|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Orhan Basî
EV NE BES BÛ DILO

 

Dema te,dev ji min berda,
Jiyan li min kir,hêlîna derda,
Ez mirim,ji kul û kerba,
Ev ne bes bû,ji bo te dilo!
Ciwanîya xwe jî,min bi serda.

Eşqa bi jan,ne xêre,
Hinav li mirov,dihêre,
Li dil dixe,mîna kêre,
Ev ne bes bû,ji bo te dilo!
Emrê ciwan jî,dibe pêre.

Dil û hinav wî,di êşîne,
Ê eşqa dila,bi kişîne,
Xweşî û şahî,lê dike şîne,
Ev ne bes bû,ji bo te dilo!
Emrê ciwan jî,pêre dişwîtîne.

Benda te me,li ser banî,
Çav li min bûn,mîna kanî,
Na xwazim bê te,herim xanî,
Dibe zîndan limin,ev dinya fanî,
Ev ne bes bû ,ji bo te dilo!
Emrê ciwan jî,min bi ser DANÎ!..

Orhan Basî


   

 

 

Orhan Basî3517

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com