|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Kazim Oba
Batizmî çawa û ji bo kîjan Xasî tê pîroz kirin?

             Kazim Oba

 

Cejna Batizmiyê ji bo Pîralî tê pîroz kirin. Ji bo wê jî ji cejnê re dibêjin Batizmiya Piyalî.
Cejna Batizmiyê, bi Rê û Rismên xwe ve bi şeweyekî delal di nava Êzîdiyên Çêlka de tê pîroz kirin.
Batizmî li cem Çêlkan yek ji cejnên Êzîdiyan yên here giring û fer e.
Di nava dewr-zemanan de Batizmî buye nasnama Çêlkan. Sedem jî ew e, ku bitenê Êzîdiyên Ç êlkî vê cejnê û di bin vî navî de pêk tînin.
Çêlkî bi pêkanîna vê cejna delal, li rîtû`al, edet, Rê û Rismên xwe bi hezarên salan xwedî derdikevin û diparêzin.
Ev cejna Êzîdiyan li herema Merdînê di nava xelkên ne Êzîdî û xerîban de jî, gelek meşur û naskirî ye. Dostên Êzîdiyan dema pêkanîna cejnê dizanin û ji bo pîrozkirinê têne nava Êzîdiyan.
Tu kes nizane, ji kîjan serdemî ve cejna Batizmiyê di nava Çelkan de hatiye destpê kirin.
Bi texmîna me ev cejn hêne berî dema Şîxadî di nava Çêlkan de hebuye û hatiye pîroz kirin.

Pîralî (anjî Piyalî) kî bû û ji kur hatiye?

Li gorî mîtolojiya Batizmiyê û efsena kevnar Pîralî pêşî li Derdîlê buye. Derdîl gundekî nêzîkî Heskîfê, li ser ava mezin, e. Tê texmîn kirin, ku ew dever berê cî û warê Êzîdiyan bû. Ji Heskîfê heya bigihije nezîkî Cezîra Botan êlên Êzîdiyên diman.
Êlên Çêlkan yên sereke ev in: Şemikan, Memilan, Kelikan û Dasikan.
Li gorî mîtolojiyê dema ku Pîralî tê Derdîlê xaçparêst jî li Derdîlê hebûn. Weke mirovekî navser ji kiriyametên xwe û li ser şexsiyeta xwe ji kesekî re negotiye. Wî xwe weke rêncberekî, ku li kar digerre, daya nas kirin û wisa ciyê xwe terk dike û dibe rêwingî.

Ew dibeje, ku ew rêncber e û li kar digerre. Li Derdîlê dibe şivanê keşîşê dêrê.
Pîralî demeke dirêj şvantiya keşîş dike. Hêdî, hêdî keşîş bi kiryametên wî dihise û dibîne, ku Pîralî ji Xwedê ney xalî ye; ew xwedî kiriyamet e. Wisa hatiye gotin, ku Keşîş (pepûkê dêrê) jê dipirse: ,, Gelo Tu çi kesî? Weke ku ji min diyar dibe, min xwe gunehkar kiriye. Layiq e, ku ez xizmetê ji te re bikim.“ Her wiha ew daxwaza lebûrînê ji Pîralî dixwaze.

Hingî hedî ew behsa şexsiyeta xwe ji Keşîş re dike û xwe bi Keşîş re dide nas kirin.
Pîralî dibeje, ku êdî ew hew dikare li cem Keşîş bimîne. Dem hatiye wê pilê, ku ew here nav miletê xwe. Keşîş hêviyê ji Pîralî dike, ku ew jî bi wî re here nav miletê wî.

Li gorî gotingeriya devkî Keşîş û Pîralî awil diçin nav Memilan û Şemikan. Di nava Êzîdiyan de Keşîş besa kiryametên Pîralî dike. Dibeje, ku wî jî bawerî bi sirr û kiryametên Pîralî aniye û buya xizmetkarê wî.
Memilan û Şemikan jî kiryameta Pîralî bawer dikin, radibin heft roj û heft şevan ji bo Pîralî kef û şahiye dikin û li dorê dicivin.
Pîralî ji wir radibe û tevlî birrek Êzîdî diçe li nav Êzîdiyen Çolê (Qelaç).
Wê demê Dasikî û Kelikî li Çolê û Qelêç diman.
Di destpêkê de ew diçine gundekî Dasikan.


Gûndê ewlin, ku lê dibine mêvan li herema Qelêç buye. Ew û havalên xwe dibînin, ku şahî li wî gûndî heya, Jin, mer û zarok li hev civiyane û çêlekekê serjê kirine û goştê çêlekê ji bo wê şahiyê hûr dikin.
Piyalî (Pîr Alî; Pîr Arî) bi koma xwe ve diçin nava wan. Pîralî basa kiryametên xwe, di derheqa sirr û batiniya, ku pêre heye, dike û dibêje: „ ez Xwedanê Pîrê we me “. Lê ew baweriyê bi Pîralî nayînin û kenê xwe bi gotinên wî dikin. Pîralî ji wan dipirse: ,, ez ji bo we çi bikim, daku hûn baweriyê bi min û kerametên in bînen?“ Gûndî jêre dibêjin : ,, heke tu karibî careke din rih bi vê çêleka serjêkirî bînî, anko wê sax bikî, hingî emê baweriyê bi te bînen.“ Pîralî Di‘a dike û çêleka serjêkirî bi Di`ayên wî sax dibe û radibe ser xwe. Wisa tê gotin, ku Pîr navê wan Êzîdiyên deverê dike çelkî, jiberku heya Piyalî giyan bi çêlekê ve ne`anî, wan jê bawer nekir.

Li gorî çîroka devkî li ser Batizmiyê, Piyalî navê Çêlkaniyê peyda kiriye.

Pêkanîna Rê û Rismên Batizmiyê:

Roja yekşemê

Roja yekemîn ji bo pêkanîna cejna Batizmî şemî ye. Di wê rojê de dest bi paqijiyê dikin.
Êzîdî cilên xwe dişon, perdên ber penceran nû dikin. Nava xêniyên xwe xweş dikin, dîwaran sipî dikin, merş û tayîjên nû radixînin. Zeriyên ku li gundekî din mêr kirine têne Batizmiya malbavanên xwe. Êzîdî vê rojê weke « Roja Cilşo û Serşoyê “ nas dikin.

Duşem û Sêşem

Herdu roj rojên dabûna nanê miriyan in. Her malbat xêra miriyên xwe li gundiyên xwe belav dike. Pirr mirov, biçûk û mezin, jin û mêr diçine ser goristanan û xêra miriyên xwe li wir belav dikin. Ev kar weke bîr`anîna miriyan e. Nanê miriyan û her wiha sewikên Batizmiyê pêwist e bi havênê (hevîrtirşê) Şêxên anjî Pîrên wê êlê were tirş kirin û pêvedan. Beriya Batizmiyê Şex anjî Pîr (heke Şêx nikaribe were anjî ne li jiyanê be û ji tuxmê wî li wê herêmê tune bin) hevîrtirşekî ji bo nanê xêra miriyan li nav mirîdên xwe digerrînin. Êzîdî ji herdu rojan re dibêjin « Rojên Nanê Miriyan »

 

Çarşem

Ev roj roja Pezguranê ye. Di vê rojê de Êzîdî pezên xwe serjê dikin û perçê Pîralî jê cuda dikin. Ew peza, ku di cejna Batizmiyê de tê serjê kirin, havînî tê nîşan kirin û wisa guhdaneke taybet lê dikin, daku bez bigrê û qelew bibe.
Perçên Pîralî heft perçe ne: Girdik, piştîşk, kulik, heft parsu, sîng, befşik, rewşik. Ew perçe tev ji aliye milê rastê ji wê pezê têne birrîn.
Berî ku roj here ava, divê ew perçe be xwê werine kelandin. Nabe ku berî evara şîlane ji van perçan bê tamkirin (xwarin). Lewma jî divê perçak goşt zêde bê kelandin ji bo tamkirinê. Don (yax) ji ser ava ku perçe pê hatina kelandin, tê girtin. Bi kemasî divê sê (3) fitîlê çira ji vî donî bêne çê kirin. Yek ji bo Pîralî, yek ji bo malxuyê male û yek ji bo Sersalê.
Mehîra Rahib (Keşîş) tê kelandin. Divê hindek ji perçan bikeve nava wê mehîrê. Êzîdî Sawikan di cejna Batizmiyê de çê dikin. Di nav sawikên Batizmiyê de dive havênê Pîrê Pîralî hebe. 

Beriya Batizmiyê Pîrê Pîralî hevîrtirşk ji bo sawikên Batizmiyê li nav mirîdên xwe digerîne. Ruyên sawikan jî bi donê peza Batizmiyê te sorkirin.

Micêwirê Xewrê

Dema ku Pîralî hate Çolê û milet baweriya xwe pê anî, şikeftek ji bo wî vale kirin û milet çû Tiwafa wî. Xelkê xêr û xêrat dibirin ber wê şikeftê û qurbanî jêre digurandin. Rêncberekî gund, lawê jinebiyeke kal ji eşîra Dasikan li wî gundî dima. Rewşa wî ya aborî pirr xirab bû. Wi ji dayîka xwe re got: “Dayê! Xelkê xêr û xeratên xwe birine ji Pîralî re, serê malê qurbanek gurand. Gelo em çi bibin? Dayikê lê vegerand û got: „ Lawo ! Hindek ardê me li malê heye. Ezê xwarinekê ji wî ardî çê bikim û tu dikarî bibî ber şikefta Piralî. Zedeyî wî ardî tiştekî me tune”. Pîra dayika wî ji wî ardî Xewre çê kir. Lawê pîrê Xewre hilda û çû ber şikeftê, Ji şerma, wî ew Xewre (nan) di bin ebayê xwe de veşart, daku xelkê hazir nebînin. Gava lawê pîrê nêzîkî şikefta Piralî bû, Pîr bi dengekî bilind lê kire gazî: “Lawo! Derxa wî tiştê li bin ebayî, min qebûl e bi gayî”. Sê caran bi wî şêwayî ji kure pîre re got. Êdî wî fêm kir, ku Pîr ji wî re dibêje û Xewre ji bin eba deranî.
Pîralî ew heya kurê kuran danî Micewirê Batizmiyê û Xewre kire ferzek ji ferzên Batizmiyê.
Ji wê demê heyanî ve demê, ew malbat di nav êla Çêlkan de Micewirê Batizmiyê ne.
Xewre bi ritualên taybet, ji aliyen ciwanên wê malbatê ve tê çê kirin.

Pêncşem

Ev roj « Roja gerê » ye. Êzîdî mal bi mal digerrin û cejna hev pîroz dikin. Heya sê rojan mirov dikarin li cejna hev bigerin, yani sê rojan ger didomîne. Wekî din jî roja pêncşem, în û şemî weke rojên gerê tên hisab kirin. Êvara pêncşemê Şîlan e. Êvara Şîlanê, berî ku roj here ava, dest pe dike.
Ewil ciyê Pîralî tê danîn. Mirov dikare xizmeteke giranbuha ji vî Xasî re bike. Êzîdî dibêjin, ku Pîralî wê êvarê li her malekê dibe mêvan. Her heft perçên Şîlanê, sênîkek mewîj (heft lep) û heft sewik li ber cihê Pîralî têne danîn. Bi kemasî du çira ( normal pêwist e ew jî heft bin) li ber cihe Pîralî têne vêxistin, yek ji bo Pîralî û yek ji bo malxuyê malê re ye.

Malî tev li ber cihê Pîralî kom dibin, bi xêrhatinê didine Pîralî û Di`a ji xwe re dikin. Berî ku roj here ava heta ku çira vemirin û ciyê Pîralî bê rakirin, divê herkes li mala xwe be. Guneh e, ku di wî wextî de kesek ji mala xwe derbikeve anjî here devereke din. Pîştî ku roj diçe ava û çirayên li ber cihê Pîralî dibihûrin, êdî mirov dikare ji mala xwe derbikeve. Kebaniya malê sifra ber Pîralî dibe mala Micêwir û micêwir Timberke jê radike.
Timberk jî ev in: perçak goşt, sawikek û çengek mewîj.

Piştî roj diçe ava, şeva şevronkê des tpê dike. Xort û keç, mêr û jin li deverekê dicivin û şevronkê pêk tînin. Eger baran tunebe, li derva agirekî mazin dadidin. Li ber rohnahiya êgir mitirb mûzikê lê dixin, heya roj hile govend û dîlan, kêf û şahî li ber wî agirî didomîne.
Di şevronkê de şev dibe weke rojê. Wê şevê kes ranazê, gel şevbêrka xwe bi dîlan û mûzikê derbas dike.

În

Roja îne betlanî ye. Ji bilî şivan-gavan û rencberan tu kes naçe kar, pirraniya gel heya nîvê rojê radize, jiberku ew şeva çuyî ranezane û tevahiya şevê kêf û şahî kirine.

Şemî

Roja kar e. Kesê ku karê wî hebe diçe karê xwe.
Evara yekşemê çira Sersalê tê vêxistin. Êdî Qirdikên Sersalê li malan digerrin.
Wexta ew têne ber deriyan dibejin: „ Serê salê, binê salê, Xwedê kurekî bide kebaniya malê“. Kef û henekan dikin û da‘we hindek pera dikin.

Yekşem

Ew jî dibe Sersal. Sersala Çoliyan pêwist e bikeve nêzîkî 13 heya 14`ê meha yekê.
Roja Sersalê serî û piyên serbirra Batizmiyê serê sibê têne kelandin û Batizmî bi vê edetê bi dawî dibe.

Haftiya piştî Batizmiyê Micêwirê Xewre, Xewre û Timberka ji sifra Pîralî hatî rakirin li malê mirîdan digerîne. Xewre û Timberka Batizmiyê gelek pîroz in. Êzîdî wan tevlî Beratan dikin û di mal de dihilînin. Dema zarok nexweş diketin, weka derman hindek ji wê Timberkê didanê.

/Ji prtȗka CEJNȆN ȆZDIYAN, Weşenên: Navenda Lêkolînên Ȇzdînasiyê, Dengê Ȇzdiyan, Oldênbȗrg. 2013; Kurdistan-Hewlêr, rû 187-193/


   

 

 

Kazim Oba3628

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com