|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
FLAŞ - Amerîka bo derketina PKKê ji Şingalê kete dewrê!

 

Ji aliyê RÛDAW 12.12.2016
Rûdaw
Rûdaw

Duhok (Rûdaw) – Amerîka ji bo derketina PKKê ji Şingalê li dû mekanîzmekê digere. Bo wê yekê Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Ken Gross tevî şandekê serdana Şingalê û herêmên derdorê kir û got: “Ji bo derketina PKKê ji Şingalê em li dû mekanîzmeke nû digerin.”

 

Konsulê Giştî yê Amrîkayê yê li Hewlêrê Ken Gross, duh yekşemî di bin çavdêrî û rêkarên tund ên ewlehiyê de serdana navçeya Şingalê kir.

 

Ji esman ve 8 firokeyan û li ser erdê jî hêzeke mezin a ewlehiyê, pasevanî li karwana otomobîlên Konsulê Giştî yê Amerîkayê dikirin. Di yekemîn îstgeha serdana xwe ya bo deverê de, Ken Gross serdana bajarokê Sinonê kir û zêdetirî saetekê li gel berpirsê îdareya bajarokê Sinonê civiya.

 

Ken Gross piştî civîna li gel Rêvebirê Sinonê, serdana Çiyayê Şingalê jî kir. Li gorî zanyariyan, Gross bo dema 10 xûlekan li ser Çiyayê Şingalê ma û piştre dawî bi serdana xwe anî û vegeriya bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê.

 

Konsulê Giştî yê Amerîkayê 3 roj pêştir jî li Baregeha Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê bi Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl re jî civîn pêk anîbû. Piştî hevdîtina bi Mehma Xelîl re, Ken Gross duh yekşemî 11ê Kanûna 2016ê serdana bajarokê Sinonê û Çiyayê Şingalê kir.

 

Rêvebirê Bajarokê Sinonê Nayif Seydo derbarê serdana Konsulê Amerîkayê de, ji Rûdawê re ragihand: Roja înê ya bihorî ji Konsulxaneya Amerîkayê ve pêwendî bi me hat kirin û ji me re hat gotin, ku dê Konsulê Giştî yê Amerîkayê roja 11ê vê mehê serdana bajarokê Sinonê bike.

 

Li gorî zanyariyan, Konsulê Giştî yê Amerîkayê nêzîkî 2 saetan li gel wan civiyaye.

 

Derbarê naveroka  vê civînê de, Nayif Seydo ji Rûdawê re axivî û got: “Wan tenê pris li me dikirin û bersivên me li cem xwe dinivîsîn. Wan pirs kir, çima xelkê Şingalê û Sinonê venagerin. Aya Hikûmeta Iraqê alîkariya we dike? Aya PKK sedem e ji bo nevegeriyana xelkê?”

 

Seydo herwiha da xuyakirin: “Min ji wî re (Ken Gross) got, Hikûmeta Iraqê ti alîkariyan nade me. PKK jî sedem e bo nevegeriyana xelkê, çimku xelk ditirse PKK bandorê li ser zarokên wan hebe û wan bike çekdar.”

 

Konsulê Giştî yê Amerîkayê di wê serdana xwe de, tenê li gel Rêvebirê Bajarokê Sinonê civiya û piştre jî serdana Çiyayê Şingalê kir û vegeriya.

 

Rêvebirê Sinonê di vê bareyê de got: “Li gel pasevanên xwe çû ser Çiyayê Şingalê û nêzîkî 10 xûlekan li wir ma û piştre jî vegeriya Duhokê.”

 

Fermandeyê Hêza Êzidxanê Heyder Şeşo jî ji Rûdawê re ragihand, ku ew pêştir hatibûn agahdarkirin ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê dê serdana wan jî bike, lê belê paşê ji wan re hatin gotin, ku vê carê derfet nîne û careke din dê serdana wan bike.

 

Şeşo diyar kir, ku wan bo pêşwazîkirin li Ken Gross amadekarî kiribû û got: “Eger hatina, min dê daxwaza kiriba ku hêza me bike hêzeke fermî û bixe ser Wezareta Pêşmerge yan jî Wezareta Berevanî (ya Iraqê).”

 

Mesrûr Barzanî pêştir amaje pê kiribû ku ew hêvî diki PKK razî bibe û ji Şingalê derkeve

 

Serdana Konsulê giştî yê Amerîkayê bo Şingalê di demekê de ye, ku hefteyk pêştir Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku bi serdanekê li Amerîkayê ye, di hevpevînekê de ragihandibû, pêwîst e PKK ji Şingalê derkeve û hêvî kiribû, ku PKK bi wê yekê razî be.

 

Berî serdana xwe ya bo Şingalê, Ken Gross roja 8ê Kanûnê li Hewlêrê bi Qayimeqamê Şingalê Mejma Xelîl re civiyabû.

 

Derbarê naveroka civînê de, Mehma Xelîl ji Rûdawê re ragihand: “Konsulê Giştî yê Amerîkayê ji rewşa Şingalê pirsî û got, xelkê Şingalê çima navegere? Me jî jê re got, heta ku hêzên nefermî û bi taybet jî PKK li Şingalê bimînin, xelk navegere, ji ber wê jî pêwîst e PKK li Şingalê nemîne.”

 

Derbarê wê yekê de ku nêrîna Ken Gross li ser derketina PKKê ji Şingalê çi bû, Mehma Xelîl destnîşan kir: “Ew jî bi me re li ser wê nêrînê bû, ku gerek PKK li Şingalê nemêne û ji me re gotin, ku ew li dû mekanêzmekê digerin da ku PKK ji Şingalê dûr bixin.”

 

Piştî êrişa DAIŞê bo ser Şingalê di 3ê Tebaxa 2014ê de, hêzên PKKê ji Rojavayê Kurdistanê ve derbasî devera Şingalê bûn û niha jî li gelek deverên Şingalê, navenda bajêr û li ser Çiyayê Şingalê baregehên wê hene.

 

Li gorî agahiyan, tê texmînkirin ku hejmara hêzên PKKê li Şingalê 300 kes bin, ew jî ji bilî wan hêzên ku ji xelkê deverê ava kirine û ji wna jî Yekîneyên Berxwedana Şingalê û Yekînetên Parastina Jinên Şingalê.

 

Serpireştê hêzên PKKê li Şingalê, Egîd Civiyan jî derbarê serdana şanda Amerîkayê bo devera Şingalê de ji Rûdawê re axivî û got: “Me tenê zanî ku amerîkî hatine Çiyayê Şingalê, lê belê li gel me neciviyan.”


   

 

 

3587

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com