|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Biryara Amerîkayê Rûsya hêrs kir

 

Ji aliyê RÛDAW 30.12.2016
Rûdaw
Rûdaw

Navenda Nûçeyan – Berdevkê Kremlînê Dimîtrî  Peskov got, rêveberiya Moskowê biryara li dijî dîplomatên rûsî yên ji aliyê Waşîntonê ve hatine dayîn, ji bîr nake.

 

 

Berdevkê Kremlînê Dimîtrî Peskov îro ji rojnamevanan re ragihand, cezayên li dijî Rûsyayê yên Barak Obama dayê, dê ji aliyê Moskowê ve neyê jibîrkirin.

 

Dimîtrî  Peskov got; “Niha Obama meydanê ji bo Serok  Vladîmîr Pûtin xwend. Ev biryar li dijî Rûsyayê hatiye dayîn. Obama ne serokekî nû hatîye hilbijartin e, ew 3  hefeyên din dest bi karê xwe berdide, lê  bêguman ev karê Obama dê wek faktorekî bê li ber çav girtin.”

 

Her çend ti delîleke berçav tune ye jî Koşka Spî bi hinceta mudaxelekirina hilbijartinên Seroktiya Amerîkayê, biryar wergirt ku 35 dîplomatkarên rûsî dersînor bike.

 

Bi hinceta ku ji bo îstixbaratê hatine bikaranîn, biryar ji bo girtina nûnertiyên Rûsyayê yên li Maryland û New Yorkê hat standin. 


   

 

 

3627

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com