|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Rojava – Çekdaran endamekî PDK-Sê li Rimêlanê revandin û piştî îşkenceyê ew avêtin çolekê

 

Ji aliyê RÛDAW 04.01.2017
 
Komeke 6 kesî ya çekdaran endamekî PDK-Sê li bajarokê Rimêlanê revandin.

Navenda Nûçeyan - Komeke 6  kesî ku serûçavên wan girtî bûn endamekî PDK-S ji Girkê Legê revandin û bi tundî ew îşkence kirin

 

Li gorî agahiyan Rûdawê, şeva borî sêşemî 3ê Çileya 2017ê, Endamê Partiya Demorkata Kurdistan-Sûriye (PDK-S) Sîdad Ehmed Seyid Mecîd ku xwendekarê sala sêyemîn a Fakulteya Hiqûqê ye, ji aliyê grûpeke 6 kesî ve hat revandin.

 

Çavkaniyekê ji Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re aşkere kir, dema ku Sîdad Ehmed digel 2 hevalên xwe diçû yaneya sporê li Rimêlanê, otomobîleke ji corê Van, ku rengê wê spî bû û camên wê reş bûn, rê li wî û hevalên wî girt û ew revandin.

 

Heman çavkaniyê da xuyakirin, wê grûpê Sîdad Ehmed bire derveyî Rimêlan û pişî  îşkenceyeke giran, ew avêtin çolekê.

 

Hat zanîn, ku piştî desrbasbûna nêzîkî saetekê, Sîdad xwe bi birîndarî gihandiye malekê û ji wir ji bo nexweşxaneyeke Girkê Legê hatiye rakirin.

 

Vîdeo:

http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/0401201712


   

 

 

3635

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com