|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
FLAŞ - PDKê hişyariyek tund da: Ev yek xeta me ya sor e!

 

Ji aliyê RÛDAW 04.01.2017
Partiya Demokrata Kurdistanê
Partiya Demokrata Kurdistanê

Silêmanî (Rûdaw) – Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê derbarê sazkirina xwepêşandanan li bermaber baregeh û ofîsên PDKê de hişyarî da û ragihand: “Em rasterêkirina xwepêşandanan bo pêşiya baregehên me bi xeta sor dizanîn û weke melevaniya hin hizan di nav ava şêlû de dibînin.”

 

Îro çarşemiyê 4ê Çileya 2017ê, Encumena Serkirdatiya Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê û Helebceyê daxuyaniyek tund belav kir.

 

Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê û Helebceyê di vê daxuyaniya xwe de ragihand: “Em dibihîsin ku biryar e sibê pênşemiyê 5ê Çileya 2017ê, di bin navê nerazîbûna xelkê de, xwepêşandan bihê encamdan û xwepêşandan jî bo pêşberî baregehên hemû aliyên siyasî be.”

 

Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê û Helebceyê herwiha tekez dike, ku destê hin hêz û aliyan li pişt wan xwepêşandanan e û da xuyakirin, ku hinek alî dixwazin di jêr navê nerazîbûna xelkê de, sûdê ji rewşê bibînin.

 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Em weke çendîn caran dubare dikin, ku di rewşa aram de, em amade bûne û amade jî dibin, guh bidin daxwaziyên xelkê, lê belê em her hewlekê bo çêkirina rewşeke ne aram, weke melevanîkirina hin hêzan di nava ava şêlû de dibînin.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Encumena Serkirdatiya PDKê derbarê arastekirina xwepêşandanan bo pêşberî baregeh û ofîsên PDKê de hişyariyê dide û dibêje: “Em hewla neçarkirina xwe bi guhlêgirtinê û arastekirina xwepêşandanan bo pêşiya baregehên me bi xeta sor dizanîn. Xuya ye ku ezmûnên berî niha jî ew rastî îsbat kiriye, ku ew şêwaz di qazanca ti aliyekê de nîne.”


   

 

 

3634

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com