|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Bîlançoya dema Rewşa Awarte li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê

 

Ji aliyê Firat Kelehkî 04.01.2017
Rûdaw
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Dema Rewşa Awarte bi dengê parlamenterên AKP û MHPê bo cara sêyem 3 mehên din hat dirêjkirin.

 

Di dema Rewşa Awarte de 103 hezar kes wek “Gumanbar” hatin ragihandin, 41 hezar kes hatin girtin, 49 hezar kes hatin berdan. Li gor medya Tirkiyê, derheqa 122 hezar kesan de lêkolîn hat destpêkirin û 87 hezar kes ji kar hatin avêtin. 35 hezar kes ji kar hatin dûrxistin û 17 hezar kes vegeriyan ser karê xwe. Di lêpirsînên îdarî û edlî de 66 hezar kes bêtawan derketin.

 

Rewşa Awarte û Medya

 

177 dezgah û navendên ragihandinê hatin girtin, nêzîka 2 hezar û 500 rojnamevan bê kar man û 144 rojnamevan hatin girtin.

 

Şaredarî û Rewşa Awarte

 

Bo 50 şaredariyan qeyûm hatin danîn. Hevserok jî di nav de 12 parlamenter û hejmareke zêde ya rayedar û rêveberên HDPê hatin girtin.

 

Medya Civakî û Rewşa Awarte

 

Derbarê 3 hezar û 750 bikarhênerên medya civakî de lêpirsîn hat destpêkirin, 656 kes hatin girtin, dosya 10 hezar kesan jî li ser masaya dozgeriyê ye.

 

Ji dema Rewşa Awarte hatiye ragihandin û heta niha di 13 êrîşan de yek jê balyoz û biyanî, polîs, leşker û kesên sivîl 204 kesan canê xwe ji dest dan, 767 kes birîndar bûn.

 

Li gor amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyê, piştî hewldana darbeyê derheqê 103 hezar û 850 gumanbaran de lêpirsîn hatiye kirin. Di çarçove lêpirsînan de ji kesên hatine binçavkirin 41 hezar û 326 kes hatine girtin û bo girtîgehê hatine şandin. 902 kes jî hê di bin çavan de ne.

 

22 Temûza 2016ê serdema Rewşa Awarte dest pê kir lê êrîş bidawî nebûn.

 

-Li Çewliga Bakurê Kurdistanê 1ê Tebaxa 2016an, otobusa zirxpoş a polîsan ket ber êrîşê û 7 polîs hatin kuştin.

 

-10ê Tebaxa 2016an li Diyarbekirê ser rêya Mêrdînê otomobîleke bomberêjkirî li tenişt otomobîleke hêzên taybet teqiya û 5 sivîlan canê xwe ji dest dan.

 

-Li Qosera Mêrdînê 10 Tebaxa 2016an dema otomobîla hêzên taybet derbas bû otomobîleke bomberêjkirî hat teqandin û di encam de polîsek û 2 sivîlan canê xwe ji dest dan.

 

-16ê Tebaxa 2016an li navçeya Çinarê ya Diyarbekirê Rêveberiya Trafîkê ya Herêmê ket ber êrîşeke bi bombeyan. Di êrîşê de 5 polîs mirin, yek jê zarok 2 sivîlan jî canê xwe ji dest dan.

 

-Li navenda bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê, li ber Navenda Polîsan a Îkî Nîsanê otomobîleke bomberêjkirê hat teqandin û 2 jê polîs 4 kesan canê xwe ji dest dan.

 

-Li Xerpêta (Elezîz) Bakurê Kurdistanê 18 Tebaxa 2016an Rêveberiya Asayîşa bajêr ket ber êrîşeke PKKê û di encam de 5 polîs mirin.

 

-20ê Tebaxa 2016an li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê di şahiyekê de êrîşeke xwekujî hat kirin û 52 kesan canê xwe ji dest dan.

 

-Li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê 26ê Tebaxa 2016an li dijî Rêveberiya Hêzên Taybet bi otomobîleke bomberêjkirî êrîşek hat kirin û 11 polîs hatin kuştin.

 

-Li navçeya Rezan a Diyarbekira Bakurê Kurdistanê 4ê Sermaweza 2016an avahiyên Hêzên Taybet û Rêveberiya Asayîşê ketin ber êrîşekê. Di êrîşê de 2 jê polîs 11 kesan canê xwe ji dest dan.

 

-24ê Sermaweza 2016an li otoparka Valîtiya Edenê otomobîleke bomberêjkirî hat teqandin û 2 kes mirin.

 

-10 Berfanbara 2016an li bajarê Stenbolê piştî leyistika Beşîktaş-Bursasporê li ber Vodefone Arena otomobîlek hat teqandin. 45 saniye piştî wê, li nêzîkê Parka Maçka jî kesekî xwe teqand. Di wan êrîşan de herî kêm 38 kesan canê xwe ji dest dan.

 

-17ê Berfanbara 2016an li bajarê Kayseriyê otomobîleke bomberêjkirî bi otobuseke leşkeran de hat teqandin. Artêşa Tirkiyê ragihand ku di êrîşê de 13 leşker hatine kuştin.

 

-19ê Berfanbara 2016ê, li Enqereya paytexta Tirkiyê, Balyozê Rûsya yê Tirkiyê Andrey Gennadiyeviç Karlov ket ber êrîşekê û li nexweşxanê cane xwe ji dest da.

 

-Di êrîşa ser Kluba Reina ya li Ortakoya Stenbolê de şeva 31ê Berfanbarê bi 1ê Rêbendanê ve girê dida, wate sere sale 1 jê polîs 39 kes hatin kuştin.

 

 


   

 

 

3633

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com