|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Şanda Amerîkayê çû Şingalê: Mijar PKK û rewşa deverê!

 

Ji aliyê RÛDAW 12.12.2016
 
Konsulê Amrîka yê li Hewlêrê serdana Şingalê kir

Şingal (Rûdaw) – Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Ken Gross serdana navçeya Şingalê kir û li gel berpirsên wê navçeyê civiya,

 

Li gorî agahiyan, Konsulê Amerîka yê li Hewlêrê di vê serdana xwe de, nêrîna rêveberiya Şingalê derbarê wan hêzan de wergirt, ku beşek ji axa sînorê Şingalê xistine bin kontrola xwe.

 

Têkildarî serdana Ken Gross bo Şingalê, Rêvebirê Bajarokê Sinonê yê ser bi navçeya Şingalê ve Nayif Seydo di daxuynaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ew bo dema zêdetir ji saetekê bi Konsulê Amerîkayê re civiyaye û her du aliyan di vê civînê de, derbarê avedankirina Şingalê û pirsgirkên siyasî yên li deverê de gotûbêj kirine.

 

Nayid Seydo got, ku wan di civîna li gel Konsulê Amerîkayê de, behsa rewşa siyasî û ewlehiya Şingalê, rewşa xizmetguzarî û pêwîstiyên rojane yên jiyanê û mijara vegera xelkê Şingalê bo ser mal û warên xwe kir.

 

Seydo herwiha da xuyakirin, ku wan daxwaz ji Amerîkayê kir, ku li ser piştevanîkirin û parastina ewlehiya Şingalê û Herêma Kurdistanê berdewam bin

 

Rêvebirê Bajarokê Sinonê destnîşan kir, wan ji bo valakirina Şingalê ji aliyê hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve, daxwaza alîkariyê ji Amerîkayê kiriye.

 

Nayif Seydo got: “Me ji Konsulê Amerîkayê re got alîkariya me bikin, da ku PKK, Sinonê û Şingalê vala bike.”

 

Seydo amaje bi çûna hêzên pêşmerge bo herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê di sala 2014ê de kir û got: “Pêşmerge çû û dema ku Kobanî rizgar bû, vegeriya. Niha jî şingal rizgar bûye û em daxwaz dikin, bi rêyên aştî, biratî û diyalogê ew hêz ji Şingalê derkevin.”

 

http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/121220163


   

 

 

3588

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com