|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Hikumeta Herêma Kurdistanê karê YAZDA rawestand

 

Bahzani.net/kurdî: 05.01.2017

Li gor hin nûçeyên di medyayê de hatine belav kirin, Hikumeta Herêma Kurdistanê karê Rêxistina Xêrxwazîyê a Êzîdîyan YAZDA li Başûrê Kurdistanê rawestandîye.

Tê gotin ku roja duşemê Asayîşa Herêma Kurdistanê li Duhokê bê ku sedemekê bidê dîyar kirin hatîye û derîyê ofîsa YAZDA girtîye û qefil kirîye û bi vê yekê dawî li kar û xebata wan li Başûrê Kurdistanê anîye.

YAZDA jî li ser girtina ofîsên wê û bidawîanîna kar û xebata wê daxûyanîyek belav kir û tê de tînê ziman ku dawî li karê wan hatîye û ew jî nizanin sedem çî ye.

Tê gotin ku YAZDA bi karê sîyasî tê tawanbar kirin û ev yek bûye sedema girtina wê, lê YAZDA vê yekê red dikê û daxwazê ji Hikumeta Herêma Kurdistanê dikê ku dîyar bikê ka bi çi rengî xwe tevlî karê sîyasî kirîye.

Wek ku tê zanîn Rêxistina YAZDA rêxistineke Êzîdîyan a xêrxwazîyê ye di qada navnetewî de û li gelek welatan rêxistinên wê hatine damezirandin.

YAZDA piştî ferman û karêsata li Şingalê derket holê û ji hingî û heta niha li Başûrê Kurdistanê di kampan de û li Çîyayê Şingalê xizmeta koçberên Êzîdî dikê, çi di warê însanî de û çi jî di warê dermankirin û tenduristîyê de.

Herweha YAZDA ji bo naskirina jenosîda li dijî Êzîdîyan li Şingalê di qada navnetewî de jî karên bê hempa meşandina û dengê Êzîdîyan gihandîye dem û dezgehên navdewletî.

Mînaka herî baş Nadîya Murad e, ku YAZDA piştgirîya wê kir û ew welat bi welat gerand û da nas kirin heta ku bû Sefîra Nîyetpak a Netewên Yekgirtî û piştre jî li gel Lamîya Bişar jî xelata Sakharov a Parlamentoya Ewropa’yê stendin.

Em rêlibergirtina kar û xebata YAZDA ne rast dibînin û li ser vê yekê bangî Hikumeta Herêma Kurdistanê dikin ku di zutirîn dem de destûrê bidê ku YAZDA carek din dest bi karê xwe ê di nava kampan de bikê û berdewam xizmeta koçberên Êzîdî bikê.

  

  


   

 

 

3645

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com