|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Marîna Siyabend
Sê sal berê ev roj

Sê sal berê ev roj, 06.11, ez ji hêlîna xwe derketim... sê sal, û van sê salan de ji bêrî û êşa xwe min jiyaneke nuh ava kir û carek din mora qewatbûna xwe li nivîsandina dîroka xwe ya nuh xist :)

Ewçax min hestên xwe da vê nivîsê.

Ji xerîbîyekê ber bi xerîbîyeke din.....

Hîn çend meh berê bû, ez li Ermenîstanê bûm... mirovek din, ya ku niha bi min xerîb tê. Hestên cuda, xeyal û hêvîyên cuda, dîtin û ramanên ku niha car caran tên bîra min. Heta hisret û bêrîya dilê min jî wekî din bû. Gelo mirov çawa dikare wiha were guhertin? Ma demek ewqas kin de ewqas guhertin!

Na, ez di van mehan de nehatim guhertin: di nav wan çend deqe û saetan de, wexta xatir ji dê û bav, ji malbata xwe xwest û ji hêlîna zaroktiya xwe derketim. Çend deqe!

Gelo hûn dizanin qîz bi derketina ji mala bavê çi hîs dike û çi dijî! Di nav wêje û çanda me de qîz, jin tenê wek obyekta hezkirinê tê dîtin, lê gelek bûyerên jiyana wan û kuncikên rihê wan ên ji bo wan gelek girîng tu caran û tu şiklî nayên nîşandan.

Çend deqe... di jiyana min de deqeyên herî zor û dijwar... ew berovajî mirinê ye. Bi mirinê eger ruh ji qalib derdikeve, vê carê qalib rih di cih de dihêle û diçe.

Bêrî, hêsir, êş û hisret: bi mehan rihê min sotin. Gelek caran xwest binivîsim û rihê xwe jê pak bikim, lê nebû. Gurrbûna hestan nedihişt tiştekî binivîsim.

Zewac jiyana her însanî de bûyereke gelek pîroz û ciyê şabûnê ye. Eger ew zewac bi dil û hezkirineke mezin e, mirov tiştekî din nafikire û bibîr nayne. Lê zewac ne tenê gîhaştina mirazê xwe, her wisa derketina ji hêlîna germ û bêxem e. Berê min meraq dikir: ka çima bûkên me dema wan siwar dikin, digirîn. Min digot qey ev jî adetek e û henekên xwe dikir. Lê dûrketina ji dê û bavê, ji germahiya malê, mala ku te çavên xwe lê vekiriye û heta nexşên dîwaran jî di bîranînên zarotiya te de cihek taybet digirin, tenê jin dikarin fam bikin.

Rojên ewil hemû salên te tên bîra te. Hemû demên xweş, rojên şad û heta şaştiyên ku kêm-zêde dê û bavên te êşandibin, yeko yeko tên bîra te û têr digirî. Wek zarokekê ku çivîka destê xwe bê hemdî xwe berdabe, dixwaze vegerîne, lê êdî nikare...

Hemêza dayikê deqa dawî, gotinên wê: ''Emekê min li te helal be û şîrê spî riya te tim rast ke''... girî û êşa wê... lê wexta piştî çend rojan, bi hezaran km jê dûr, şekirên ku wê deqa dawî xistî bêrîka çentê te dibînî... ji xulexula hêstiran nikarî xwe xilas bikî... bawer bikin, bi van hest û bîranînan ne siyaset, ne wêje, ne dîn û ne jî dîrokê meraq dikî. Dinya gişk ji te re xerîb tê, heta welatê ku te ji roja ji dayikbûna xwe xeyal kiriye...

Hîn di xewnên xwe de tenê Ermenîstan dibînim: bajarê ku lê mezin bûm, Êrîvana ku bajarê xwendin, kar, ciwantî û hevaltiya min bû, Pampa min, Pampa bav û kalên min, çiya û zozanên wê, hewşa mala kalikê min... xewnên min hîn li wan deran difirin...

Ciyê ku min xwe tevahiya jiyana xwe xerîb dît, niha bûye bêrî û hisreta min.

Bi rastî, li ciyê ku min çavên xwe vekir, ji roja ez têm bîra xwe, xwe xerîb hîs dikir. Mirovên li dora min, ziman, rabûn û rûniştin, heta duayên wan jî ji me re xerîb bûn. Ew ermenî bûn, xaçparêz, zimanê wan a dayikê ermenî bû, welatê wan Ermenîstan. Ez kurd bûm, êzdî, zimanê min kurmancî bû, welatê min jî... Kurdistan. Dîroka wan cuda bû, serkeftinên wan, nirx û destxistinên wan, êş û bîranînên wan, çîrok û lîstokên wan. Û ez xerîb bûm...

Ez li wê xerîbiyê tim hesiyam: li hewşê, mektebê, ûnîversîtê û bandora wê heta li malê jî li ser min dima. Ez li wan hewş û kolanan mezin bûm, lê min carekê ew nêzîkî rihê xwe nedît. Ji roja ku min bi zarokên wan re lîst, bi min dan zanîn ku ez ne ji wan im. Û mektebê dersa ewil, wexta min xwend: ''Ez ermenî me, bavê min ermenî ye, kalkê min ermenî ye, welatê min Ermenîstan...'', min di dilê xwe de got: ''Ev ne ya min e, ez ne ji vir im û ne ji wan im''.

Mal bûbû hêlîna min, kîderê min himber bandora xerîbiyê zimanê xwe, dînê xwe, hest, zanîn, xwezî û xeyalên xwe yên neteweyî xurt dikir. Min xwe parast: çiqas bi serê xwe û çiqas jî bi alîkariya malbata xwe. Pamp û pampiya jî qewatê didan min. Bi salê çend caran çûn û hatina gund, dan û sitandina bi milet re hêza parastinê xurtir dikir. Rexê zimanê wan min zimanê xwe parast, rexê dîroka wan min dîroka xwe xwend, rexê duayên wan min duayên xwe dixwend û rexê êşa wan ez bi êşa miletê xwe hesiyam. Bi hisret û xeyala axa kal û bavan min ewa axa tim ji xwe re xerîb dît.

Ez xerîb bûm û xerîb jî mam... Min nizanibû ku ezê ji wê xerîbiya kambax rojekê xwe li xerîbîyeke êştir û zortir bihesim.

Qedera miletê min bû qedera min. Ji xerîbîyekê ber bi xerîbîyeke din...

Dewletek din, civakek din, ziman, kultur, ken û henek, gotin û nêrîn, heta reng û rûyê mirovên vira jî bi min xerîb tê. Li Ermenîstanê dîroka min a sedsalan hebû. Piştî Kurdistanê cî û warê pêşiyên min ê duyemîn bû. Lê li vir ez biyanî me. Tu bîranînên min li vir tune ne. Ez vala me. Divê her tiştî ji sifir dest pê bikim. Wek mirovekî ku paşêroja xwe wenda kiribe û tenê bîranînên wî hene, nizane pêşerojê ji çi çê bike.

Bi tevahiya hebûna xwe ve êşa miletê xwe hesiyam. Wek qewmê min hercar, evcar min tûrikê koçberiyê da ser milê xwe. Belê, ez bi dilê xwe, dû evîneke mezin hatim, lê eger miletê min ji ber zilm û zorê nereviyaba û li tevahiya diniyê belav nebûba, ma ezê li ber hilbijartina yan-yan bisekiniyama? Ma minê jiyanek li paş xwe bihişta û jiyanek nû li van kolanên xerîbiyê dest pê bikira? Ma minê dê û bav, xûşk û bira, xwarzî û birazîkên xwe yên şêrîn, kom û merivatî bihişta û bida ser riya nenas û nedîtî?

Wek miletê xwe divê dîrokekê ji nû ve binivîsim.

Hisreta cî û warên berê, bêriya mirovên min di dil de her roj li paş xwe dizivirim. Bi axîn û êşeke kûr gotinên xaltiya xwe ya li Rûsiya, apê xwe yî li Fransa, xalê xwe yî li Ûkraîna, pismamê xwe yî li Gurcîstan û diya xwe, ya ku min li Ermenîstanê hişt, têne bîra min: em bûn ne tenê xerîbên welatê xwe...

Mam, ew şekir hîn jî di bêrîka min de nin...

Marîna Siyabend

Almanya/17.05.2014s.


   

 

 

Marîna Siyabend3519

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com