|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Feremez Xerîbo
Îbrahîm Xelîl -2

 

Navê wi wek ibrahim  li cem êzidiyan derbas dibê

Ü li cem mihemedaniya (mislimanan) derbas dibê

Ü li cem cihuwe abraham derbas bibê

 

Gotina xelil yani hes jêkiriyê xwedê,yani xwedê hes jê dikir ü ne navê keskiye ew pesne

 

Li cem êzidiyan di bêjinê ber him ,ji ber shêwirdarê nemrud gotinê :zarokik wê di welatê tede bibê ü wê zora te bibê ü imana wi bi te nayê ,nemrud hêrz bu ü got ev nabê,divê chi zarokê bibê  ,bê kushtin ,heta zikê pirekan qelashtin ta zarokan bi kujin.

Dê ü bavê ibrahim tirsihan ü wextê ji dayikbuna wi nêzik bu ,bavê ibrahim daka wi bir kir shikeftikê ü li wi li ber(kevir) berki bu ,ü ji ber wilo navê wi kirin berhim ü pishtra navê wi kirin ibrahim yanji birahim .

 

Li gor toratê navê bavê ibrahin   tarih e  ,lê li gir êzidiyan ü misilmanan navê bavê ibrahim azir e (hazir).

Ibrahim ê 10 ya heta nebi nuh ü halo:

1-ibrahim  2-tarih(azir)  3-nahor  4-sarox  5-raxo  6-falih  7-habir        8-shalih  9-erfshad  10-sam  11-nuh

 

Navê daka wi  ,nuna  kecha kirinb kurê kosha kurê erfshad kurê sam

kurê nuh.

 

Di navbere buna ibrahim ü tofane nuh de 1099 sal hene

Ü di deverne dinde  1263 sal hene     pishti buna adem ib 3330 Sali

Ibrahim pishti 175 salan hemrê xwedê kir ü di shikefta bi navê mekfêla de sipartin axê ew shikefta go wi ji yeki hsi(Êzidi) kiribu  ê bi navê hefron kurê suher li bajarê xelil niha.

 

Ibrahim 2 birayê n wi hebun  bi navê 1-nahor 2-haran bavê pêxember lot ,li gor toratê Ibrahim di sala 1900 beri buna mesih bu (beri zayinê)

Hin jêdre dibêjin ew li ur ya niha bi navê (nasiriyê)li qubletê  bajarê bexdayê  paytexte  iraqê ji dayik buya  ü hin jêdre dibêjin ew li urfa ya bi navê (heranê)  ya niha li tirki ya ,ji dayik buya .

 

Li gor jêderan 4 jinê ibrahim xelil hebun bi van navan

1-sara    hin dibêjin ew kecha amê wiya ü hin di bêjin ew xweha wiya ji bavê ne ji dê  sara daka hshaq e

2-hacir  ya qubti  ew ji misrê bu ü cêriya sara bu daka ismail e

  1. Qetura  ,ew daka zemran,yeqshan,medan,medyan,yeshbaq,shuha,

    4-hecun keca emin

     

    Ismail bi 13 salan ji ishaq mestire 

    Sara 89 Sali bu wextê xwedê ishaq dayê 

     

    Ibrahim xelil wextê ji welatê xwe derket halo bu :

    Ur  - babil – heran  -shekim – bê êl –misir – bêt êl –hebron – sham (dimeshq) –hebron – cerar –bir el sebeh- mera –bir el sebeh- hebron 

     

    3-chiroka Ibrahim xelil ü cejna qurbanê:

    Wek tê gotin ,bavê Ibrahim xeli li cem nemrud kar dikir,wi senem chedikirin ü di firotin ,wi senem didan Ibrahim tan wan bi firoshê,Ibrahim xelil ew bi kindirki girêdidan li li pey xwe di xir xirandin ,hina chu got bavê wi ka ew chilo dike ,bavê wi gotiyê wilo neke,lê Ibrahim ji ya xwe nehat xwar ,ji ber wilo Ibrahim chu cem nemrud ü gotiyê ta Ibrahim bi kujê ,nemrud got ibrahim:jima ti wilo dike ,dive tiji wek herkesi hibadete min bike ji ber kesik ji min mestir nine ü bi qewet nina ,hingi Ibrahim got nemrud: 

    Ya miro heke tu rast siltini

    Barankê ji sayi bo min bini

    Ü rojê ji nivro vegerini

    Ü miriki ji qebristanê hilini

    Ji nu ü pash ez dê êm ser wi dini

    ….

    Nemrud got 

    Ibrahimo ez karim ü nakim 

    Barankê ji sayi dakim

    Miriki ji qebristanê rakim

    Herd ü ezman fereh kim

    Belê keski nekiriya ü ezji nakim          qewlê Ibrahim xelil 

    …….,,,,,

    Pishtra ibramim got :ez hibadetê ji senemê wre nakim,ew senemê hun bi destê xwe chê dikin,ez yek xweda di parêzin ew xaliqê heyv,stêr ,roj ü xaliqê hertistiya .

      ,hingi nemrud emir kir ta daran kom bikin ü Ibrahim bishewtinin.

    Wextê di xwestin daran binin,heywanan (hespa ü kera )bar ne di hilkirtin ,milet hat ü got nemrud ,nemrud shêwiri ,ü shêwirdaran gotiyê:kera berda ser hespa wê qantir ji wan chêbibin ,ew bêjina ü wê bara hilgirin,wan wilo kir ü dar anin ü bi destê Ibrahim girtin ü avêtin nav wan ü agir berdan daran ,komkomkê  pif dikir agir ta gesh bibê ü marmarokê hav tani ta agir bi tefinê ,wextê Ibrahim di nav daran debu ,sara hat cem ü ronisht,Ibrahim got: sara wê min bi shewtinin ,chima ti hati cem min,sara got ez ji te ne chêtirin ,hingi Ibrahim soz ta sara go got:heta ez saxbim  ti chi bêjê ezê biya te bikim .

     

    Wextê agir berdan daran ,Ibrahim got :ya rebi min chi kiriya ? ji ber min iman bi te aniya ev divin min bi shewtinin ,min bi parêza,chi tishtê li ber dilê min shêrin ezê bikin qurba ji bona te .

    Agir berdan daran ü dar shewitin,pishtin agir bi dawi bu ,xelê dit va Ibrahim ü sara wi di mêrgikê de runishtina ü tishtik bi wan nehatiya ü ew derketin ü ji welatê nemrud bazdan ber bi bashur de heta gihan misrê , bi rêde Ibrahim xelil liqayi keski piroz bu bi nave ,(melekê miran)ew ji sira tawisi melek bu ,ü wi rê da ber Ibrahim xelil ü bu rêber jêre ,bi rêde wi got Ibrahim xelil dive ti xwe wek bav ü bapirê xwe sinet bike,ü Ibrahim xelil bu kirivê melek miran ,ü hersal wi fito dida melekê miran .

    Wextê Ibrahim xelil ket misrê ,ew tirsiha go ferhun wi bi kujê ü sara ji xwere bibê,ji ber wilo got sara bêja ez ü ti xuh ü birane ,ji ber wilo heta niha hin dibêjin  Ibrahim ü sara xuh ü birayê hevin ,ferhun shand pey Ibrahim ü doza sara lê kir ü sara ji xwere bir ,lê wi 3 caran di xwest dest dirêjiya li sara bike lê destê wi di sekini  ü nikaribu wan bi lebitinê,ew tirsiha ü emir li xulamên xwe kir ta sara vegerinin cem Ibrahim .

    Ibrahim li misrê wextki ma lê wi biryar da ta vegerê filestinê ,wek tê gotin ib ibrahimre pirtukik hebu ü tê goman kirin ew pirtuk ya bi nave mijdeha roj buy an (pirtuka roj) mishefa resh ,heta niha li cem misilmsne ew tisht tê gotin (mishef Ibrahim xelil).

     

    Ibrahim xeli bê dundebu,ji ber wilo sara gotiyê :ez zaroka nayinim  ji ber wilo dive ti jinka xwe din binê,Ibrahim got:di wi temeni de ez nima jinke din tinim ,sara got:te soz dabu min ,ez chi bêjin tê biya min bikê,wi got erê :hingi sara got dive ti bizewcê disa ,wi got ez ji kê bizewcim ?sara got ji hacir cêrya me,ew ji hacir zewici ,ü hacir bi halki bu,wextê hacir ji derva dihat ,sara radibu ji ber ,lê wextê sara dihat hacir ji ber sara ranedibu,sara cavreshi avê hacir ü got Ibrahim divê ti hacir ji vir bibê,Ibrahim got  sara :ew nexweshe ji ber halê xwe,ü tiji ji ber wê nerabe ,sara got :ez nikarim,ji ber wextê ew tê ez bê himdê xwe ji ber dirabim .

    Li vir Ibrahim mecur but a hacir ü ismail ji wir bibê ü ew birin cihê niha mekih lê li (suhudiyê), Ibrahim ew li wir hishtin ü vegeriha ,av bi hacir re neme ,wê ismail li cih hisht ü li avê geriha,li devere niha misilman li cem mekihê bi lez dichin ü tên ,(muzdelifa,merwe,herefe,….)ji ber li wir hacir bi lez di geriha ,wextê ew li avê diheriha,wê dit teyir ü chuk li ser cihê ismail lê daniya di resin ,ew tirsiha ü bilez vegeriha cem ismail ,li wir wê dit va av ji bin cihê lingê ismail derdikevê ü diherikê,di wi wextide karwanik ji wirva hat ü dit va teyir ü  chuk hena ,wan qista wi cihi kir wan dit va av li wir heye ,hingi wan biryar de ta kufletê xwe binin ü li wir bi cih bibin .

    Pishti demkê Ibrahim bêriya hacir ü ismail kir ,ü berê xwe da wan ,ew giha cihê wi ew lê danin,kechikik hat pêshiya wi ü xêrhatin dayê lê ne got kerimke,Ibrahim jê pirsi ka xwediyê wi cihi :wê got ne li malin ,wi got :heka hat silavên min lê bike ü bêjiyê deriyê xwe sererast bike ,wextê ismail hat male wê wilo jêre got ,wi fihim kir , ü got daka xwe ew bavê mine ,daka wi got kurê min ,em nizanin ka bavê te saxa yan miriya ,ü ez behwer nakim em li bira wi bê pishti viqas wexti ,lê ismail got wê carke din bê ,ji ber wilo ew ji mal dur neket ,wextê bavê wi cara din hat wi ew naskir ü chu pêshiya wi ü got ti bi xêr hati Ibrahim ,   

    Ibrahim got ti chawe min nas dike ? ismail got chawa ez te nasnakim ,binêre li libsê xwe ê nurani ,hingi chu ruyê hevü li hev runishtin .


     

Cejna qurbaê:

Pisti demkê ,xwedê cibrail shand cem Ibrahim xeilil ta soza xwe bi cih binê  ,ü ismail bike qurban ,cibril hat ü got Ibrahim ,Ibrahim ket xema,lê ismail tê ani der ü got :babu netrisa ,dive ti soza xwe binê cih ,got daka xwe: min bishop ü shire xwe li min fihêl bike ,wi ü bavê xwe berê xwe dan cihki bilind ,wi got bavê xwe :chavên min girêde ü min ji girêde tae z xwe tevnedim ,Ibrahim wek wi kir ü rahisht kêrê ü da qirka ismail ,lê kêreê qirka ismail ne biri,chend caran wi kêr da qirka ismail ü kêre qirka ismail ne biri, cibril hat ji bani ü got:chima ti soza xwe bi cih nayinê ibrahimo ?ibrahim kêr da kevirki li cem xwe ,kêrê kevir biri ,hingi Ibrahim got cibril :bibine kê kevir di birê lê kêr qirka ismail na birê ma ez chi bikim?

Hingi cibril got :ibrahimo xwedê li te buhurt ü va beranik ji bedêla ismail shand ta ti wi bi gurinê  ü hingi nave qurbanê hat naskirin .

Pishti hingi,Ibrahim ü ismail cihik ava kirin  ü kabê lingê wi berani kirin riknê wi cihi  ,ji ber wilo di bêjin wi cihi kabe(kehbe) ü hingi ji ezmane kevrê resh hat ü ew kirin riknê kehbê.

Ü wek em dibinin hersal cejna qurbanê ji ber vê yekê tê bi bir anin .

 

Li vir ka em li ser vê yekê bi sekinin :

1-chi beywendi ü girêdan di navbre misilmane ü cejna qurbaê de heya ?ji ber ev cejin di vegerê wextê ibrahim ,ê beri hisa bi 1900 sal ji dayik buya ü mehemed pishti hisa bi 570 Sali buya yani di navbere mehemed ü ibrahim de 1900+570=2475 sal hene

Di qurhana misilmane de derbas dibê(ibrahim ne cihubu ü ne fileh bu ,ew islam bu ü henifi bu)lê ew wara vê yekê fihim nakin ,ji ber wilo divê ew ü herkes zanibîn go ibrahim xelil Êzidibu ;êzidi xwediyê silmê ne ü tichari zor ü tehde li keski nekirina .

2-di wextê ibrahim de cihuti nebu ,ji ber cihuti di wextê musa de hat naskirin  ü torat hat naskirin .

3-li ser cihê ji dayik buna ibrahim  ,hin di bêjin  ur li iraqê ü hin dibêjin urfa li tirkiya

4-hin dibêjin navê bavê wi tarihe ü hin dibêjin  navê bavê wi azire

5-hin di bêjin sara xuha wiya ü hin di bêjin sara kecha amê wiya

6-te gotin heywane bar ne hilgitin ,ü pishti shêwre ker berdan ser hespa ü qantir ji wan chêbun ,lê li vir 9 meh lazimin ta qantir bibin ma gelo ibrahim 9 heyva li wir ma?

7-chilo bavê nemrud pêxember bu ü ew kafir bu

Ji  ber halo divê mirov bi kurani li ser vê yekê bi sekinê:   

 

Feremez Xerîbo

29-09.2016

 


   

 

 

Feremez Xerîbo3465

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com