|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Roja Ala Kurdistanê li Kopenhagenê hat pîroz kirin

 

Kopenhagen: 17.12.2016

Di nav hemû netewên dinyayê de al nirxê herî pîroz e ku ew netew pê tê nas kirinê û temsîl kirinê. Ala Kurdistanê jî, bi rengên xwe ên kesk û sor û zer û gewher sembola gelê Kurd û Kurdistanê a herî pîroz e.

Bi vê pêwanê Federasyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD) û Hevkarîya Hêzên Sîyasî ên Kurdistanî li Danîmark (HEVKARÎ) di roja 17.12.2016’an de li bajarê Kopenhagenê li ber Parlamentoya Danîmark xwepêşandanek li dar xistin.

Di xwepêşandanê de him Roja Ala Kurdistanê pîroz kirin û him jî piştgirîya xwe ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê ragihandin û daxwazên xwe ên di vî warî da gihandin Raya Giştî.

Xwepêşandanê di seat 13.00’an de dest pê kir û heta çend seatan dewam kir. Bi sedan kurdên ji Danîmark û ji Başûrê Swêdê beşdarî xwepêşandanê bûn û hemû jî bi alên kurdî û bi yek yengî û bi yek helwestê daxwaza serxwebûna Kurdistanê dikirin.

Xwepêşandanê bi sirûda netewî a ”Ey Reqîb” dest pê kir û piştre jî yek deqe rêzgirtin ji bo şehîdên Kurdistanê hat nîşandan.

Di xwepêşandanê de axaftinên bi kurdî û danîmarkî hatin kirin, Roja Ala Kurdistanê hat pîroz kirin û piştgirî ji bo serxwebûna Kurdistanê hat nîşandan.

Di xwepêşandanê de kurd bi al û rengên kurdî li ber muzîka kurdî ketin govendê û govend gerandin.

Xwepêşandan gelekî xweş û serkeftî derbas bû. 

 


   

 

 

3607

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com