|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eyup Kurt
EZ KEÇA ÊZÎDXAN IM.

 

Ez keça Êzidxanim 
Bi derdim bi xemim 
Bi kulim bi birinim 
Bi şanim bi şerefim 
Êsira dest neyarim 
Serê xwe didim 
Ola xwe bernadim

Me çi dit u çi nedit 
Çahvên reşbelek 
Porê reş sor û zer 
Bejin û bala li hevhati 
Weke Limona givaşti 
Puç û bêhal dinalî 
Dorme DAÎŞ, ê bê imanî

Rojê sed car em dimirin 
Carê yek ji me dibirin
Kêfaxwe bi me dikirin
Geh difrotin geh dikirin 
Suka jin firotinê 
Suka jinê Êzdiya
Tucar dihatin ji reqa û bexda

Ax ax me çi dit u çi nedit
Goştê zarokê bi dayikê dan xwarin
Keçê berxwedidan ew dineqandin 
Serjêdikir laş nav xwinêde digerandin 
Zarok ji Dayika diqetandin 
Da destwan qurhan hiniwan kir nimêj 
Bune DAIS ketin rêza pêş

Ax me çi dit u çi nedit
Bukên  dest bi hine 
Li bende dawetêbun 
Berbuyên me DAIS. Bun
Mirasê me nebû her tişt wendabu 
Jiyan li me herambu 
Di dilê mede sura tawisi melek kiyêm nebû

Ezê emê jibir nekin û nedin jibirkirin
DAIS digot" we mirin divê an Îslam"
Em diqiriyan bêî olaxwe naxwazin jiyan
Li serê me rabuye fermanek gran
Sorbuye ji xwinê axa Êzîdxan 
Ev can bi qurbanbe hezar caran
Bo baweriya Dayik u Bavan

Ax Ax ew roja xedar û mal wêran
Ki girti ki miri ki li ber mirinê 
Dê ewledê xwe davê 
Bê xwedi bê hêvî 
Dil dişe dil bi birine
Qira Koço anine 
Deng u his birine

Me dit qizên weke Şêran
Ne bi gazin u loman 
Rakirin çek ketin şerê gran
Serbilindi berxwedan
Guhertin dem û dewran 
Bala cihanê kişand ser Êzîdxan 
Ki îroj xiret neke wê bibe poşman.

Eyup Kurt

07.10.2016


   

 

 

Eyup Kurt3466

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com