|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
DAXUYANÎ - Ji bo Raya Giştî

 

 

Em wek Civaka Kurdên Êzîdîyan li Diyaspora Ewrûpa, bi Nûçeya binçavkirina herdo Parêzer û berpirsiyarên Komela Êzîdîyan li Wêranşarê, Birêz Sehîd Dağ û Özkan Güren Xemgîn in.

 

Her weha herdo parêzer ne tenê berpirsiyarê Komela Êzîdîyan li Wêranşar bûn, Parêzvanên tevahîya Êzîdîyan û Êzdatîyê bûn. Lewran jî Di komkujî, Qetilîyam û fermana Şengalê de, herdo parêzvanên me, bi Alaqe û alîkarîyên xwe, bala hemû der dora û xêrnexwazên civaka û Ola me kişandibûn ser xwe. Lewran jî em Wêkî Koordînesîyona Meclîsên Bakûrê Kurdîstanê li Ewrûpa, vê binçavkirina herdo aktivîstên Êzdatîyê bi vê yekê ve girê didin. Ji ber ev herdo kesên me ji xeynî kar û alîkarîya wan a ji bo parastina Ola xwe, tu têkilîyên wan bi partî û Hêzekê an jî sîyaseteke din re tinebû û tuneye.

 

Em wek KMGÊBKE bincavkirina herdo Parêzerên xwe Şermezar dikin. Û li cem herdû parêzerê xwe ne. Her weha em bangî Dewleta Tirk dikin, Roj bêri Rojê herdo kesên me berdin.

 

Em bang li hemû Sazî, Rêxistin, Kesayetî û Civaka Êzîdî dikin,li herdû Parêzerên hebûna hêviyên Paşeroja xwe xwedî derkevin.

 

Bi hêviya Azadîya hemû dîlên Azadî, wekhevî û Demokrasiyê.

 

Silav û Rêz 

Bi germaya Êzdatîya dilê herdo parêzerên me.

 

Koordînesîyona Meclîsa Êzîdiyên Bakûrê Kurdîstanê li Ewrûpa.

14/12/2016.

 


   

 

 

3603

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com