|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nivîsekê bişîne
   
 
Bella Sturkî
Iro cem kurdên êzîdî ya Sovêta berê Eyda


Kurdên êzîdî wek peykarê dînekî kevnar, ku koka wan ji kûraya hezeran salan tê bi gele telî-tengasya, zulm û zordayinê va e’rf-e’det, rabûn-rûniştandina xwe, zargotina xwe ya dewlemend, hilbet ne bi tam, herwiha gele guhastina va, lê anîne û gihandine roja îroyîn. Ji cejnên civaka êzdiyan „ Kiloca sere sale“ cejneke qedîm û kevnare. Ev eyda di nav êzdîyen Serhedê ji berê-berê da hatiye pîrozkirin, bo we ji heta niha tek di nava êzdiyên Sovêta berê da maye. Ji bo ku êzdiyen Sovêta berê zuretên êzdiyên Serhedê ne. Iro roja carşemê gelê me yê Sovêta berê dest bi petina kiloca kirin, pê ra dibejin kilocê serê salê, yanê kiloca sala teze, sala nû, roja nû...Bingehê vê cejnê her wiha bi bereket, hişyarbûna xwezayê û cihanê bi tevayî girêdayî ye. Bi edetî Kiloc petin ji bi vî teherî tê kirin: Ji ar, rûn, şir,mast, şekir hevirekî mezin cê dikin. Morî davêjin li nav hevir û rind distirên, usa ku nizanibin morî ki tange dane. Paşê wî hevîrî pen dikin, tendûrê da dipêjin. Kilocê pe‘tî dikin sinîkê û dihêlin heta sibê.


Kiloc roja peşêmê ji aliyê malxyê malê va bi gotina "Desturî navê Xwedê û Shixadî" tê kerkirin.Kerkirine ra dibêjin xeta cot. Gava morî ber devê kêrê derdikeve, dibêjin morî serê xeta cot ketiye.
Wextê ew nîşan li ber xetê dernakeve, vê carê Kiloc par dikin:Li ser parên Heft Mêrê Dîvanê, Xudanê Malê, Gavanê Zerzan, Memê Shivan, Xatûna Fexra datînin, paşê para neferê malê ra datînin. Nîşan (xadim) li nav para kê da derket sal serê wî dikeve…Qencî û xiravî, bereketa malê ya salê navê wî yan we neferê va girê didin… Mezin dibêjin ku dema xadim para xasa dikeve, ew sal malbetê ra xêre. Bila Kilocê weye serê sale bimbarek û pîrozbe, risq u bereketê we ra bîne. 


Badilheva nîne, ji mehê dema salê tu mehek usa nehatiye pesinandin, wek dema biharê. Ne bihar sîmbola, nîşana hişyarbûna tebiyetê, dirêjbûna jîyanê û hizkirinêye. Bihar xwe ra gele e'yda anî...Eyda Jina ya Navnetewayê, Kilocê serê salê, Cejna Newrozê. Ev yek gumanê qenc û kêfxweşyê kire dilê me hemya. Xwedê bike miletê me di gel miletê dinyalîkê ya mayin hezara baharê xweş û bedew bivînin....Disa carekî Eiyda Kilocê serê salê û pêjda Cejna Newrozê we hemya bi dil û can bimbarek û pîroz dikim. Xêr û bereketê, silametiyê û dilşadbûnê, azadyê û serxwebûnê we ra dixwezim...

Pîroz be Kilocê serê salê !

15.03.2017


   

 

 

Bella Sturkî3736

 

Berpirsîyar û karê teknîkî
Redaksîyon
Bahzad Shamsany
Yilmaz Yildiz
Copyright © 2005 bahzani.net
bahzani.kurdi@gmail.com