|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Eskerê Boyîk
Șengal ji DAÎȘ ê paqij bû, lê...

 

 

Van roja Facebookê gotara min ya 27.12.2014 nivîsî anî bîra min. Du sal berê, min gotarek hema bi vê sernivîsê û vê naverokê weșandbû. Min  derheqê çi nivîsî bû bawarkin tișt nehatiye guhestin: dîsa halê êzdiyan maye wek yê wê demê, dîsa pêșîroja Șengalê paqij nîne, dîsa Ȇzdî destê nerastyê û neheqa da dizêrin. Pirsgirêkê wan nêzîkî çareseryê nabin.

Berê zulma DAȊȘ ê bû… Niha jî?...

***

Birînên Șengalê û Ȇzdîxanê kûrin, nû nînin, dîrokî ne,  bitirs, bixof û biêș in. Qenckirin, bîrkirin çiqas jî evdê Ȇzdî bixwezin nabe. Pêșewitî û xêrxwez ê cêribandî, yên Êzdî amintiya xwe jê bînin nînin. Pêșîroja aram, axirya bi xêr, ku Ȇzdî jê bawarkin, hêzeke ku bê tirs pișta xwe bidinê  û nava van der cînarê gur da jiyana xwe berdewankin  nabînin. Dîroka malwêran hêz û qewata anegor Ȇzdiyan da  nehîștiye ku ber wan bisekin e. Netew maye ew jî Ȇzdî ditirsin amintiya xwe pê bînin, pișta xwe wan va girê bidin. Maqûltî di nava netewa wan da nemaye. Fîtîna partiyên Kurda yê Ȋslamî ne, xema wanKara netewî,  yekîtya netewî û azadiya Kurdistanê nîne. Hinek melayê Kurd yên Bașûr, di mizgevtên xwe da ji DAÎȘ a xirabtir derheqa Ȇzdiya da  diaxivin, agir ji devê wan dibare, nizanim vê zulmê xirabtir ew weșên „xudeperwar“ êdî çi dixwezin. Kesekî xweyî wîjdan jî nine devê wan bigire. Hemin hêzên Kurdaye çekdar dixwezin, wê wêrana Șengalê da, bi destê „Êzdiyên xwe“ pirobilêmên navxuyî safî bikin.

 /Ciqas jî ez xweșbîn im, lê rastî eve, mafê min nîne nebêjim/.

***

Pêșîroja Ȇzdiyan di nava tari û dûmanê da pêçaye. Du sal û nîv li ser wê xezeba hate serê Ȇzdiya ra derbaz bûya, xwedêgiravî Șengal ji wê gemarê paqij bûye, lê dîsa nêzîkî nîv mîlyon evdên êzdî bê cî- star li kolana, eware, welatê xwe da penaber û malwêran, vê surr-serma, seqema zivistanê, çavê wan li desta. di bin çadira da dizêrin. Bi hezara hêsîrê êzdiyan destê DAIȘ ê, deha hezara li riyê  Ewropayê da ber hidûdê dewletan  nizanin wê halê wanê çawa be, bigihîjin  „welatê xiyala xwe“ yan na. Bi hezara sêwiyê bêxwedî, warekî wêranbûyî ciyê goristanên bi kom… Ji tirsa șerê birakujiyê Êzdî nikarin vegerin wê „Wêrana „ xwe jî.

Ev buhust erdê qirî-bê av, wêranbûyî ku dîrokê da, ji welatê Ȇzdiya  Ȇzdiya ra maye ew jî îro bûye ciyê hucet û  bazirganya hêzên Kurdan û  dewletên cînar…

Tev hesaba dikin çika Șengalê bibe milkê kê.

Ez bangî serokên herd partiyayên Kurda dikim eger hûn nikarin alî Ȇzdiya bikin, birînê wan dermankin, bo berjewendiyên hizbî ye vala șerekî nû Șengalê da çê nekin, xûna Ȇzdiyan bi destê êzdiyan nedine rêtin, birîna kûr nekin, Kurdistanê da çend êzdî mane wana jî nekin neyarên hev…

“Hema Xwede bitirsîn“ ewqas jî bêwîjdanî nabe?

 

***

Qetileke mezin, bêy sûcê Ȇzdiyan, hatye ketye ber derê wan.

Ya here ecêb jî ewe, ku xêncî Ȇzdiyan, xema tu hêz-sazî, rewșenbîrya Kurdî ev pirobilêm nîne.  Gișk kerin. Vê navê yekî xwedanê xêrê nî ne. Hinek hela bênzînê li ser agir da dikin, hîvyê ne kengê ew șerê birakujyê dest pê bibe. Ew topa birakujiyê li ser serê Êzdiyan da biteq e.

 

***
Kê ye heq, kê ye neheq?

Hereketa me Ȇzdiyan ewqas nîne ku wan heqî û neheqiyên hêzên Kurdan derxin ber çavan û ji hev veqetînin.

Her tișt li ber çava ne. Dîrokê gelek neheqiyan derxe holê. Sal șûnda, dema “av zelal be” gelek tiștên îroye reș  yên sosret , bi tije xiyanet wê bi nelet bên gotin…

***
Ez nivîskarekî Kurd im.

Temenê min 75 sal e. Bêtirî 25 pirtûkê min bi kurdî hatine weșendin.
Jiyana min bi nava zanyar û nivîskarnen Kurd e mezin, yên wak Erebê Șemo, Qanate Kurdo, Heciyê Cindî, Casimê Celîl, Șekroyê Xudo û gelekên din da derbas bûye.

Ew tev jî Kurdên Ȇzdî bûn.

Xewn û xiyalê teva azadya gelê Kurd û Kurdistanê bû. Wan teva jî temamya jiyana xwe diyarî çand û zanyarya gelê xwe kirin û navê teva jî bi layîqî di dîroka çand û zanyarya gelê Kurd da hatye nivîsar.

Berê jî dîrok ji êzdiya ra nekenyaye lê van salê dewyê li dora Kurdên Ȇzdî hewake neqenc çê bûye, zulm û xezeb e. Neyarê gelê kurd ji kurda aqiltir û aktîvtir kar dikin, her tiștî dikin, ku civaka Ȇzdî ji bingeha wî, netewa wî, weletê wî biqetînin, Kurdistanê ji Ȇzdiyan valakin û mixabin  hinek partî û șexsyetên kurd, “xemxurên Êzdiyan”jî alîkarya wê xyanetê û bêtifaqiyê  dikin…

Ez hîvî ji serokatiya DPK û PKKê dikim, rûnên dora textê așîtiyê, çaresrya rast,  Pirsgirêkê xwe ji nava Ȇzdiyan dûrxin.  Bihêlin ev civaka birîndar, birînê xwe dermankin.

 

Girûpên êzdiya  jî gerekê bi aqil tev bigerin, zaroka biçûk jî bipirsî wê bêje Șengal pareke Bașûrê Kurdistanê ye. Ȇzdî bêy netewa xwe nikarin wê heremê da, li nava wê dorpêça dîn dijminatyê da heyîtya xwe bidomînin.

Êzdî dost û piștovanê her hêzeke Kurdî nê. Lê hêz jî gerekê bizanbin maqûlî nine probilêmê xwe sere êzdiyan balînin.

Mîlyonek Ȇzdî nikarin pirobilêmê 80 mîlyonî safîkin.

 

29.12.2016

 

 

 


   

 

 

Eskerê Boyîk3641

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com