|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Sûriye - Êrişî leşkerên Tirkiyê hat kirin: 5 kuştî û birîndar

 

Ji aliyê RÛDAW 04.01.2017
Hêzên Artêşa Tirkiyê di nav axa Sûriyê de.
Hêzên Artêşa Tirkiyê di nav axa Sûriyê de.

Navenda Nûçeyan – Li nav axa Sûriyê û li derdora bajarê Babê, çekdarên DAIŞê êrişî leşkerên Artêşa Tirkiyê kirin, û di encamê de 1 leşker hat kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

 

Li gorî agahiyan, îro çarşemî 4ê Çileya 2017ê, hêzên Artêşa Tirkiyê ku di çarçoveya operasyona Mertala Firatê de li nav axa Sûriyê operasyonên pêk tînin, ratsî êrişa çekdarên DAIŞê hatin.

 

Êriş li derdora bajarê Babê yê li bakurê Sûriyê hatiye encamdan, ku niha di bin kontrola DAIŞê de ye, lê hêzên Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Sûriya Azad li aliyê bakur ve, li nêzîkî bajêr bicih bûne.

 

Di encama êrişê de, leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

 

Artêşa Tirkiyê, leşkerên xwe yên birîndar bi rêya helîkopterên serbazî û ambulansan ber bi her du bajarên Kilîs û Dîlok (Entab) ên Bakurê Kurdistanê veguhastin.

 

Herwiha termê leşkerê kuştî yê Artêşa Tirkiyê jî bi rêya helîkoptereke leşkerî bo Pizîşkiya Dadê ya Dîlokê hat veguhastin.

 

Artêşa Tirkiyê ji roja 24ê Tebaxa 2016ê ve dest bi operasyonên di nav axa Sûriyê de kiriye. Tirkiyê ragihandiye, operasyona bi navê Mertala Firatê, bo piştgirîkirina hêzên Artêşa Sûriya Azad û bo têkoşîna li dijî çekdarên DAIŞê birêve diçe, lê belê Enqerê piştre da xuyakirin, ku yek ji armancên din ên wê operasyonê, şer li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û pêşîgirtin li pevgirêdana her du kantonên Kobanî û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê ye.


   

 

 

3638

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com