|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Ocalan: Dixwazin Şingalê bikin meydana şerê kurdan!

 

Ji aliyê RÛDAW 28.12.2016
 
Serkirdeyê berê yê PKKê û birayê Abdullah Ocalan ê rêberê PKKê, Osman Ocalan

Hewlêr (Rûdaw) – Serkirdeyê berê yê PKKê Osman Ocalan dibêje: Ji bo ku Kurd negihîje mafên xwe, hin destên derve mijûlî çêkirina şerê kurd-kurd in, û bo vê mebestê jî dixwazin Şingalê bikin meydana şer.

 

Osman Ocalan di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Di demekê de ku nêzîk bû Kobanî bikeve, pêşmerge di rewşeke gelek zehmet de bi hawara Rojava ve çû û piştgiriya şervanan kir. Piştî bi dawî hatina erkê xwe jî, vegeriyan. Pêwîst e alîkariyên PKK û YPGê jî li Şingalê bi vî awayî bin. Wan ku alîkariya êzidiyan kiriye, gelek baş e, lê belê erkên wan tevav bûye û pêwîst e bêyî arîşe vegerin.”

 

Osman Ocalan ku birayê rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan e, da xuyakirin, ku PKK li Şingalê mijûlî damezrandina kantonê ye û got, ku ew yek nerewa û neheqî ye.

 

Ocalan got: “Min pêştir gotibû, ku gelek nemaye PKK li Şingalê kantonekê ava bike, her wisa jî bû. Gelek dem neçû, ku dest bi wî karî kir. Niha jî mijûlî çêkirina kantonê ne ku ew yek jî rewa nîne.”

 

Serkirdeyê pilebilindê PKKê yê berê di berdewamiya axavtina xwe de behsa wê demê kir, ku hêj di nav refên PKKê de bû û aşkere kir, ku hinge armanca PKKê ew bû ku li tevahiya Başûrê Kurdistanê desthilatdariyê bi dest bixe, lê belê xelkê Başûrê Kurdistanê ew yek red kir.

 

Osman Ocalan li ser wê yekê destnîşan kir:

 

“Dema ku min di nava PKKê de xebat dikir, armanc ew bû ku em li tevahiya Herêma Kurdistanê bigihin desthilatê, lê belê xelkê Başûr tevde xebata PKKê red kirin. Zêdebarî wê yekê, wan ji me re got, ku li dijî hikûmeta Tirkiyê emê piştgiriya we bikin û kirin jî. Bi rastî jî xelkê li ser sînor gelek fîdakarî bo PKKê kirin û çendîn xortên wan li gel xortên Bakur xwîna xwe rijandin û şer kirin, lê belê desthilata siyasî ya PKKê li Başûr qebûl nakin.”

 

Ocalan amaje bi peyaman Sykes-Picot jî kir û ragihand: “Niha 100 bsal bi ser Sykes-Picotê re derbas bûye û qonaxa piştî Sykes-Picotê dest pê kiriye, ku renge Kurd bigihîje mafên xwe û arîşeyên xwe çareser bike. Niha karê pêwîst ev e ku Kurd arîşeyên xwe yên navxweyî çareser bike.”

 

Osman Ocalan tekez kir: “Ji her hevwelatiyekî her çar parçeyê Kurdistanê ku bipirsî, dê tenê wê yekê bibêjin. Her ji ber wê yekê pêwîst e hemû aliyên kurdistanî kar bo yekrêziyê bikin.”

 

Ocalan behsa rewşa Kurdistanê jî kir û da zanîn: “Mixabin, heyama sê salan e ku li Başûrê Kuridstanê alozî û tevliheviyek navxweyî heye, li Bakur jî heman tişt heye. Hêzên cîran jî her wê yekê dixwazin, ku sedî sed destê wan tê de heye.”

 

Wî serkirdeyê pêştir ê PKKê behsa hewleke Rûsyayê bo çêkirina şer di navbera PKKê û Tirkiyê kir û aşkere kir: “Pêştir bi rêya Nûnerê PKKê yê li Rûsya Mahir Welat re, hikûmeta wî welatî amadeyiya xwe bo hemû core alîkariyan nîşan dabû, da ku li dijî hikûmeta Tirkiyê şer bikin, lê belê serok Ocala new yek red kir. Niha jî li deverê, hin destên derveyî dixwazin şerê Kurd-Kurd çê bikin, da ku Kurd negihîje mafên xwe, bo vê mebestê jî dixwazin Şingalê bikin meydana vî şerî.”

 

http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2812201614


   

 

 

3624

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com