|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Feremez Xerîbo
Dînê Êzîdîya çî ye?

 

 

Berî niha me gazin dikirin û digot: ragihandina me nine û kes alîkarîya me nakê ta em xwe bi xelkê bidin nas kirin, lê wextê ragihandin bi navê Êzîdîya çêbû, wan mejîyê Êzîdîya xera kirin û serê wan li nav hev xistin. Hina ji wan Êzîdî kirin Zerdeştî û hina ji wan jî dînê Êzîdîya kir şeqsik yanî kesik, ji ber halo em hêdi poşman bûn go ragihandin bi navê Êzîdîya heye, û wek tê gotin: sal bi sal xwezî bi par.

 

Di tarîxê de min wek niha ne dît û ne bihist, tiştê ez zanim heta niha, me yek dîn yan ol heye bi navê  ÊZÎDÎ.

 

Lê îro hêdî nima Êzîdî zanin ka dînê wan çî ye, ka em van sebeqên qewlan bibînin:

 

Qewlê Çarşemba Sor :

Tawisî Melekê minî nav şêrîn

Bi navê şerefa dîn ji min re bûye dîn

 

Yanî bi vî navî Tawisî Melek dînê mine, ne Şerfedîn, ji ber:

1.      Şerfedîn însane, ew kurê Şêx Hesenê kurê Şîxadîyê 2’an ê kurê Musafirê kurê Îsmaîl e. Çilo înasanik wê bibê dîn, û wek em zanin Şêxê Şemsanîya ew kuşt û kir mixarê (şikeftê), ji            ber wilo wî got ez dînê we me, lê Şêxê Şemsanîya gotîyê go wilo nebêje, bêje ez ji dînê we me û latik danîn ser devê mixarê.

2.      Wextê Şerfedîn dînê Êzîdîya ye, gelo dînê Şerfedîn çî ye, yanî berî Şerfedîn dînê Ezîdîya nebû ,yanî Êzîdî bê dîn bûn ?????!!!!!!!!!!!!

 
Qewlê Miha: 

Êzîdî bi sidqe bi îmane

Kanîya Sipî ji me re îmane 

Tawisî Melek ji me re dîn û îmane 

 
Li vir dîsa tê xweya kirin go Tawisî Melek ji me re dîne.

 

Qewlê Melek Şêxesen:

Tu ji me re mezheb û dînî (Şêxesen)

Avê mezin di meyînî

 
Li vir tê zanîn go Melek Şhêxesen mezheb û dîne

 

Şahda dîn:

Şikir ji Xwedê em Êzîdî ne

Li ser navê Siltan Êzî ne

Em bi ol û erkanên xwe razî ne

Li vir tê xweya kirin go em bi navê Siltan Êzî tên nas kirin, û wek em zanin Siltan Êzî Xwedê ye, yanî dîne me Êzî ye û em Êzîdî ne.
 

Halo jî tê: 

Şêşims mesebê min e, yanî em Şemsanî ne 

Tawisî Melek şahda û îmana min e 

 
Û navê Şerfedîn di şahda dîn de derbas nabê 

 

Qewlê ji hindav de çûma banî 

Ya Tawisî Melek tu mangî li ezmanî

Tu bo me mezheb û dînî 

 

Dîsa tê xweya kirin go Tawisî Melek ji me re dîne.

 

Qewlê hezar û yek nav

Ya Siltan Êzî tu bi me mezheb û dinî 

 
Di dawî de ezê bînim bîra me, bê di xwetikî de em wek DASINÎ dihatin nas kirin û bi navê din jî, lê em hertim di hatin naskirin wek ÊZIDΠû dînê me EZDAYE yanî XWEDÊ û dînê me ÊZIDIYA. 

 
Em hêvî dikin dev ji van qilî û qala berdin û bes serê Êzîdîyan bi êşînin.      

Û nelêlin kesên bîyanî bêjin Êzîdî bê dînin.

 

                     Feremez  Xerîbo  

                     30-1-2017z

 


   

 

 

Feremez Xerîbo3675

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com