|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Sêvdîn Arafat
Ax! Ax! SERXWEBÛNÊ:

 

 

Lo lo dilo… lo lo mejiyo … lo lo rebeno ta kengî tê hîn li pey xewna xwe bî … de li pey be lo belkî SERXWEBÛN ji ba Yezdanê jorî li te bibare ha! Belkî gur, keftar, rovî û pêxwas ji dilbera te têr bû bin û careke din dilbera te li te vegerînin; ne xema dilo hîn çem û deryayên xwînê têra SERXWEBÛN nekirine; hîn konevanên me rind tektîk û stratîciya xwe pêk nanîne.

 

 Ey dijmin û neyarên SERXWEBÛNÊ!  De ka xwe ragirin ta Mam Celal ji nexweşiya xwe rizgar bibe, ta rêzdar Barzanî bibe serokê fermî û ta rêzdar Apo ji zindana deryayê rizgar bibe … xwe ragrin êdî ew serok wê malikê li we viritînin û SERXWEBÛNÊ di şeveke ne ewr û ne sayî de ji dest we birevînin … xwe ragirin va em hatne giyanê we û em ava serê we li êgir dikin.

 

Ax lo lo dilo rebeno … lê rebenê SERXWEBÛNÊ tu di serhiladana bihara 1991 –ê keti bûyî hembêza me de … lê ax ma em çi bêjine xwe em bi kêr nehatin û şîlo nebûn; me yara xwe ji dest xwe berda … SERXWEBÛNÊ bibûre li min ez jî Kurd im gunihê min jî giran in, ez jî bi kêrî te nehatim.

 

Dilbera min şevê din min xewnek didît xewna min pir dirêj bû ji sih salî dest pê dikir dema ez şiyar dibûm ez pir westiya bûm … ez tengijî bûm … endamê laşê min bi min re dikenîn … sergêjonek bi min re çê dibû mejî dihejeha … tu dibê min hemî tutine hişbirinê kêşan dibû; tu dizanî xewna min î dirêj li ser çi bû?!

 

Li ser te bû dilbera min … min dît hemî partî û siyasetmedar wekî gokê bi te dilîstin … yekî tu ji yên din re tavêtî ta tu kelemkotî dibûyî … gur, keftar, rovî, gumgumk-xwer, kulehxwer, mîzdeveh-vexwer û şîrker-vexwer bi we dikenîn ta ku bi zik ve diketin … bawer bike yara min kî li şûna min bûna ewê ji wê xewnê şiyar nebûya … wê raza bana razaneke bê ser û bin … lê ez çi bikim ji Xudanê Kurdan ku dil û gurçikê min ji polayê dana radan.

 

Yara min bi wî navê te yî şêrîn dema min serî di bihara 1991 –ê de hilda ji bo ez bi te re bibme cot; hinga min ji ber xwe serê xwe hilda û arê berxwedan û serhildanê geş kir bê fermana yek serokî … wê demê jî serok û berpirsyarên partiyên me ji dervî bexçê te bûn û gulên biyaniyan bîn dikrin, bi ser ku di destê wan de guleke geş pir bi xunaf hebû … bedewa min li min bibûre, eger tu li min ne bûrî wê Xwedê rnikari be rih ji min bistîne.

 

Ax! Ax! SERXWEBÛNÊ ma gelo bazirganên rahiştine barên te li ser pişta belengazan, ma ew têr nabin ji bazirganiya bi navê te … êdî bese hey hawar tu gelek î êşandin delala ber dilê dilberê xwe û serî li te gerandin ey goka li ber kaşoyê siaysetmedarê welatê xwe.

 

Xwezî ez bimrama di wê xewna xwe de û şiyar nebûma dema ku dawiya wê xewna min weha bû: Tu bi kirasekî sipê bû yî, cîhan tev kesz, sor û zer bû û li hawîrdorê kirasê te roja zer bû û 21 tîrêjê wê cîhan dadigirt bi germahiya xwe … Xwedêyo çima te ez ji wê xewnê hilçenandim hema tê bihêlana ku ez çend katjimêrine din bi dilber xwe şa bû bama … Xwedêyo çima çima te ez ji wê xewna şêrîn derê xistim?!!!

 

Şiyar bûm mixabin mixabin … divê dîsan ez bikim qêrîn û hawar, divê dîsan mû bi zimanê min ve şîn bibin … divê dîsan ez bibim zirnevan û borîvan û bibêjim hemî leystikvan û bazirganê te bes bi kaşo bi yara min bilîzin bese bese bese !

 

bes ji ber berjwendiyên neyaran têkevin xewn û ramanên kûr û dûr … têkevin ramanan bê ka kengî hunê dilbera min li min vegerînin … xwezî çavên min kor bûna, guhê min giran bûna û pozê min bîn nekirana da min ev bêziravî û vîna lawaz li dev we nedîtana … xwezî xwezî xwezî … bei ser ku ez dizanim kes bi xwezî na rahêje baqê kezî !!!

 

 Ax! Ax! SERXWEBÛNÊ … ax ax PAKRERWNÊN min bibûrin li min ku ta niha ez bi ser nektim … lê berî neyaran bila serokên min bizani bin ezê ji pey doza te neyêm xwarê û her dem bibêjim:

 

JI SERXWEBÛN Û AZADIYÊ TIŞTEK BI RÛMETIR NÎNE.

 

 

 

Lo lo Kurdo! Lê lê Kurdê!

 

Lo Kurdo guhdar bikin li min, yek bi yek

Eger hûn nebin yek

Çeka we nebe yek çek

Hûn berjewendiyên kesayetî û partîtî

Nedin ber şek û pek

Li hawiîrdorê SERXWEBÛNÊ nebin xelek

Wê neyar we tune bike

Bi we bikene yek bi yek

Hûnê herne mirina zer yek bi yek

Wê keftar singa dayîka we

Riswa bike yek bi yek

Çerxa aşê felekê jî wê we bihêre yek bi yek

 

Ax! Ax! SERXWEBÛNÊ.

 

Sêvdîn Arafat – 7/10/ 2016 –ê Z.
 

 


   

 

 

Sêvdîn Arafat3492

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com