|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Feremez Xerîbo
Konfiransa Êzîdîyan li Bielefeld

 

Di roja 23 -10-2016’a, de 34 mal û komelên Êzîdîyan li bajarê Bielefeld –Almanya li hev civîn. Ji ber wilo hêjaya go yek bêjê ew bi xwe konfirans bû .

Ev civîn piştî civîna bajarê Giesen hat li dar xistin. Di wê civinê de 16 mal û komel li hev rûniştibûn û wan komîtek destnîşan kiribûn ta destûra sazîya nû binivîsin. Ew komîta ji hiquqnas Feremez  Xerîbo u hiquqnas Serhat Ortaç û endezîyar Mejdîn û Hisên pêk dihat. Li Bielefeld ew destûr hat xwendin xal bi xal , û hat erê kirin û ev biryar hatin standin:

 

1-Navê vê sazîyê TIFAQA MAL û KOMELÊN ÊZÎDÎYAN LI ALMANYA

2-Cih- bajarê  BIELEFELD.

3-Her mal yan komel yek endam cih di vê saziyê de digrê.

4-Komîta birêvebir ji 9 kesan pêk tê, 3 ji Îraq, 3 ji Tirkîyê û 2 ji Sûrîyê, 1jî ji Qefqasîya.

 

Civîn di demjimêr 11 de dest pê kir û heta demjimêr 19’an berdewam bû.

Biryar hat standin ta civîna bê di 29-1-2017 de pêk bê.

 

Hêvî tê kirin ta ev sazî mal û komelên din bigrê nava xwe, pêşî ên ji Almanya û piştra ên ji dervayî Almanya ta lobîkî Êzîdî bê ava kirin.

 

Li vir ez dibêjim mafê hin deveran hat xwarin wek Iraq û Qefqasîya , ne heq 3 cih ji wan re bê, ji ber ew 1 milyon in û divê  4 cih ji wan re hebê û  2 cih jî ji Qefqasîya re bê û divê cihê jinê jî hebê wek kûta, lê mixabin yek jin di konfirans de hazir bûbû .

 

Em bi hêvîne civîna bê  mal û komelên din hazir bibin ta ew sîwan bibê nûerê Êzîdîyan li Almanya bi temamî .

 

Feremez Xerîbo

23-10-2016

Bielefeld

 

 

   

 

 

Feremez Xerîbo3553

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com