|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Penaberên êzîdî li Amedê bo Mêrdînê hatin veguhestin

 

1200 penaber hatin veguhestin

 
05/01/2017 - 21:27 
   
Penaberên êzîdî li Amedê bo Mêrdînê hatin veguhestin
 
 

BasNews - Nêzîkî 2 sal û nîvane ku 1200 penaberên êzîdî li kempekê li bajarê Amedê li Bakûrê Kurdistanê biçîh bibûn û hemû pêdiviyên jiyanê ji bo wan hatibû dabîn kirin lê belê niha ev kempe hatiye col kirin û penaberên vê kempê ji bo kempekê din li bajarê Mêrdînê hatine veguhestin.

 

Li gor wan agahiyên ku hatine belav kirin piştî danana qeyûma wek pêwîst ji bo niştecîhê kempê xizmet nehatine kirin û ev yeke jî boye sedema nerazîbûna penaberên êzîdîyan.

 

Hikûmeta Tirkiyê ew 1200 penaberene ji bo navçeya Mêdyadê ser bi  bajarê Mêrdînê veguhestine û wek tê gotin hemû pêdiviyên jiyanê jî bo wan hatine dabîn kirin.

 


   

 

 

3644

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com