|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Berpirsekî devera Şingalê: PKKê li Şingalê dest bi çêkirina binkeyên nû kiriye

 

Xelkê Şingalê ji tirsa PKKê nikarin vegerin malên xwe

 
19/12/2016 - 19:32 
   
Berpirsekî devera Şingalê: PKKê li Şingalê dest bi çêkirina binkeyên nû kiriye
 
 

Lezgîn

BasNews – Berpirsekî devera Şingalê dibêje, PKKê dest bi çêkirina çend binkeyên nû li ser çiyayê Şingalê kiriye, ev jî metirsî ye li ser xelkê Şingalê.

 

Endamê encumena parêzgeha Neynewa û serokê firaksiyona Biratî û Pêkvejiyanê, Seydo Çeto ji BasNewsê re got, ev çend roj in PKKê dest bi çêkirina çend binkeyên nû li ser çiyayê Şingalê kiriye.

 

Seydo Çeto her wiha got, PKK wan binkeyan bo bicîhkirina hêzên xwe çêdike. Ev jî metirsî ye li ser xelkê Şingalê.

 

Wî berpirsê devera Şingalê da zanîn ku heta niha xelkê Şingalê ji tirsa PKKê venegeriyane malên xwe û got, deverên mîna Zûmar, Rebîe û Sinûnê jî ji destê DAIŞê hatibûn rizgarkirin lê ji ber ku hêzên PKKê li wan deran nebûn, xelkê wan deveran karîn vegerin malên xwe. Lê li Şingalê xelk ji ber PKKê nikarin vegerin.

 

 


   

 

 

3614

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com