!!ka bila vêga wer bimîne, hêya wext be!!!! Di serî de dixwazim bêjim ku ji aliyê min ve tu tiştekî min şexsî li hemberî tu partîyên kurdan,tu hizbên siyazî û medya civakî tune ye, pirsgirêk rastî û meşandina xeta rast e.

rêzdaren hêja normal bersîva van takekesan divî bû ku sazîya meyî civakî ku bi navê xweyî nû wek NAV-YÊK ê, tê zanin bersîva van kesan bida ya, çi di milê raghandine da û çi di milê kar û xebatên nav gel da,teybet di milê xebatên nav gel da, mixabîn deng ji wan nayê nizanim gelo rojevê naşopînin,anji na bihisin,?? dibe ku cisaret nekin, anji he dibin bandora malbatî û kesayetî debin!!

Xwendevanên hêja ez dixwazim bala we bikşinîm ser van mijar û niqaşen dawî ku teybetî di vê dema dawî da seda ketiya rojava civaka kurdên êzdî.!!bala xwe bidine û binêrin hin kes vega komdibin dixwazin altenatîfa NAV-YÊK, çekin, Êdî divê civaka me bi gotinên vala, yen hin kesên sekter, serhişk, jixwerazî û xwedî ramanen paşverû û ahmeq,ku vega derkevîn medya dixwazin liser navê olî hin tevlî hêviya bikin, û be moral bûne dinav civakê da bidin çekirin,divê Êdî civaka me bi gotîne van takekesan neyên xapandin,

1-Gelo ku mêrov têne kirasê rewşenbîrî, anku navê rewşenbîrîye li xwe ke, Êdî dibê rewşenbîr??

2-Gelo ku mêrov têne kirasê Olî li xwe ke, Êdî dibê Oldar??

3-Gelo kesekî ku ji kevneşopî, orf û edetên civakê baş famneke dibê civaknas.??

4-Gelo kesekî ku di vî wextî da ,qelêna kiza xwe anji xûşka xwe bistîne, ciqasî kare ahlaqê civakê biparêze?? mixabîn ev kes her roj derkevîn raghandina êzdîya,(Tv)

5- Gelo ev kesên ku vega derkevîn medya û pesnê xwe didin di bûyera şingalê da çend kes ji malbatê xwe tevlî hezên berxwedana şingalê anku jibo rizgarkirina şingalê kirin,??

6-Gelo kesêki ku nesî 30 salî di bin navê welatparêzî ye kirasê siyasî li xwe ke, û di dawîye da jibo berjewendiyên xweyî malbatî û seqsî kar bike mêrov kare ji van kesa ra bejê welatparêz,??

7- ma ku hun her roj por û zimbelê xwe boyax bikin û qerawata têxin stuyê xwe derkevîn medya hedi wê şingal rizgar kir,?

8-ma ku hun wek Fethullah Gulen derkevin medya û xwe bigrînin hedi hun bûn xemxware êzdîya, kiye ji we bawer bike.???

9-Êzdiyatî ne di gotîne deya,divê hemel û piratîk hebe??

Gelek pirsê min hene ku ez ji wan bikim. Lê pêwîst nake. !!!


 

Êzdîyên dilsoz û Kurdên Welatparêz

Em wek gelê Kurd û civaka Êzîdî di nav demek girîng û dijwar de jiyan dikin.divê em ji bir nekin pîr lîstik li ser civaka me têna meşandin teybetî piştî fermana şingalê. ev lîstik bi dawî nebûna.hejî ev lîstik li hemû heremê ewrûpa,qefqasîya û şingalê berdêwam dikin. hin kes fitna û fesadîya xwe di din meşandin.

ki we van lîstika vala derxê,??

hun xemxwar xebatkare hêja divê em ji her demê betîr gel siyaret bikin. divê em xebatkare hêja baş rewşa xweyî siyazî ya dawî bi gel bidin famkirin. Divê em ji bo lîstikên ser civaka êzidiyan tên meṣandin re şiyar bin û li himber êrîşan bê bersiv nemînin.Her çiqas Fermana Şengalê bandor dabe ser civaka Êzîdî jî, di encama xwe de gavê dîrokî ji hatine avêtin.

Pistî 3,Tebaxa 2014'an de gavên girîng û dîrokî hatin avêtin. Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ, YJŞ), Meclîsa Avaker a Şengalê, Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan (PADÊ) û asayîşa Şengalê û gelek komên serbixwe ku têne wek êzdî kar dikin hatin avakirin.

Ji bo ku em gemariya kesê bê ahlak bidin bilêv kirin tariya sedên salan bidine ronîkirin, giyana şehîdên 73 fermanan bidine jiyandin, dîroka hatiye windakirin, bidine dîtin, zimanê hatiye lalkirin bidine gerandin, guhên hatine kerrkirin bidine bihîstin, zilm û neheqiyên ku vega li Êzdiyan têne kirin bidine teşhîrkirin, leyîstikên dijminatiyên xistine nav olên kurdistanê bidine vale derxistin, pewista Sazîyên meyî siyasî û civakî û kesayetiyên kurd bi erken xweyî olî û civakî rabin.ji her deme betîr kar û xebatê bikin.

 

Rêzdarên hêja

wek hun di zanîn vega amedêkariyê rizgarkirina bajarê Mûsilê dest pê kiriya, Êdî singal ji we Piştî rizgarkirina mûsilê bikevê konaxeke nû. Lewma jî em weke gelê kurd teybet civaka Êzdî divê şiyar bin,pewîsta rêxistîna me NAV-YÊK,ê misyoneke giran hildê ser mile xwe.ji her demê betîr kar û xebatê biken û rêzecivînên gel lidarxin gel baş di derbare pêvajoyê da agahdar bikin, heger ku ev neyê kirin dibê ku em rastî fermana heri mezîn ya 74 werin û şere navxweyî were destpêkirin!!!ji ber ku Fethullah Gulen ê, me yen êzdîya ji zêda bûyîna!!!

Bi vê mebestê ez bang li tevahiya civaka êzdî dikim, ku neyên liska van kesên ku tevlîheviya dikin..ew xwe nasdikin...!!

 

Silav û rêz!

22.8.2016

Cercûr Cemîl


   

 

 

Cercûr Cemîl3398

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com