|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê komîteyeke hevbeş a ewlehiyê pêk tînin

 

Ji aliyê RÛDAW 04.01.2017
 
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê li hev civiyan.

Hewlêr (Rûdaw) – Partiyên Rojhilatê Kurdistanê kar li ser pêkanîna komîteyeke hevbeş a ewêehiyê dikin û bi vê armancê di vê heftiyê de, civînek li baregeha Polîtboruya HDKê birêve birin.

 

Di wê civînê de, aliyên beşdar ên Rojhilatê Kurdistanê pêşniyar û nêrînên xwe derbarê avakirina komîteya hevbeş a ewlehiyê de pêşkêş kirin. Herwiha biryar e di civîna dahatî ya navbera partiyên Rojhilatê Kurdistanê de, hemû aliyên beşdar pêşniyarên xwe di çarçoveya projeyekê de rêk bixin.

 

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, piştî teqînên li pêşberî baregeha Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK ango PDKa Rojhilat), wan zêdetir hest bi xeterê û pêwîstiya yekrêziya navbera xwe kirine.

 

Di civîna yekem a navbera aliyên Rojhilatê Kurdistanê de, nûnerên partiyên Rojhilatê Kurdistanê pêşniyarên xwe derbarê kar û çalakiyên hevbeş ên ewlehiyê de anîn ziman û li gorî agahiyan, niha her partiyek mijûlî gengeşekirina pêşniyarên aliyên din e.

 

Li gorî pêşniyarên ku di civîna partiyên Rojhilatê Kurdistanê de hatine pêşkêşkirin, pêwîst e ji bilî karê hevbeş ê ewlehiyê, hemû alî bi hûrî çavdêriya planên Komara Îslamiya Îranê yên li dijî xwe bikin.

 

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Riza Keibî derbarê civînên aliyên Rojhilatê Kurdistanê de ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Ew heyam, ew qonaxa ku em niha tê de ne û ew liv û tevger û ew teror û teqînên ku hatin kirin, zêdetir ji me hemûyan re îsbat kir, ku partiyan gelek ji caran pêwîstiya wan bi yekrêziyê û hevkarîkirina hev heye.”

 

Pêştir û berî teqînên li bajarê Koyeyê yên li pêşberî baregeha Polîtboruya HDKê, partiyên Rojhilatê Kurdistanê amade nebûn, bi hev re di çarçoveyekê de kar bikin, lê belê piştî teqînan û hestkirin bi metirsiyên li ser xwe, hemû alî razî ne ku alîkariya hev bikin.

 

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Tahîr Mehmûdî jî ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha pêşniyar bi awayekê konkrêtî nehatine diyarkirin û her partiyekê pêşniyar û nêrînên xwe anîne ziman. Lê belê ya ku ji me re giring e, mijara parastina xwe, baregeh û kesûnarên me bi xwe ye. Pêşniyar zêdetir di vê arasteyê de bûn, ku gefên Îranê li dijî me hemûyan e, lê belê bi nisbet karê pratîkî, bo çawaniya rûbirûbûna wan hewlên terorîstî yên Komara îslamiya Îranê ye ku tên kirin.”


   

 

 

3636

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com