|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Feremez Xerîbo
Felsefa Batizmîyê

 

 

1.       Çima ev nav?

Ev nav tê wateya afrandinê, lê afrandina çi ? Wextê em vegerin ra emê bibînin go ew ji afrandina Xwedanan re tê gotin, yanî wextê Xwedê ferişta yanî Xwedan yanî milyaket çêkirin, wilo hatiya gotin.

2-Dîroka vê heyrê(cejnê): Li gor lêkolina min kirî, min dît gotina (basîsmî) bi eslê xwe gotinka Somerîye, bi wext re ev nav bû Batizmî, wilo li ser ferşikê kevirî ê dîroka Somerîya hatîye nivîsandin, yanî ev heyr bi dîroka xwe vedigerê dema Somerîye.

3-Wextê vê heyrê : Ev heyr li gor salnama Êzîdîyan tê pîroz kirin. Divê sala Kevin û Nû bikevin rojên Batizmiyê li gor salnama Êzîdîya, go 1 wan beranber 14 Rojava ye, ango gava Rojavayî dibêjin 14, em Êzîdî dibêjin 1.

Batizmî 2 heftiyan tê piroz kirin, heftîkê li Torê (Batizmîya Memila) û heftîkê li Çolê (Batizmîya Qelêç), ji ber Pîrê Arî (Pîr Alî, Pîyalî) wilo li nav wan maye.

4-Gelo di qewlên Êzîdîyan de navê Batizmîyê heya?

Wextê em vegerin qewlan, emê bibînin go navê xewra û Pîr Alî di wan de derbas dibê,

Di qewlê xewre de halo derbas dibê :

Derketim li xewre ya 

Keşîf dikê berê sieya

Laliş xwedanê qubêya

*****

Li xewre derketim dere 

Min dît du mêr li bere

Yek Pîr Mende yek Pîr Omere


 

Û em dibînin  go navê Pîr Alî jî di qewl de derbas dibê û halo ye :

Ji hindav de çuma banî       

Birma qere dengizê tarî

Min li wir dît dûr û heblunê mirarî

Medhê vî qewlî li pîrê xwesh û Pîrê Alî 


 

Li vir em dibînin go 1- xewre,  2-Pîr Alî, herduk simbolên Batizmîyê ne, ji ber wilo cihê Batizmîyê di qewlan de heye, nîmûna ji 12 hezar qewl 200 qewl mane heta niha.

5-Rojên Batizmîya û wata wan:

Batizmî ji roja lehdê (yekşembê heta yekşembê ) tê pîroz kirin, ji ber Xwedê di roja lehdê de (Tawisî Melek) serokê milyaketan ji nûra xwe çêkir, û heta roja lehda piştre temamê milyaketan çêkirin.

- Roja duşembê, xêra, yanî xêra mirîya ye, ji ber bahwerîya Êzîdîya bi roja qîyametê tê, hingî hesab bi herkesî re tê dîtin ka çi di jiyana xwe de kirîya, û bahwerîya wan tê go ew xêr wê bikevin ber gunihê wan û wê bibê ronahî ji wan re, ji ber dilê Êzîdîyan ê bi rehem, wextê xêra ji miriyên xwere bela dikin, xêra ji bona kesê bês re dîtin bi navê zebênîya.

Di qewl de halo derbas dibê:

Heka te yek dit xêrkê pêra bighînî 

Nebêja ti ji ku dinî

Heka te xêrik kiribê ü bi chemki de berdabê

Li cem xwedê winda nabê


 
-Roja charshembê:bezgurane 

Li vir divê herkesê karibê ,sewalkê ser jêkê ,ü divê ew sewal saxlembê ü percha jê bên girtin  7 percha ji aliyê rastê

7 parsu-7 movikê pishtê-sêng-qulik-rehnê rastê ji bani ve-pol-girdik.

 

Lê wata vê yekê chiya?

Sewal: 

ew civaka êzidiya 7 percha  beshê pira  ya ,stukir ü seri behra shêshimse (shêxani) ,ê mayi  mirdin  ,ji ber wilo divê civaka êzidi saxlembê (shêx ü pir ü mirid )

Percha ji aliyê rastê tên girtin ,ji ber di qewla de tê gotin 99 erkanê imanê hene  yek ji wan rastiya ,ü behra piraniyê divê ji rastbê yani divê rêberê ola êzidi   rastbin .

Seri ü stukur behra shêshimse ,ü ew di roja sebtê de tê kelandin  ü sibha lehdê tê xwarin lê beri xwarinê divê tashtêya shêshims jê bê derxistin ,yani hini jê bidin ciran yan kesne .                

 

-sewik ü hevir tirsh:

Hevir tirshê sewkê batizmiyê ji aliyê pirê pir ali ve tê gerandin

Ji ber havên ola êzidi piraniya ü ew ji tawissi melek tê 

Sewik tên chêkirin wek rojê ,ü divê li ser sewikan  tirêjên rojê bên rismandin ,yani sewik rengê rojê ne ya go bergehê êzidiyan roja 

Ew hevir tirsh bi kuza ji dara kuzê ya ji dêrdilê li tirki tê tirsh kirin .

 

-chira :

8 chira tên hunandin ji qumashê bakij ü sipi (hizar yan chapan),chirak mezin ü 7 bi chuchik ,ya mazin simbola xwedanê malê reye(xwedê) ü 7 din ji milyaketan reye her milyaketik chirak ,ü ji her nefsê malê re ê sax  cirak tê chêkirin ,ji kesê miri re chira nayên chê kirin , roja pênc shembê  chira tên pêxistin ,divê beri roj herê ava maznê malê chira pêxê ü bi chira mezin dest pê bikê ,chihki bakij li rexê roj ava tê amade kirin ü ker kesê li malê divê li ber chira diwa xwe bikê bi ser kirti  jin bê yan zilambê ,pishti chira mezin bi bihurê chirayê bi chuk tên pêxistin  ,her roj hin tên pêxistin heta roja tali  sibha roja lehdê (sersala batizmiyê)

 

-xewra:

Gotina xewra ji xor tê ,ü wate xor yani roj     xewra=roj  yani ew navik ji navê rojêye , halo li gor zimanê me ê krvin ü nu .

Xor hilat yani roj hilat  ü xor ava yani roj ava.

Ji ber batizmi heyrik shemsaniya yani bi rojê ve girêdayi ye ü roj qublete meye  (bergeh) xewre tê chêkirin ji aliyê micêwrê xwere ve ,ü ji ber piroziya wi divê hevirê wi bi destê xotrê pakij ü ne zewici ve bê strihandin ,ü wextê ew hat birashtin ,divê hesên li wir hemi rabin shipê ,ü wextê dinav li wir hebin ,divê ew derkevin ,ji ber xewre ji ser sêlê na rabê go ew li wirbin ,xewre tê behir kirin li ser êzidiyan ne ji bona xwarinê ,lê ji ber piroziya wi ta biminê di nav nishanê pirozde li cem her mala êzidi de .   

Roja pên shembê roja shev rohinkê ye  ,têde qewl tê qotin ü kêf tê kirin ü wilo xewre tê chêrin .

 

-roja inê:roja rehetiyê ye (veysandin)pishti  pirozkirina heyrê 

Roja sebtê roja kare ,yani xelk kar ü barê mal dikê bes.

-roja lehdê  sersala batizmiyê ye ,di virda seri tê kelandin .yani tê wê watê go temamê ola êzidi  shemsaniya ,ji ber li dawiya heyrê hertisht teslimi shemsaniyê tê kirin,ü divê sala kevin ü nu bi hev vebê ü jiyan berdewam bikê ü ji dinyayê  qut nebê .

 

-mehir:

Genim ü mast tê wate go li cem êzidiya ew pirozin ü dive ew neyê ji bir kirin ,ji aliyê dinve êzidi bi ojdanin ,ji ber pirê piyali keshê go lo cem demkê ma ji bir nekir. 

 

-7 tishtê dive li ber chira bên danin ,ji ber hijmare 7 di ola êzidi de pirozin ,7 milyaket,7 roj an xwedê dinya chêkir,7 tebeqê herd ü ezmanin ,7 rojên heftiyê ne .

 

Di dawi de ez karim bêjin bê ev heyr bi navê batizmiya pirê ali yani pirê ari yani piyali tê bi nav kirin ,ü pir bi xwe sirik bu ji sira tawissi melek ,dahir bu di wi wexti de ü li pir xeybê li tirki winda bu ü ew ne zewiciya ü ziryete wi nina,ü ev pirê bi nave pirê pir ali  ,shagirtiyê wibun ü pêre bun .

 

Feremez Xerîbo

02.01.2017

 


   

 

 

Feremez Xerîbo3647

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com