|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
KOMKAR-Elmanya: EM PÎROZBAHÎYEKE GERM LI NADÎYA MURAD Û LAMÎYA HAJÎ BAŞAR DIKIN



Parlamentoya Ewropa îro di 13.12.2016’an de her du keçên Kurdên Êzîdî ji Şingalê, Nadîya Murad û Lamîya Hajî Başar, bi merasimekê bi xelata Sakharov xelat kirin.

Her du keçên Kurdên Êzîdî êdî bûne sembola zilm û jenosîda ku DAIŞ’ê anîye serê Kurdên Êzîdî li Şingalê.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû endamên KOMKAR’ê xelata Sakharov ji dil û can li we pîroz dikim.

Em çiqasî bêjin jî her hindike, lê êşa we êşa me ye û em her li gel we ne, dilê me bi we re ye û em bi kar û xebata we gelekî serbilind in.

Şeref Akgül
Serokê
Yekîtîya Komelên Kurdistan – KOMKAR-Elmanya

13.12.2016


   

 

 

3600

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com