|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Beyar Robarî
Welatê rojê

 

 

Beyar 2

    Beyar Robarî


 

Ez kurê zêr axê me

Lawê zayenda şarê me

Neviyê Mezê û Medê me

Kurê welatê rojê me

    *        

Ava gola Wan û Urmiyê me

Çema Ferat û Diclê me

Kevirê kela Amed û Dimdimê me

Zinarên çiyayê Agirî û Hewarê me

    *

Nevîçirkê Kawa û Xanî me

Şagirtê Cîgerxwîn û Bedirxanî me

Şervanê şoreşa kurdistanî me

Ristevanê jiyan û azadiyê me

*

Ez xwediyê vê buhûştê me

Axa Medan û kurdên rojê me

Jibo wê ez li her meydan û qadê me

Li qada şer û ceng û peyvê me

Welatê rojê, tu jiyana me

Em te bernadin, tu ya me

Can û giyan jibo azadiya te

Hebûna te, mayîna me

*

Welatê rojê !

Tu hatî hûnandin teve xwûn û hestan

Emê te rizgarkin ji bin destan

Û pîrozkin serfirazî wekî Kawa û hevalan

Vaye nêzîk bûye roja me, rizgar dibin ez û te.

 

                    29 - 09 - 1997

 


   

 

 

Beyar Robarî3464

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com