|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Qasim Şeşo: Em qebûl nakin ti hêzek xwe li ser Şingalê ferz bike

 

Ji aliyê RÛDAW 28.12.2016
 
Fermandeyê Fermandeyiya Hêza Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo, Şingal.

Şingal (Rûdaw) – Fermandeyê Fermandeyiya Hêza Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ragihand, ew bi ti awayî Şingalê teslîmî hêzekê nakin ku ji derve ve hatiye û dixwaze bi navên cuda li deverê bimîne.

 

Fermandeyê Hêza Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ew qebûl nakin bi navên cuda û bi hincetên weke Kurdistan yek e, ti hêzek biyanî xwe li ser Şingalê û Kurdên Êzidî ferz bike û got, bila PKK Bakurê Kurdistanê rizgar bike û piştre berevaniyê di ber parçeyeke din ê Kurdistanê de bike.

 

Qasim Şeşo got, hebûna gerîlayên PKKê li Şingalê, dê Şingalê bike armanca firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê û ew hem weke Hêza Pêşmerge û hem jî weke Kurdên Êzidî bi wê yekê razî nabin.

 

Şeşo herwiha îdiaya derbarê şandina hêzeke zêdetir bo Şingalê ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve jî red kir û da xuyakirin, ku li Şingalê her heman hêzên pêşmerge yên berê hene û ti hêzek zêde bo Şingalê nehatiye birêkirin û îdiayên di vê bareyê de derew in.

 

Şeşo wiha axivî: “Îdiayek wisa çêkirin, ku qaşo hêzeke zêdetir a pêşmerge ji Kurdistanê hatiye. Ev bi niyetek nedirist hatiye gotin û ti rastiyeke vê nîne.Hûn jî dizanin, piştî ku cenabê serok fermandeyiya Şingalê çêkir, ji 8 hezar û 500 pêşmergeyan, ji derveyî wan ti hêzek din nehatiye. Em jî girêdayî Serok û pêşmergeyên Kurdistanê ne. Niyeteka xirab a ku ew dibêjin, nebûye.”

 

Fermandeyê Fermandeyiya Hêza Pêşmerge li Şingalê di berdewamiya axavtina xwe de ji Rûdawê re diyar kir, wan ji hemû aliyên din re ku niha li Şingalê xwedî hêzin, gotiye, ku ew weke Kurdên Êzidî piştî 74 fermanên ku bi ser xelkê Êzidî de hatiye, bi ti awayî Şingalê teslîmî ti alî û hêzên din nakin, ku ji derve ve hatine.

 

Qasim Şeşo destnîşan kir, ku ew rêzê li hêzên din ên li Şingalê digirin, lê belê ew red dikin, ku bi navê cuda û bi pîlanên cuda siyasetê li ser xelkê Êzidî û Şingalê bikin.

 

Şeşo amaje bi çêkirina hêzeke bi navê YPŞ li Şingalê ji aliyê PKKê ve kir û got: “Me rêz ji bo YPŞê heye, niha navê YPŞê lê kirine, berî hemû tevde bûn. Xelkê Şingalê û kesên ku pê re ne, nizanin ku YPŞ çî ye. Wan ew pîlan derxistiye, weke siyasetekê, da ku bibêjin, ew xelkê Şingalê bi xwe ne. Ew jî li ser ser û ser çavan, eger yên pê re xelkê Şingalê ne, ti pirsgirêk nîne, bila ew derkevin, me bi xelkê xwe re ti arîşeyek nîne.”

 

Şeşo daxwaz ji hêzên biyanî yên li Şingalê kir, ku li devera wan derkevin û da zanîn, ku xelkê Kurdên Êzidî dê bi hev re devera xwe îdare bikin.

 

Fermandeyê Hêza Pêşmerge li Şingalê ew yek jî anî ziman, ku dijiman bi sedan sal e ku Kurdistan parçe parçe kirine û daxwaz ji PKKê kir, ku destpêkê Bakurê Kurdistanê rizgar bike, û piştre berevaniyê li parçeyeke din bike, yan jî li Şingalê bimîne.

 

Qasim Şeşo di vê bareyê de got: “Dibêjin, Kurdistan yek e. Em jî dibêjin Kurdistan yek e û em birayê hev in. Lê bira bira ye bazar cuda ye. Dijminan bi sedên salan e ku em kirine 4 parçe, carê bila parçeyê xwe azad bikin, wê çaxê em dikarin bi îtîfaqa biratî pêkve bin. Her wextê ku ew parçeyê xwe azad bikin, emê spasiya wan bikin û emê piştgiriya wan jî bikin, bi tişta ku ji destê me bihê.”

 

Şeşo tekez kir, ku ew qebûl nakin ti hêzek bi hinceta ku Kurdistan yek e, xwe li ser Şingalê û xelkê Êzidî ferz bike û wiha axivî:

 

Lê belê eger bêjin Kurdistan yek e û me li wir şehîd dane, emê xwe li ser Şingalê de bigirin û emê bikin armanca teyare û topên Tirkiyê, ya ku ji destê me were, em qebûl nakin.

 

Derbarê amadekariyên bo şer de jî, Qasim Şeşo red kir, ku tiştek wiha li meydanê hebe û got, ti biryarên siyasî û leşkerî ji wan re neçûne.

 

Şeşo herwiha got: “Lê belê di pêşerojê de eger partiya me jî, piştgiriya me neke, ez bawer nakim, ku xelkê Êzidî wê yekê qebûl bike ku xelkek biyanî xwe li Şingalê ferz bike. Me li cîhanê Şingal û Şêxan û Çiyayê Şingalê heye, xelkê Êzidî qet qebûl nake û Şingala xwe teslîmî ti hêzên derve nake.”

 

Ew yek di demekê de ye, ku Fermandeyê hêzên PKKê li Şingalê Egîd Civiyan jî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, ku hêj erkê PKKê li Şingalê temam nebûye û rewşa deverê kî hesas e, her ji ber wê jî ew hêzên xwe ji Şingalê dernaxin.

 

Egîd Civiyan herwiha tekez kiribû, ku ew derbarê mijarê de amade ne bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yan her aliyeke din re gotuûbêjê bikin.

 

http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2812201613


   

 

 

3622

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com