|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eyup Kurt
EM BUNE XWEDYÊ DERDAN - XELK BUNE XWEDYÊ ERDAN !!

Bav û Kalên me bi xwêdana eniya xwe bi quweta milê xwe bi zor u zahmeti gund avakirin, erd rakirin, pez xwedi kirin, eskeri kirin,qemçra mal u milkên xwe didan.

Lê ji ber Ola xwe tim bi tirs bun, nasnama xwe vedişartin ji bo kes nizanibe ew Êzdine, gelek bi tedbir tevdigeryan.

Ger bihata zanin ku ew Êzdine gelek bela û teşqele li pêş wan bun . Ji ber ku li Cami, dibistan, u li komcivinan malê Êzdiya heram, destkuja ÊZDÎYA heram, dihat ilan kirin.

Her Êzdiyek serpêhatiyake wani zalimi û neheqyê heye. Malê Êzdiyan sedê caran hati talan kirin, erdê wan jê hati stendin, malê wan hati şewitandin, mezelê miriyan hati xera kirin, ziyaretên wan wêran bune.

Hevaleki min carê serpêhatiya xwe ji min re weha anibu ziman "Dema min şoreş nasnekiribu ez oldar bum min roji digirt  û nimêj dikir û min Êzdi weke dunyêde tiştê tewri xerab zanibu ji ber ku ji min re wer hatibu gotin . Nava me u eşirekê de şer derket û min xortek kuşt û ez reviyam çiyayê qerejdax demekê li wir mam yeki din weke min mêr kuştibu li wêranşahr ez û wi bun heval rojek em zahf birçi bun bi serê sibê re me xwe berda etegê çiyê koneki vegirtibu û em çune ber kon jinek li hevhati û bedew dew dikiya runê nivişk, qeymaxê ser Mast û nanê sêlê ani û me bi zewq xwar û me xatir xwest weke sed gave ki ji kon durketin Hevalê min got tê dit mahşê Êzdiya çi paqije dema navê Êzidi min bihist ez şok bum û min pirsî ev konê Êzdiya bu?  Hevalê min serê xwe hejand û mahdê min li hev ket çi tişta min xwaribu  min tev avêt "

Belê em wisa dane naskirin qetla me helalkirine. Ji ber vê yekê baweriya me şikyaye. Şoreş û şorişgeran ev yek xwest bişkênine lê zêdeyi quweta wane ji. Ancax bi kesê endamên xwe û hizkiryê xwe ev dane qebul kirin, lê hê ji Kurdên musluman ji sedi heyştê Êzdiya xayin û heram dibine.

Belê em bune xwediyê derdan û xelk bun xwediyê erdan li Şengalê li Welatşêx erdê Êzdiyan hati desteser kirin. Li Bakur gundê Êzdiyan işgalkiriye û em kur kur dinêrin û tevi dikin qahr u berdidin nava dilên xwe. Li Suriyê rewşa Êzdiya ji cihên din ne cudatire. Êzdiyên Rusya Erdê wan li Kurdistana Bakur dest Kurdên musluman de ye ew ji bi axin û nalinin.

Wê roj were Êzdi yekitiya xwe biafirine Şengalê xweseri ilan bike û di qada navnetewi de doza hemu mafê Êzdiya pêk bine ew roj nêzike. Êzidi ne Êzdiyê sed sal berêne nivşeki xwende û bi xiret li ser kare . Hesabê bê pirsin Êzdi wê bighije mafê xwe .

EYUP KURT

18.10.2016


   

 

 

Eyup Kurt3510

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com