|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eskerê Boyîk
Komkujiya Șengalê -bangewazî bo rewșenbîrya Kurd

                  

                

Eva du sale Șengalê  bûye  birîneke bi êș, birîneke kûr  ketye dilê Ȇzdiyan.

Qezya, kereset, șerr-dew, erdhej li her weletî diqewimin, dibin sebebê  wêranbûna welata, mirina bi hezara evda, kavlbûna gund û bajaran, șaristanyan. Lê çi li Șengalê qewimî ji bo êzdiyan tiștekî din bû. Ew bi nemamî, bêwîjdanî pêlkirina wê birînê bû, ku be dewr-zemana Ȇzdî pê êșyabûn û diêșin.

Ji bûyarên Șengalê çawa șengalî wusa jî temiya  Êzdîxane  ji êșê kûr nalyan. Du sal derbaz bûne dîsa jî nikarin hêsirên xwe, hasten xwe, êșa xwe, giriyê xwe zevt bikin. Ȇzdî xeyîdîne. Xeyîdîne ji xwe, ku çima ji bo ewlekarîya xwe nefikirîn, çek-sîlih ji xwera dest nexistin, gumana parastina xwe nedane li ser xwe, neyarê dewr û zemana, neyarê qane-qanê hat, gihîșt e  li ber derê wan, mala wan wêran û talan kir,  jiyana wan ser û binî hev kir, namûsa wan ra lîst , keç, bûk,zarok, daykê wan hêsîr bir, zilam kuștin, xeyîdîne ji serok, rêvabir, oldar û giregirên xwe êzdiyan, ku rê nîșanî wan nedan, roja teng da wanra nebûn pêșîkar,  xeyîdîne, gazinin ji rayedarên Herema Kurdistanê, bêxemî û dilsarya wan ya bi sala hindava êzdiyan û Șengalê da, gazinin ji pêșmergan /hêza kîjana bawar dikirin/ ku tengasiya wan da, dema neyarê hov hiçûmî li wan kir pișta wan nesekinin, ew neparastin, bê pișt bê xwedî, destevala di nav xezeba  hov da hîștin, pișta xwe dane wan çûn, ne borcê xweyî leșkerî, ne yê netewî, ne jî yê wîjdanî xweyî derneketin, xeyîdîne ji qedera xweye giran, dîroka xweye wêran ya bi xûnê nivîsî, ku 50-60 sal carekê wan ber katastrofeke malwêran dide sekinandin.

Ya here  bi êș ew e, ku vê carê ev zulm dema deshilatdarya Kurdan da hate sere wan. Ȇzdiya ev yek qet bawar nedikirin, fikira kesî ra derbas nedibû. Evê yekê tifaq û yekîtya gel wêran kir. Bawarya êzdiyan hindava netewa wen da kușt.

Dema hukumdarya Kurdan, têrora here mezin di goveka  Ȋreqê û Kurdistanê da gund û warê Ȇzdiyan da hatin kirin.

Em çenda bîr bînin:

-Bûyarên li Șêxanê.

-Çîroka keça Ȇzdî ku bû bela serê Ȇzdiyan.

-24 karkirên Ȇzdî  birin li ber derê mizgevta xwe ya Mûsilê bi hovîtî kuștin.

-Bûyarê Zaxoyê.

-Qetlyama Gire Zêr û Siba Șêx Xidirê ya 14 tebaxê 2007 a.

Û dewyê jî ev xezeba Șengalê ya here mezin.

Li nava wan sala da rewșembîrên Ȇzdiyan,  çawa li welêt, wusa jî ji dervayî welêt bi seda cara berbirî serokatya herêmê, serok partî û hêzên sereke bûn, nerehetya xwe elam kirin, ku ev hemû, ev dijîtya himber êzdiyan  Li Șêxan û Șengalê  da tê meșandin normal nînê, destê neyar û nexazên Kurda navda heye, rojekê bê wê dereg be, wê biteqe û bibe sedema bûyarên dîrokî yê tiragk e mezin.Ku neyarê kurda, neyarê netewî ji Kurdan çêtir dixebitin, dixwezin bi teribandina tifaq û yekîtyê qelșê nav Kurdan da vekin.

Û bi rastî kirin ne ku tenê pirsa êzdîtiyê lê gelek waran da bêtifaqî, neyartî kirin li nav gelê Kurd. Evê yekê ziyaneke pir giran gîhande Bașûr.

Lê deng nedigihîște kesî. Kerayî bû. Perdeke qalim kișandibûne ber guhê xwe.

Loma jî bawari  nemaye …

Bawariya Ȇzdyan ji  wan, ji axa kal-bavê wan, serok, oldar, rêvabir, șêx û pîrê wan jî nemaye, bawar nakin, gotin û sozên kesî bawar nakin. Ji  gund û șênê xwe, axa pêșyê xwe, goristanê kal-bavên xwe direvin, netewa xwe direvin, ji  Kurden musulman direvin, jibo kujarên wan yên bi dewr-zemana  bi nave îslamê ev xezeb tianîne sere wan musulmanî bû, îro jî ewe, ev qetliyam jî bi navê Îslama siyasî-musulmaniyê pêk hat. Birayê wane kurd jî ji sedî nod bawarmendên wê olê ne. Pêra jî bi dewrana bi nave musulmanyê birayê wan. kurdên musulman jî tevî ereb, tirk û ecemyn ew qir kirine.

Kê vî halî da wê bawariya xwe unda neke? Bêguman û bêhîvî nebe?

Kê wê amintiya xwe der-dora  bîne?

Werên, em demekê xwe daynin dewsa wan û bifikirin…

Ji wê zulmê du sal derbaz bûye.  Hê tu pirsgirêk çareser nebûye... Yên wak kolê nava xezeba DEȊȘE da dizarin. Yên li bin çadirê nêylon da tazî- birçî, bêhîvî rojê xwe dimașînin, yên serê rê-dirbên  berbi Ewropayê nizanin wê bigihîjine cî yan na...

Û ev hemû sedsala 21 da.

Kuda herin, kuda birevin, ku wî bextê reș xilazbin, ku sibê –duspa ev malwêranî carke din dubare nebe?

Pirsgirêk nu nîne. Ȇș ji dewr- zemana tê.

Eva devedevî 30-40 salan e cî-warên êzdiyan Kurdistanê da xalî dibin. Civak ji rûyê gelek egeran va  gund û şênê kal-bavan, milk û mal, goristanên xwe dihêlin li temamiya cihanê bela dibin, li ber dijweriyên koçberiyê, asîmlasiyonê, helandinê ra rû bi rû sekinîne. Êzdiyên Bakûr bawarkî tev derketine welatên Ewropayê, yên Rojava jî dabûn pey wan, usa jî sêrek bûbûn, lê ji pey lihevketina Sûryayê, êrîşên têrorîstiyê yên grûpên îslamî li ser gundên êzdiyan halekî wusa çê bûye ku dijwer wura êzdî bimînin. Êzdiyên Ermenistan û Gurcistanê weletên sovêta berê û dinyayê bela bûne. Ji pey hedimandina rêjîma Sedem ra halê êzdiyên Başûr dijwertir bû. Pirsgirêka êzdiyan çareser nebû, berovajî dijî wan dest bi bûyarên têrorîstiyê, zordarya eşîretiyê, olê, dijweriyên hêzên der û hundur bûn. Reva wane berbi Ewropayê xurttir bû.

Gelo Ȇzdî ji kê direvin?

Gelo Ewropa xilazbûn e?

Geli Ewropa șîr û șekir e?

Na, Ewropa undabûn e.

Komkujiya Șengalê ya 3ȇ tebaxȇ sala 2014 a bi çap, neheqȋ, zulm ȗ xezeba xwe mirovaya temamya cihanȇ zendegirtȋ hȋşt. Fermanȇ din jȋ wek ya vȇ carȇ bȗne, dibe tiştek jî ji ve keresetȇ xirabtir anȋne serȇ Ȇzdiyan lȇ ji bo mecalȇ ragihandinê, çȗyȋn-hatin wek niha nȋbye, dengȇ wan zulman cihanȇ bela nebȗye, kere-ker hatine kirin, kesȋ guh nedaye birîna êzdiyan  ȗ her tişt nava xweda temirye.  

Ev bûyar wek sînemeke zêndî,  ya xezeb û zulmê derkete li ber çavê temamay mirovayê. Temamya cihanê Șengal temașe kir.

Komkujiya Șengalê kereseteke xezayî nî bû ew rast kopîya wan 72 fermana bû, ku dewra pêxembera va girtî dewrana Semewya û Osmaniy û îro anîne serê  civakê wek Êzdiyan. Lê vê qetlyamê da di wê xezebê lîstik û bazirganiya dewletên mezin jȋ zêde bû. Wana jî wek mîr, padșa, axa û begê rojhilatêye berê bi xûna zar û zêçê êzdiyan, hêsir û jana wan xwe bi hêz kirin, zengîn bûn.

Li bin wȇ komkujiyȇ da lȋstikȇn gemar hene, ku ȋro di nav  wȇ qirȇcȇ da pȇçayȋ ne, dȋrokȇ zȗ-dereng wȇ qerȇcȇ bişo ȗ dȇmȇn sȗcdar –berpirsȇn vȇ zulma kirȇt ku anȋne serȇ evdȇn bȇsȗc ȗ gune  we vebin. Eger ȇzdȋ jȋ nikaribin wȇ yekȇ bikin, zanyarȇ cihanȇ wȇ girȇfȗtkȇ vekin, dîrokê veke ȗ sȗcdarȇ bȇne holȇ. Qet na navê wan wê dîrokê da bi reș bê nivîsar.

Temamya zulm û xezeba Șengalê da bû li ber çavê me hemyane, pêwîst nîne bê wekilandin.  

Dijwer evdekî êzdî cihanê da hebe ku êșa komkujiyan, çawa êzdî dibêjin fermanan nedîtibe.,

Ez bînim li ser xwe . Kal-bavên min eva 200 sale ji welatê xwe revyane. Cima revyane? Gelo dagerkirin sebebê her bêbextî,  ji welêt reva Ȇzdiyan … Na, ji zordarî û olperestya netewa xwe revyane. Revyane ku serê xwe xilazkin.  Rîspiyê me ji êșa komkujiya dinalyan, rûdiniștin derheqa wê rev-bezê, wê zordaryê, qir û birê da gilî dikirin. Me gênca “çîrokê” wan bawar nedikir…

Niha rastî li ber çavê meye. Niha ez dinhêrim çîrokê wan çiqas rast bûn.  

Xêra miletê Ûris, dewleta Sovêtê em êzdiyê Rûsiyayê man, unda nebûn, eger hevkî pêșketina me jî çê bû ew jî xêra welatê Sovêtê bû, sîyaseta we ya netewîye rast .

***

Dema mirov dor vê kerasatê difikire,rind tê xanê ku kereset pilankirî bû, hazirkirî bû. Weșê DAȊȘȆ di wê hovîtyê ra hazir kiribûn. Ew dijî êzdiyan û netewên kêmjimar yên ne musulman perwerdekirî bûn.  Pișt wan perwedeke gemar sekinî bû. Yan na evdê normal nikare weșîtya wî teherî bikin. Ewê ji Çêçênistanê,  Bakûrê Kovkazê, Afrîkayê, Ewropayê û cîkî din hatî çi zanibû civaka êzdî çiye? Berê bi çi cûreyî ferman êzdiyan rakirin e, ku ew jî weșîtya pêșyê xwe biwekilînin.

Ev komkujiya li ser Ȇzdiyan wan komkujiyan tîne bîra mirov ku sal- zeman berê cihana îslamê anîbû serê Ȇzdiyan.

Usane hin Ȇzdȋ hin jî netewa wan Kurd gerekȇ bifikirin, çawa bikin ku çend sal şȗnda, dȋsa ev zulm bi şikilekȋ din newekile.

Ne hema mehek berî vê komkujiyê, kes nikaribȗ derheqa kereseteke wa ya bihov û ne îsanî da bifikiriya.

***


Xisûsîke vê komkujya Êzdiyan, Fermana 73 an, vê kereseta reș, bi heqî  ew bû, ku bawarkî payê gelê Kurd yê pirê rabû pișta Êzdiyan. Gelê kurd, ev neheqî, ev heqeret, ev hovîtiya li ser pareke gelê xwe: Êzdiyan, wek neheqiya li ser xwe dîtin,  rabûn hewara Êzdiyan. Vê hovîtiyê dilê wan êșand. Raste, hinek  bêdeng man, ji hinek oldar û fêodalên fanatik  dengên ne baș hatin bihîstin, hinek gênc çûn tevî DAȊȘa bûn  lê perwerda civaka kurd e kurdewari, ya dewrana 21 ê ew cîda dane rawestandin…Her hêzeke Kurdistanî / her yek bi cûrekî/ hatin hewara Șengalê.  Xîreta netewî Kurdistanê da ser ket. Ji heçar perçê Kurdistanê, ji dewletin cihanêye cûrbicûr alîkarya kurdan kișya ber bi Herema Kurdistanê… Șervanê dijî DAÎȘÊ șer dikin kurdin, yên ji bo wê axa pîroz șihîd dikevin  kurd in, doxtor kurdin, xizmetkar kurdin, yên wan dîmenên zulm dinhêrin hêsira dibarînin kurdin. LiTirkiyê da Êzdî dîsa li cem Kurdên musulman, bi alîkariya wan sitar bûn.

Kurdên bajarên Zaxoyê û Dihokê derê xwe li ber hêsîrê ezdiyan vekirin

Eva di dîroka fermanên li ser Êzdiya cara ewlin e. Gaveke pêșketinê ya mezin e di hișyarbûna hizra netewetiya kurdî da.

Gelê me berêda dibêje: „Kê mirî vegerand, yê dila pirsî.“

Roja teng da, bira rabe here hewara birê xwe qencî nîne, lê çi jî hebe  ev pêșketina dîrokî  gerekê bê nirxandin.

Gelê kurd yê sade bi xîret e, welatparêz, mirovhiz û bi wîjdan e, qehreman e. Rêxistin, hêz û partiya  wek serokeșîr, axa-begên berê bo berjewendiyên șexsî, hizbî, deshilatdaryê dijî hevin û wê dijîtyê jî mala yekîtî û tifaqa kurdan wêran kirye.

Gelekên wek min e dilsax xweșbîn bûn ku li ser wê kereseta xezeb tifaqe di nav hêz û teyfên kurdan da wê çê bibe, nakokiyê di nav xweda wê daynin alîkî, her yekê di hindava xwe da bê qelpî, Șengala Êzdiyan ji wan rewirên DAÎȘ ê azad bike, bê berjewendî alî Êzdiyan bikin, birîna wane kûr dermankin, êșa wan e giran sivik bikin, qedirê êșa wan bigrin, Êzdiyan demeke zû ji wî halê malwêran derxin…

Lê pașê çi bû, îro jî çi dibe li ber çhava ne.

Van rojên dewî mediya Kurdî da ji serok û rêvabirên hêzên çekdar daxuyanî û axaftinê usa tên bihîstin ku mêriv dikine nav șikê û tirsê.

Nakokî û dijatiyê navxweyî birine Șengala birîndar, her yekê hêza xwe li wur çê kirye, dixwezin pirsgirêkê xwe Șengalê  da safîkin. Șengalê bikin meydan, êzdiya jî lîstokên nakokiyên xwe..

Eva êdî maqûlî nîne, eva dijî berjewendiya netewî ye..

Gelê Kurd gerekê pașda, li dîroka Kurd û Kurdistanê ya malwêran binhêre û sebebên bindestiya gelê xwe, zulm û zora dagerkiran, sebebê van komkujiyan bibîne. Gelo di van 73 komkujiyan da hema zilek kara gelê kurd hebûye? Ji pey her komkujiyê ra herameke Kurdistanê wêran bûye, bêtifaqî û neyartiya di nav Kurdan da kûrtir û xurtir bûyê. Dagerkir  dûrva li ser bêaqlaya Kurdan kenîne, simêlê xwe ba dane û nîrê koletiya Kurdstanê girantir kirin e…

Çima DAÎȘ neçû welatekî îslamêyî din, li ser axa wê xelîfeta xwe ya kurdkuj ava bike, hat Kurdistanê? Bersîv yeke, wekî wek hezar sal berê îro jî Kurdan bifetisîne, tuneke û lê Împêratoriya Ereba çêke… Her tișt eșkere li ber çavan e. Bi pilan, bi hazirî , bi piștgirya dewlet, hêz û serokên dewletên Îslamê,  çawa berê..

Iro temamya Kurdistanê da șer û dew e. Gelê kurd walatê xwe da malwêran û penaber e, walat wêran bûye. Heçar perça da dagerkir dixwezin kurda tune bikin, ber çavê cihanê reșkin, Bașûr , ku ber dergê serxwebûnê sekinye nava kirîza hukumî, aborî,  siyasî, bêtifaqî û nizam çi da ne…

Kê ev hal çê kirye? Kê DAȊȘ çê kir?

Heta çûk-mezinê Kurdan, rêvabir û deshilatdarê Kurdan, fêodal û oldarên Kurdan, rewșenbîr û sîyasetmedar, komele û rêxistin vê rastiya malwêran nebînin… dewletbûn zehmete…

Ez time jî li ser wê bawariyêê bûme, niha jî bawariyê min ewe heta dewleta kurda çê nebe pirsgirêkên kurdan, navda usa jî yê Kurdên êzdî çareser nabin. Destûr, qewl û qanûnê dewletê, hukumdarî, jiyan, mîdiya, ziman, perwerde, fikirandin, bazirganî, hunermendî, erf, edet, malbet, helaqetî, çûyîn-hatin kurdewerî, bi bingeha dêmokiratiyê nîbin, neyarên kurda wê her derfetê bidine kêranîn û bextê wan ra bilîzin, fikirê wan biherimînin, nahêlin bigihîjine fikirandina netewiyê çawa îro ye. Kurdistan eger nebe dewletek qanûnî, lê her netew, civak, bawarî bi hevra, rex hev bi biratî nejîn, pêșketinê tunebe, wê ewê jî gilolî li nav tarî û hezeka gelek dewletên îslamî bibe.

Ûsane çiqas zû dewleta Kurda çê be ewqas zû wê pirsên Kurda bên çareserkirin.

Hevalno rêya pêșîroja Șengalê hê paqij nîne. Birînên Șengalê kûrin. Pêșîroj jî di nava tari û dûmanê da pêçaye. Bi alîkî nêzîkî nîv mîlyon xelkên bê cî star bin çadira da, eware, bi hezaran hêsîrên  destê DAȊȘ ê da, hezaran serê rêyên Ewropayê, aliyê din jî ev  bazirganya malwêran, ku li ser Șengalê tê kirin ...

Banga min hêzên Kurdistanî ewe, di vê pirsê da berjewendî û dijîtiyê navxweyî daynin alîkî,  bi lihevhatin û kara netewî /kara vê civaka șikestî/ tev bigerin, Êzdiyan û Șengalê nekin lîstoka berjewandiyan,  bibin xêrxwez, pêșewitî, piştovan, girûpên Êzdiya nekșînin nav dijîtiyên xwe, wan jî ranekin dijî  hev,  ku bi maqûlî pirsgirêk  çareser bibin, birîn kûr nebin, bên  dermankirin.

Șengal dîsa dîrek hukumata Bexdayêva girêdayî hîștin riya herî șaș û  civaka Êzdiyan ra bê pêșîroj e.

Dîroka dewrana gerekê neyê jibîrkirin. Di dema heyîtiya xwe da hukumata Bexdayê tu pirsgirêkeke Șengalê çareser nekir. Pirsgirêk kûrtir bûn heta gîhya KOMKUJIYÊ...

Çiqas komkujiyên Êzdiyan çê bûne bi destê olperest û talançiyên ereban hatine kirin, dijminên here  xeter erebê Mûsilê bûne. Vê komkujiyê da jî usa bû...

Hela berî komkujiyê, ev pêvajo ji Mûsilê  dest pê bû, dema  24 karkirê Ȇzdî, ji bo Êzdî bûn, birin ber mizgevta Mûsilê kuștin, xwendkarê Êzdiyan bi mecbûrî, ancaxî  ji destê nijarperest û olperestên ereb ji Mûsilê revyan.

Ez bangî rewșenbîrya kurdan ya pêșverû dikim bibine alîkar ku dinav Kurdistanê da Ȇzdiyan ra cûrekî ewlekarî bi  rêvabirîke maqûl ya dilê êzdiyan bê avakirin.
 

Birayên hêja, șêkrandineke mezin e ku PEN a Kurd bo tifaq û berjewandiyê netewî, êșa Ȇzdiyan ya temamya gelê Kurd hesab kirye û tevî rêvabirya Mala Ȇzdiyan /Oldênbûrg /ev Konfêransa delal, bi beșdarbûna rewșenbîr, nivîsarkar, hunermend,sîyasetmedarên kurdê heçar perçên Kurdistanê pêk anye. Sipas rêvabirya PEN a Kurd û Mala Ȇzdiya ra.  

20.08.2016




 


   

 

 

Eskerê Boyîk3432

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com