|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Ezîz Gerdenzerî
Mustefa Barzanî nemirî ye

 

 

Beriya 38 salan, sala 1979an, leheng û qehremanê kurd, rêber û serokê gelê kurd, general Mustefa Barzanî, koça dawîn kir û çû gihîşte refê nemiran.

Barzaniyê Nemir temamiya emrjîyana xwe pêşkêşî gelê xwe kiribû, ji bo azadiya netewa kurd, wisa jî azadiya hemû Kurdistaniyan xebat kiribû. Barzaniyê Nemir her kurd û kurdistanîk ji xewê hişiyar kir, dilê her kesî germ kir, riya her însanekî ronî kir. Barzaniyê Nemir riya azadiyê, riya demokirasiyê, riya ronekbîriyê, riya pêşketinê  da pêşiya milet. Pêşketin jî, çawa fîlosofê înglîz Herbert Spencer digot, ew ne ku xwestin, lê lazimatî ye.

Pêşketina here mezin, here gewre, di dema Barzanyê Nemir de, ew yekîtî û tifaqa hemû milet, civak, ol û eşîrên Kurdistanê bû. Dema şoreşa îlonê û piştî wê, salên 1960î û 1970î, hemû civak, milet, ol û eşîrên kurd û Kurdistanî, li nav wan de wisa jî êzîdî, bi dil û can, li gel serok û rêberê xwe, Barzanyê Nemir bûn. Ewan amade bûn, ku canê xwe, mal û milkên xwe, têne qurbanî, ji bo azadî û rizgariya Kurdistanê. Wê demê, Barzanyê Nemir hîm û bingeha avakirina Kurdistaneke Serbixwe danî; cara yekem di dîrokê de, de faktum û de juro, 11ê meha adarê sala 1970ê, hikumeta bi navê Kurdistan hat avakirin. Barzanyê Nemir di cîhanê de pir civak û netew kir dost û xêrxwaz, ji bo gelê kurd û hemû Kurdistaniyan. Barzanyê Nemir me fêrî welatparêziyê, demokirasiye u hevdu hezkirinê kir.

Sala 1958an, beriya ku Barzanyê Nemir ji Yekîtiya Sovyêt vegere Kurdistanê, ew hate Ermenistanê, hate gundê me jî, gundê Cercerîsê( niha Dêrik). Biçûk û mezinên gundê me, wisa jî xelkên ji gundên cînar, li dor lehengê xwe civiyabûn. Wan bi heyr û hijmekar bala xwe didan xweşmêr û qehremanê xwe, guh dida li ser dengê wî yê zîz û hukimdar. Her gotineke wî temî û şîret bûn.

Em, nivîskarên kurd, yên salê 1960î, xwe wek lawên Barzanyê Nemir dibînin. Roja îroyin jî  riya ku Barzanyê Nemir daye pêşya me, em wê rê da dimeşin. Em tov û toximên welatparêziyê, demokirasiye u hevdu hezkirinê li dilê xelkê xwe de direşînin.

Roja îroyîn heger me hevdu hez nekir, siba-duhsba wê dereng be, dîsa avakirina Kurdistana Serbixwe wê paşde bikeve. Roja îrojin rojeke pir çetin û dijwar e. Li Kurdistanê de şer e. Têrorîs û nemerdên DAÎŞê  êrîş li ser êrîşê dibin li ser ax û xelke Kurdistanê. Têrorîs û nemerdên DAÎŞ bi hezaran biçûk û mezinên êzîdiyan kuştin, bi hezaran keç û bûkên êzîdiyan revandin, bi sedan hezaran Şengaliyan bûn peneber. Piştî komkujiya êzîdiyan li Çiyayê Şengalê de, ez wê demê pir xemgîn bûm. Ez wê demê pir êşiyan. Ez rûniştim û giriyam. Ez giriyam, çimkî ked û emekê Barzanyê Nemir, ji bo yekîtiyê, yekîtiya hemû milet û olên Kurdistanê, qey bêjî hinekan xwestin hêç û pûç bikin. Qey bêjî hinekan xwest, ku toxim û tovên bêbaweriyê û hevdu tehmûl nekirinê, li nav xelkên Kurdistanê de belav bikin.

Lê gava me sonda serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bihîsk, ku ew wê bi xwe tola cangoriyên êzîdiyan pê destê xwe rake.  Gava me Mesûd Barzanî û qehremanên li gel wî, li ser serê Çiyayê Şengalê dît, em pir dilşad û kêfxweş bûm. Belê, dar li ser koka xwe şîn dibe. Li ser koka saxlem, tim dara saxlem şîn dibe. Em di wê baweriyê de ne, ku zûtirekê, wê Qeza Şengelê gişt bê rizgarkirinê. Em hêvîdarin, ku statuake taybet û di nava Herêma Kurdistanê de, ji bo Şengalê bê dîtin. Daxwaza me ew e, ku xem bê xwarinê, ji bo ku zûtirekê, peneberên Şengalê, vegerin li ser mal û milkên xwe. Daxwaza me ew e, ku xem bê xwarinê, ji bo ku zûtirekê keç û bûkên êzîdiyan bên rizgar kirinê. Em bawer dikin, ku serokatiya Herêma Kurdistanê, çi ku destê wî va bê, wê bike, ku rewşa xelkê Şingalê, berbi xêr û xweşiyê ve here. Em bawer dikin, ku di demeke nêzîk de, Kurdistana Serbixwe wê bê avakirin. Bijît yekîtî û hevdu hezkirin!

Nivîskarê kurd, dr. Ezîzê Gerdenzerî

04.03.2017

Kopenhagen


   

 

 

Ezîz Gerdenzerî3729

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com