|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eyup Kurt
HUN ÇI JI ÊZDIYAN DIXWAZIN? BIKŞININ DESTÊN XWEYI PÎS Û GEMAR.

 

Geli mrovên xwedi Bext û bi ujdan . Civaka Êzdi û baweriya Êzdatiyê gelek vekirî eşkere û paqije. Gelek Olên din ji fikrê  Êzdatiyê tiştên baş girtine u ji xwere kirine mal u bi kartinin.

Di Ola Êzdiyande cihê jinê ser her tiştireye. Di Êzdiyande jinên weke meyan xatun ,Stya zin, Xatuna Fexra bune serok u rêberên Êzidxanê .Di dema irojde dema şerek diqewime nava Êzdiyande jin bi kevnikeke sipi dikeve navberê û şer radiwestine.

Ji ber paqıji û edaleta Êzidxan xêrnexaz aciz dibin û êrişî ser rastiyê dikin. 74 car ferman sermede hatiye yek sebeba fermana eve ku em di rêça xwedêdene û bi xwedayê mezin bi bawerine.

Ev filimê li sinema dihokê hatiye temaşekirin berdewama fermana 74 ye. Bi fermanê em neqedandin ijar dixwaze bi siyasi ji alemêre bêje Êzdi qizên xwe jin,u bukên xwe dikujin ji ber gihiştine Islamê.

Ez vê bêbexti bê ahlaqiyê bi tundi şermezar dikim .herkes dizane qizên me yên ji destê DAÎŞ rizgarbune me weke horiyan ew pêşwazi kîrîne.

Li Almanya Bajarê Hildesheim daweta 6 qizên Êzdi ji dest DAIS rizgarbubun bi tevlêbuna hezaran Êzdi bi coş hate li darxistin. disa li bajarê Almanya Lehrtê daweta viyan,a bi mehan destê DAIS debu bi girseyi pêk hat.di dawetêde Şêx,Pir, Mirid,berpirsên mal,Komelên Êzdiyan tev amadebun.

Gringe Hikumeta herema Kurdistan ,saziyên mafê Mirovan bersivek bide Êzdiyan û vê rureşiyê bide sekinandin.

Qiz û xortên Êzdi bersivek gring dan. Pêwiste kesayetên xemxwarê  Êzdiyan,u şexsiyetên Êzdi yên xwedi derfet vê buyerê bişopne û mahkum bike .

Çima di filmde ev dimenê rastiyê cih nagre ? U ji bo biçukkirina Êzdiya goriya berjewendiyê xêrnexwazên Êzdiyan  filim amadekirine.

Elbet di her milet û Olide kesê bê ahlaq hene di Êzdiyandeji kesê bê ahlaq wê hebin.lê ew kes Êzdiyan temsil nake.

Banga min  ji bo parêzerên Êzdi ku li serxwe ferz bibinin û Dest bavêje vê buyera dihokê. Ji meji çi bê xwestin em weke kesayetên Êzdi amadene bi were alikarbin.

Eyup Kurt

11.09.2016


   

 

 

Eyup Kurt3417

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com